Romana (QURBANIYÊN GUNEHKARIYÊ) bi Zimanê Kurdî derket

Romana nivîsakarê kurd Heysem Hisên, ku sala 2009an, bi Zimanê Erebî, bi sernavê (رهائن الخطيئة) ji aliyê Weşanxaneya el-Tekwîn ve, li Şama paytexta Sûriyê derket, destpêka sala 2018an li Amedê, ji aliyê Weşanxaneya J&  J ve, bi Zimanê Kurdî jî derket.
Nivîskarê kurd Xalid Cemîl Mihemed, ev roman, bi sernavê (QURBANIYتN GNEHKARIYت) ji Zimanê Erebî wergerandiye Zimanê Kurdî.
Wergera (رهائن الخطيئة) bi xwe (GIREWتN GUNEHKARIYت) ye, lê wergêr bi hevahengî ligel romanivîs, li şûna vê yekê (QURBANIYÊN GUNEHKARIYت) hilbijart, ku ew sernavê wergerê be.
Romana (QURBANIYتN GUNEHKARIYÊ) behsa pirsgirêk û kêşeyên sînorê navbera (Serxert) û (Binxetê) dike. Behsa rehendên wan ên siyasî, olî, hizrî û civak dike. Hejmarek ji kesayetiyan vê peyama romanê hildigirin û dibine serî. Hinek ji van kesayetiyan xwe neçar dîtin ku vî sînorî qebûl bikin. Hinekan jî ev sînor, bi hemû astegiyê wî, derbas ki, lê gelek kesan jiyana xwe li ser vî sînorî jidest da.
Di encama vê dabeşkirina cografî de, di navbera du parçeyên yek zeviyê de, dabeşûneke civakî hatibû dirustkirin. Li her aliyekî ji wê cografyaya dabeşkirî, li bakur û başûrê sînor, Kurd hatibûne dabeşkirin û vê rewş berdewam kir. Di nav wan de, têlên rêsayî, zeviyên mînan hebûn, ku di nav wan mînan de gelek kesan xwestin sînor derbas bikin, lê bi sedema teqîna mînan, jiyana xwe jidest da. Di nav wan de, dîrokek ji çîrokên bêdawî heye. Lê bi ser vê tevî de jî, roman nîşanê bi bûyer û hevpeymaniyên mezin dike, ku li ser serê wan hatine kirin. Bi taybetî ew kesên ku hatine piştguhkirin û perwîzkirin. Ew mirovên ku guhdan bi arezû, xewn, hêvî, êş û azarên wan nehate kirin, lê di encamê de, bandora vê rewşê tevî li ser jiyana wan dibû.
Di romana (QURBANIYتN GUNEHKARIYت) de, parçeyek ji zemîna berfireh, hatiye piştguhkirin. Ewqase bûyer û tevger li ser rûyê wê zeviyê pêk dihatin û pêk tên.
Pîrejinek bi navê Xatûnê kesayetiya sereke ye, di romanê de. Xatûnê tevî herdu zarokên xwe, ji aliyekî sînor, berê xwe dide aliyekî din. Ji Serxetê diçe Binxetê, ji bo ku wan herdu zarokan ji gelek ziyanan biparêze.
Xatûnê bi dehên salan çîroka xwe ji her kesî vedişêre. Naxwaze dema bûrî bîne bîra xwe. Lê li mirinê, Xatûnê ji neviyê xwe re behsa çîroka koçberbûn û wexerbûna xwe ya ji neçarî dike. Xatûnê deriyê qonaxekê vedike, ew jî dîroka nifşekî ji Kurdên dabeşbûyî ye, li ser du aliyên sînor. Di romanê de ew derî li ser gelek babet û wateyan vekirî dimîne.
Romanivîs Heysem Hisên (1978), jidayikbûyê bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ye. Li bajarê Edinburgh, li Brîtanyayê bicih bûye. Damezrêner û rêveberê malpera (alriwaya.net) e. Endamê Komeleya Nivîskarên Brîtanî ye. Endamê Yaneya Pênûsa Skotlandî ye. Hejmarek ji berhemên wî yên weşandî hene, ji wan jî: (Derziya Tirsê), (Aram Tuxmê تş û Azaran), (Giyayekî Ziyandar ji Buhiştê), (Roman û Jiyan) û (Romanivîs li Daholên Cengê dide)…

 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…

Xizan Şîlan

şev û rojên min

bi nalîn û keservedanên kûr

dibihurin

hinavên şewitî

bûye cîhê gund û bajarên

hilweşiyayî

henasa gewriya fetisî

ji bayê havînên nerm

werdigirim

rengê keskesora derûniya min

çilmisî

li ser axa şaristaniyê

koçberî û derbederî…