Çirûsk

Kerîm Cexyûr
Werger ji erebî: Brahîm Mehmûd, malpera Entolojiya
كريم جخيور- ومضات –  ترجمة إلى الكردية: ابراهيم محمود – موقع أنطولوجيا

Ev helbesta hozanvanê Iraqî: Kerîm Cexyûr, bi navê ” Çirûsk “
Min wergariye kurdî, ku her paragirafek bi zimanê erebî beramberî paragirafek bi zimanê kurdî be, bo hevberkirinê ji xwendevanê ku bixwaze
1
لا تغرك
كركراتها العالية
المومس
تنام بقلب حزين
وسريرها بارد
1
Dexdixandinên bilind
Te ji rê nebin
Ya xwedide
Bi dilekî xemgîn diraze
Û textê sar

2
دائما
تبتسم بائعة الورد
لتخفي عنا
بكاء الوردة

2
Hertim
Gulfiroşê dibeşire
Daku
Giriyê gulê ji me veşêre

3
حين أشعر بالبرد
أعرف
انك لم تستيقظي بعد

3
Dema ez bi sermê hestikim
Dizanim
Ku tu hîna şiyarnebûyî

4
حين ترتدين قميصك الأحمر
مختالا
يتعرى الليل.

4
Dema tu kirasê xweyî sor li xwedikî
Bi payebûn
Şev tazî dibe

5
ما بالها حقول القمح
كلما مررت عليها
شهقت سنابلها

5
Ev çi bela zeviyên genime
Ku çiqas ez di ser re derbasdibûm
Sinbilên wên deveciniqîn

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…