Panoramek ji Zaroktiya min

Konê Reş
  Min zaroktiyek zor çetin, hişk, gincirî û serberdayî, wek piraniya zarokên nifşê xwe, di nav toz û tirabêlka gund de derbas kir.. Di bin tirs, şîret û berwerdeya bav, dê û herdû pîrikên xwe de, min rojên xwe derbas dikirin.. (Pîrka min Sara an (Osena Nirsîsyan) ya ku bi koka xwe Ermenî bû û pîrka bavê min Nûra Keye). 
  Hingî piraniya me zarokan bi tena kirasekî bûn. Kirasê gelekan ji me qetyayî û bi pîne bûn.. Gelek ji me pêxwas bûn, her yek ji me qewsikek di qirika wî de daliqandî bû, dengê xişxişa xar û kaban ji bêrîka me dihat.. Li gor werzên salê me bi lêstik û yariyên kurmancî dikîst.. Her demsalek lîstik û yariyên wê hebûn.
  Di biharan de, em bi dayikên xwe re diçûn bêrîvaniyê û ji wan fêrî navê pincarên biharî yên ku têne xwarin dibûn wek: Harik, Tolik, sersipîk, kereng, xerdel, pîvok, qinêber, çavgank û penîrok û yên mayî.. digek ku me bi lîstikên têvel li ser bênderan û navtarên gund de dilîst. Hin caran me bixwe yarî û lîstik çêdikirin û bi wan dilîst; me li ser pişkoka û keçika li ser morîka dilîst.. Li ser peravên golên avê yên ku av di wan de dima ta bi dawiya havînê, me xanik û pêkerên ajalan ji heriyê çêdikirin.. Di gola tehtikên gundê Sada de, li besta Zixur, wek piraniya nifşê xwe ez fêrî avjeniyê bûm.. 
  Erê, ji ber cehalet û nezaniyê, min zaroktiyek bi qeyd û bend di nav berberî, çavnebarî û zikreşiya gundîtiyê de derbas kir..  Zîrevaniya rez û dexlên me ji ziyan û sewalên gundiya bikim.. Nêzîkî sînorê Serxetê û herdû şivên hesin nebim, da ku mayîn bi min de neteqin û cendirmeyên tirko tivinga bernedin min.. Siqêf û dijûnan ji zarokên cîranan re nedim, rêzgirtinê ji mirovên xwe û pîrejin û kalemêrên gumd re bigrim.. Û nerim mala filankes, bi zarokên bêvankes re nelîzim!
  Me zarokên gund, ji ber betalî û valabûnê, zêrevaniya hev dikir; diziya hev dikir, gelaciya hev dikir.. Gelek caran em ji hev dixeyidîn, çavreşî hev dibûn û di derhal de, em li hev dihatin û me hez hev dikir.. Ji betalî me çavnêriya wan rêkên ku dihatin gund dikir; kî hat gund, çû mala kê.. kî ji gund çû Qamişlokê.. 
  Divîbû her sibeh, taştiya karkeran bibim Besta Zixur.. Di çinîna dexlan de, divîbû avê ji palevaniya re bibim nav dexila çinînê û alîkariya palevaniya di danheva qefalên sap û çêkirina gidîşan de bikim.. Piştî ku sap dihat ser bênderê, divîbû di gêrekirina wî sapî de li cencerê siwar bim ta ku gêran bi dawî bibe.. 
  Bi tenê xweşiya wê zaroktiya min, bi kûçikê min (Qesab) re derbas dibû; dema ku ez bi rêkê de diçûm, dida pey min, xwe bi min ve digihand û hin caran bi min ve radibû, li pêşiya min dibeziya, pey çûkan diket, kêfa min jî, ji kêfa wî re dubare dibû..
  Min zaroktiyek qurquçandî, ne wek zaroktiya ku niha tê xwestin derbas kir.. Zaroktiyek bi pirsyan e.. Di nav wê zaroktiya serberdayî û irf û adetên Kurmancî de, me di dibistanên Erebî de xwend û em fêrî zimanê Erebî bûn..
Qamişlo, 22/11/2017

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Kî li benda te bû
Kî li kolana dildariyê bendewara gulekê ji destê te bû?
Dildareka bêdeng im,
yarê min!

Evîndara bayê hênik û axa warekî me,
ne baskşikestî me,
ne bineka ketî me,
çima li şaneşîna evînê tu min nabînî,
yarê min?!

Roja evînê bi hêviyên neyar nayê girtin…
Sozên li hev badayî,
bi hêsanî…

Fewaz Ebdê

-1-

Ezbenî!
Herdû çavên te ji zaroktiyê re bexçene
Kenê te hêlana asîmên e.

-2-

Her ku li te dinerim ezbenîLanguage Resources
Zarokekî li paş sîberên salaln dibînim
Bi destê xweyî biçûk
evînê qenewîç dike.

-3-

Tu mîna zarokekî ji rîhanan hez dikî
û mîna ku hê nû te
temen vedîtibî
çîrokan dibêjî.

-4-

Çaxê tu di nav neviyên xwe de rûdinê
Temen kirasê xwe di ser xwe…

Dildar Aştî

Te rojekê
Kevirekî kelemî
ji rêçekê hilnekir
Te rojekê
Şûşeyekî şikestî
Ji ber lingên mendalekî ranekir

Te gulek tî
Di bexçeyê evînê de av neda
Te goleke meyayî
Li ramanê tev neda!..
Te berxeke windayî
Negihandiye nav kerî
Te pîreke rêwindayî
Negihandiye ber derî

Di şeveke bi tirs de
Çi nameya evînê te neguhest
Mafê peyveke tenê
Di civata padîşah de te nexwest
Te rojekê
Simbilekî ziviyê
Ji şewatê neparast
Ne li keviya rêyekê
Ne li…

peyv û helbest:Ehmed Tahir
Amadekar song:Alan Tahir

Li pêş me tev xefk û davin
Sed partî ne,hezar navin
Di nav wan de em winda ne
Piratîkê hemû xavin
****
Navê qelew,mal wêran e
Barê kurdan pir giran e
Çep û rastê me xet berdan
Em bûn lîstoka nezan e
****
Çend kursiyê pûç û rizî
Mafê kurdan hate dizî
Fen û pilan û pîlan e
Nan…