Ji Evîna Rojên Kevin: Biçûkaniya Min û Strêrnasî

Konê
Reş
 
  Di biçûkaniya min de li gund, elektirîk nebû,
dema ku dibû êvar û tava heyvê neba, reşahî û bêdengiyê konê di ser asoyê gund re
vedigirt, gund di nav reşahî û bêdengiyê de dima. Bi tenê stêran bi ronahî û
biriqandina xwe li asman dilîstin.. Di nav wê reşahî û bêdengiyê de hin caran
dengê reyandina sehan, qurequra beqan ji golên ku av di wan de mayî li dor gund
û zirandina keran li ser bênderan, dihat bihîstin..
  Di wan şevan de gelek caran civaka zilamên gund li ser bênderan digeriya û di nav axafitinan de li stêran mêze dikirin, navê stêran ji hev re digotin, nexasim dema ku stêrek dirêjiya.. Hingê li asman mêze dikirin, stêr şanî hev didan û navê wan digotin. Wê hingê ez jî di nav zarokên di nifşê xwe de min li wan zilaman guhdarî dikir û bi wan re li stêran mêze dikir û wiha ez ji wan fêrî naskirina navê van stêran bûme:
Qurix, Gelawij, Kerwankuj, Rêka Kadiz, Komka Sêwya, Darbest (Termê Mexîr), Pêr û Mêzên, Goşiyê Tirî, Dupişk, Leyla û Mecnûn..
  Di wan kêlîka de eger stêrek di asman de birijiya, wan zilaman ji hev re digot ha wa yek mir.. Eger stêra rijyayî bi tîrêja ronahiya wê dirêj ba digotin; yekî mezin miriye, eger ew tîrêj biçûk ba digotin; yekî biçûk miriye.. Anku her mirovek li erdê stêrek wî li asmana heye û her ku mirovek dimre stêra wî li asman dirije.. Yanî rijandina stêran û mirina mirovan bi hev re girêdayî ye.. Min wilo fam dikir..
  Gelek caran jî, wan zilaman çîrokên nave wan stêran ji hev re digotin. Digotin her stêrek çîrokek wê heye, wek çîroka stêra Kerwankuj. Li dor çîroka Kerwankuj wiha digotin: Carekê kerwanek bi stêra Kerwankuj hatiye xapandin. Ev stêr serê êvarî derdikeve. Ew û stêra serê sibê wek hev bi ronahî û biriqandinin anku nêzîkî hev in, ji Başkerwan werê stêra serê sibê Gelawêj e. Li ser vê texmînê kerwanê xwe barkiriye û bi rê ketine, çendî meşyan li wan nebûye sibe û berf û bahozek gur bi ser wan de barya ye û di encata kum de tev di nav berfê de, ji ber sermê û seqemê hatine kuştin. Ji ber vê bûyerê navê wê bûye Stêra Kerwankuj.. Hem jî çîroka stêra Leyla û Mecnûn digotin. Ev herdû stêrên ku di serê payîzê de xuya dikin û şev bi şev nêzîkî hev dibin ta ku digihêjin hev û hev, hev maç dikin û di hev re derbas dibin. Digotin; yê ku van herdû evîndaran bibîne digihêjin hev çi bixwaze, Xwedê meqseda wî/wê bi cî tîne..! Çîroka Darbestê an Termê Mexûr jî hebû a Komka Sêwiya jî hebû û wiha a Rêka Kadiz û Dupişkê jî hebû, lê nayên bîra min.. Digotin her stêrek çax û demekî wê yê şevê heye ku têde derdike..
  Erê ezbenî! Min zaroktiyek Kurmancî bi tev xisletên Kurmanciya resen ve di Beriya Mêrdînê de derbas kiriye..
Konê Reş
Qamişlo, 22/10/2017
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…

Qado Şêrîn

 

Dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim.

Helbet nehemû kilasîk tên xwendin, wek dema me ya aniha. Berê jî gelek helbestvan hebûn, wek aniha, lê hindik mezin bûn û man û hey man, nimûne gelek in, lê gelek jî hema ku mirin winda bûn. Aniha jî gelek xwe dikin…

Şîlan Doskî

 

Şerekê gengaz di navbera Îran û Îsraîlê de ne tenê pirsên jeopolîtîk derdixe holê. Lê ew rasterast bandorê li mîlyonan mirovan dike. Bi taybetî Kurdên li her çar aliyên Kurdistanê dijîn: Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakur di bin metirsiyê de ne.

Şerekî bi vî rengî wê ji bo wan…