Beyana YNRKS di 120 saliya rojnamegeriya kurdî de

Di (22 nîsana) her salê de, nivîskar û rojnamevanên kurd roja rojnamegeriya kurdî pîroz dikin, ji ber ku ev roja dîrokî ji xwe re terxankirine wekû rojeke rojnamevaniyê û ragehandinê.
Di vê rojê de, dîroka rojnameya yekemîn tînin bîra xwe, û li ser rewşa wê radiwestin, bê çawa hêja Meqdad Medhet Bedirxan li Qahîrayê di sala 1898an de rojnameya ”Kurdistan” derxist û belavkir. Û herwiha li ser rewşa ragihandinê li cem kurdên Rojava giftûgo dikin, û rola vê ragihandinê û rojnamegeriyê di civata kurdî de dinerxînin.
Di vê roja pîroz de jî, pêveçûna rojnamegeriya kurdî tînin bal xwe, ku di çend qûnaxan de derbas bûye, û gihaye çi qûnaxê di dema îro de.
Wekû em dizanin, di van salên dawî de, rojnameyên kaxezî gelekî kêmbûne, çimkî a elektronî ketiye şûna wan, û malperên kurdî û rûpelên Fêsbûkê rola rojnamegeriyê girtine, û bûne meydana ragihandinê.
Ligel vê rewşê, rojnameyên elektronî jî peydabûne, mîna rojnameya ”Pênûsa Nû” a Yekîtîya me (Yekîtîya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriya), ku bi herdû beşên xwe ve, a erebî û a kurdî li ser malpera me www.penusanu.com  belavdibe, û îro ro hejmarên herdû beşan gihane 70ê hejmarî.
Li vir em jibîr nekin ku rola peyva kurdî û rojnamegeriyê di jiyana me kurdan de diyare, dema ku ziman û toreya kurdî diparêze, û pêşxistinekê ramyarî di nav civatê de peyda dike.
22 nîsanê, ev roja pîroz derbas dibe û hîn rêwşa welat zelal nebûye, û rewşa kurdan bi taybetî aloztir dibe, çimkî ji ber pîlanên dewletên mezin, du bajarên Kurdan (Kerkûk û Efrîn) ji dest wan çûn û ketine destên dujmin de. Û hîn jî em kurd ne li ser hevin, nakokiyeke mezin di navbera me de heye, çi li başûrê Kurdistanê û çi li rojavayê wê, û kula herî mezin ku “Birêvebirya Xweserî” hîn siyasetmedarên ENKSê digre û wan dixe zindanan de. Ev kiryar cihê şermezariyê ye.
Li dawiya vê gotinê de, hêvîyeke mezin ji nivîskar û rojnamevanan heye, ku roleke mezintir di vê dema nazik de bileyizin, da ku li gelê xwe xwedî derkevin, û bi tevgera xweyî sîyasî re alîkarbin, û rexna li herdû alîyan bikin, da ku bercewendiya gel li ser bercewendiyên partiyên xwe bigrin..
Bijî roja rojnamegeriya kurdî
Belê bo yekîtiya kurdan
Yekîtîya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriya
22.04.2018

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…

Narîn Omer

Malpera “Welatê me” ji bîst salan ve û heta niha jî dana xwe ya bê hempa di warê çand û wêjeya kurdî de didomîne.
Ew yek ji wan çend malperan e ku bê navbir û behnvedan weşan û beşdarbûna xwe, hem bi zimanê Kurdî û hem jî bi Erebî…

Reşîd Ebas

Berî sê rojan min nûçeyeke xemgîn bihîst, ew nûçe ya barkirina nivîskar û helbestvan Hişyar Muhemed bû dilovaniya Xwedê li giyanê wî be. Ez pir bi vê nûçeyê xemgîn bûm, piştî du rojan min bi rêya (masincir) bi Evdî Çaço re deng kir, sersaxî ji wî re xwest û di…

EBDILBAQȊ ELȊ

Di mêjûya gelê kurd de du bȗyerȇn diyar hene ku bi hevre xalaeke guhertinȇ ya mezin di pȇvajoya gelȇ ku ji mȇjve jibo mafȇn xwe yȇn netewȋ ȗ niștimanȋ tekoșȋn kiriye ҫȇkirine. yek ji herdȗ bȗyeran damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê ye, û ya dȋ jidayikbûna Serokê gelê kurd, Mesûd…