Ez hevwelatî me

 Mazin Șerîf *
Werger ji erebî: Brahîm Mehmûd

Ez hevwelatî me
Û alozim benda bersivekê ji we
Mala min li her kolanê ye..Her quncik…Her deriyekiye
Û bi saman û bê dengiya xwe dimînim
Dolmendiya min kulmek axe
Ji perîşaniyê natirsim lê
Hemî tirsa min ji mijê ye
Û ji nediyariya hiş ji we
Serokên min û we fermankirine

Fermana we fermana duristiyê ye
Û şoreşa min talanikbû
Têra hezreta cenab dike
Ne giringe ez mijûlî cîhanê nabim
Min bi xwe pêlê kiriye
Lê welatê min ji min re bihêlin
Lê welatê min ji min re bihêlin
Û tiştê ku we got li ser serê min
Bijî ew ê ku wek min
Ne pêwîst jê re kî û kî
Hûn xwedanên mezinkir û pêşwayê
Û ez dizanim ku ez
Nabim rojekê ji we
Xwedê dîtkare û dem
Ez xewna min gotinek tenha ye
Ku welatek ji min re bimîne
Ne şer û wêran ne bobelat…Ne berbelan
Bibin şûnakar û destkeftinan
Lê welatê min ji min re bihêlin
Ey welatê min û tu diberê mine
Û tu peybûna mine û taca serê mine…
Tu yê srbilindiya hevwelatî û tekşer û siyasî
Tu ciwantire û tu bihatire û tu hêjayîtire ji kursiyan
Xwedê dîtkare û dem
Ez xewna min gotinek tenha ye
Ku welatek ji min re bimîne

*- Ev helbest ya hozanvanê Tûnisî: Mazin Șerîf,ew  straniyê bi dengê hunermendê Tûnisî Lutfî Bûşinaq, gelek deng da di welatê ereban, û ta ji derve. Bi waeteya xwe xurte, û bi awaz û peyvên xwe jî xurte.Ji ber hindê min xwest  wê wergerîn zimanê kurdî.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…

Xizan Şîlan

şev û rojên min

bi nalîn û keservedanên kûr

dibihurin

hinavên şewitî

bûye cîhê gund û bajarên

hilweşiyayî

henasa gewriya fetisî

ji bayê havînên nerm

werdigirim

rengê keskesora derûniya min

çilmisî

li ser axa şaristaniyê

koçberî û derbederî…