Firne

  Mehmûd Badilî

Çilê zivistanêye, qir û qeşayê xwe berdane hinavê kolan û dîwarên bajêr, şev nîvîyê xwe yî mayî dirêse, û sibê çarşeme, firneya taxê di vê rojê de xwe vedihêse.
Dilo di navbera lûbelûba bayê kur û jina xwe û pêdivîya anîna nên de mat mabû, divê ku ew here nan bîne .
Bi kotekî, xwe ji malê berda, serê xwe xist berxwe û bi pêlika ve daket, çirqeçirqa çaqmaqê wî tarîya pêlikên koşkê vediceniqand, li ber firnê kete tev, te digot qey xelkê bajêr tevde li ber pencereyên wê kombûne, mijûlbû ku divê didorê keve, yan bi kesayetîya eskerekî xwe bide xuyakirin, lê ceger nekir,divê ku nasnameya wî hebe, “esker û jinên vî welatî tenê li ber firnê bi kesayetîya xwe hestdibin, çimkî pencereyek taybet bi wan heye”.  
Dilo  jî xwe berda dorê, bi dehê kesan di pêşîya wê de hebûn, li derdora wî hebûn, hevdû dehfdidan, bi ser hevde diketin, qîr û qerebalixa wan bilind dibûn, xwe di ber hev de radikirin, hinek sîpe hebûn, zendên wan hilkirî, sînga wan vekirî, ruwê wan reş, tenê sipîka çavên wan xuyadikir, evên ha kesekî nikarîbû di sîka wan de dahê, li tu kesî nedipirsîn, nizanîbûn dor çiye, ta xwedîyê firnê jî ji wan ditirsiya, hema ku hazir dibûn nanê xwe distandin, yan na ku astengî li wan dibû, şerekî ne ji tiştekî li dar dixistin.
Dilo di dorê de wenda dibû, carê di dilê xwe de digot: ev çi hale em têdene, buhabûna nan nebese, îcar bi ser de jî em bi kezebreşî distînin, dibê qey birçîyên vî welatê ha tevde li ber pencereya vê firnê civiyane.
Kombûna wan kesan li ber dergehê firnê serma zistanê û bayê kur di nav xwe de fetisandibûn, tenê bêhna xwêdan û qîreqîrê hildibû.
Di vê kêlîkê de Dilo bi hestekî biyan dihesa, ku yê li pey wî xwe di qûna wî de dide, xwe pêve pelçîmkiriye, qûna wî dipelîne, gava li paş xwe zîvirî hinekî xwe jê vikişand, ji xwe re got eynê vîya dixwaze min bidize, qet nema zanîbû wê gavê çi bike, dora wî jî nêzîk bûye, hinekî xwe ragirt, xwîn bi xwe ve sarkir û wîna jî pirr pê xweş hatibû, hema hindik mabû ku bi xwe xweşbîne.
Gava Dilo nanê xwe stand, bilez û qehr meşiya, pêkek dikir du pêk, nanê germ sînga wî ji sermê diparast, hema nedî ku wî xortî destê xwe li milê wî da, veciniqî û di cihê xwe de qerisî.
Xort jê re got:
– bibûrîne … ku min hinekî tu acizkirî .. lê tu karî ..
Dilo bi acizbûn û tirs peyva wî birrî.. û gotê:
– Ez bi xwe li liv û tevdana te mat bûbûm, şerme ku xortên weke te dizîyê bikin.
Xort lê vegerand û gotê :
– Xwedê ji te razî be, xuyaye tu pirr kawikî, ku tu min bi dizîyê tewanbar bikî.
Dilo bi peyva wî sar ma. Yê xort gotina xwe berdewam kir:
– Ne hingî hûn ji xwe razîne, hûn li me guhdarî nakin, keko ez nedizim, ez mirovekî ta tu bixwazî paqijim, lê xwestekek min ji te hebû, bê acizî, ruwê xwe ji yê vî asmanî tirştir neke, tu dikarî îşev werî kêfa xwe bi min re bikî, her tişt li cem min heye, xwarin, vexwarin, dendikê kundir û cebeşan, nok, fisteq, mey, ez li ser hesabê teme ji niha ta bi sibehê..
Piştî wilo got, Dilo nema dizanî berê xwe bi kuderê veke, hema bêdeng ji cem wî da rê, dîs yê xort xwe gihandê, gotê ez heyrana tebim dilê min neşkîne, min rûsar venegerîne, tu çi bixwazî ezê bidim te … ez jî mirovim, divê ku bijîm, wek tu ji jiyanê hezdikî ez jî jê hezdikim, xwedî hestim, ku tu neyî wê yekî din bê mêvanê min, heger ez vî karî nekim qet nikarim bijîm.. qet bi hebûna xwe hest nabim.
Dilo gotê: bibûrîne keko, ez heyrana teme t””””””””ê xwe ji ber rêya min bide alî, niha jina min li hêvîya min şewitîye..
Dilo nanê xwe da ber sînga xwe, germa nên tirs û fehêtbûn di hindirê wî de ne dihedand,  hêsir ji çavên wî ber bi bê de diket …
bi pêngavin lerizî da rê û ji xwe re got: çi pepûke.. çi gunehe..
û ji nişkave, li dûv xwe zîvirî û serê xwe hejand:
 

lê xuyaye îşev ne şeva dizan bû, belê şeva qûnekan bû .      

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Komîteya Mihrecana Helbesta Kurdî ya li Wolfsburg, hezkiriyên peyv û risteya kurdî agehdar dike ku wê Mihrecana Helbesta Kurdî li roja Şemîyê di 25.10.2025 de li demjimêr 13:00 Uhr li Komeleya Çanda Kurdî li Wolfsburg lidar bikeve.

Çaxê ku her helbestvanek bivê beşdarî mihrecan bibe, em bi hêvî ne ku du helbestên…

Me bi rêya dost û nasan bêhistiye ku nivîskar û rojnamevanê navdar yê Çiyayê Kurmênc Mamosta Inayat Dîko nexweş ketiye û ev demeke li nexweşxaneyê ye û ji nivîsînê dûr ketiye.

Em jibo başbûna tenduristiya wî, di’ua û hêviyê ji Xudê dikin ku rewşa wî ber bi başbûnê ve biçe û di…

Ebdûlazîz Qasim

Piştî derbasbûna nêzîkî yazdeh mehan li ser rûxandina rêjîma Be’is li Sûriyê û hatina HTŞ li ser desthilata Sûriyê, wisa diyar dibe ku wê hîç niyazek erênî li hember çareserkirina pirsgirêka Kurdî nîne, û herwiha ku bi heman zihniyeta rêjîma berê dixebite û siyaseta li dijî gelê Kurd xudan dike…

Şukrî Şêx Nebî

te nedizanîbû..

Ku tu ..

piyala meya jiyanê bû ..!

mertala şewşenê

hember bêbextîyê bû

te nedizaîbû..

Jiyan bi te re

tam..

felat û welatek bû..?!

vê helwestê

vê helbestê

bi baskên hacîreşkan re

ma qey..

<p style="text-align:...