Yilmaz Güney

Bavê Zozanê
 
Yilmaz
Guney xwedayê13 xelatên giranbiha ji wan jî xelata festîvala Cannê – France di
1982 de wiha dibêje: ((Hevalno, êş û tadayî, zor û belengazî, xwîn û girî ne
qedera gelê Kurde. Em vê qederê redikin em vê qederê qebûl nakin, em naxwazin
zarokên welatekî bindestbin ku ji çar aliyan ve hatiye
dagîrkirin. Em dixwazin bibin zarokên welatekî serbixwe û yekgirtî yê Kurdan
,bibin zarokên Kurdistanê, em dixwazin li ser axa xwe bi zimanê xwe stranên
evîn û azadiyê bêjin.

Em dixwazin cîhana xwe bi destê xwe bistrên û ji nûve avabikin û em dixwazin li ser axa xwe,bin ala xwe serbixwe û azad bijîn. )) Bi rastî Yilmaz Guney em Kurd bi cîhanê tevayî dane naskirin di riya wan filimên xwey naz ku êşa miletê xwe têde dirêse mîna : Rê, Kerî, Dîwar ,Hêvî, Yênbazdayî, Kabûs, Bav, Zilamekî kirêt, Gurên birçî, Seyd Xan, Sibe roja dawîye, Dijmin, Tehlî, Zarokin ji vî welatî, Dema tûtinê, Şahê şahan, Bazê birîndar, Şahê têr, Ez bi fîşekan têknaçim. Ew bixwe wek em zanin nivîskar û ekter û dahênerê filimên xwe bû, dibêje:Min dikarîbû sînaroyên filmê xwe bi kurdî binvîsim,lê hemî lîstikvan wê hatibana girtin. Pir caran hate girtin, tevaya salên cezayê wî gihiştin 155 sal zindan, digot min dikarîbû ji zindanê birevim lê min nedixwest qene ji welatê xwe dernekevim. Hevjîna wî dibêje:16 salan pêre mam deh ji wan Yilmaz di zindanê de bûrandin timî demença wî di bin balîfê de bû . Lawikê wîna jî dibêje:Her heftî seqa çawa be, di bin berfê de di çile de em diçûn serdana bavê xwe li zindanê, dîwêr di navbera mede bû, me ji pişt hasinan ve ew didît, bavo digot hingî ji min ditirsin ewqas direh danîne. Ta sala 1980 Yilmaz bi revê ne dirama lê piştî conta leşkerî destê xwe danî ser hemî karên wî û filimên wî jî qedexe kirin tevlî ku sed sal ceza jî danê , nû bi bazdanê mijûl bû, lê ne qeydan û ne jî paseportan ew aciz nedikir wisa zindan jî kiribû zanîngeh. Xwedayê sînema rastiyê li Edenê sala1.4.1937 çêbû ,û di sala 9.9.1984 canê şêrîn da û li goristana navdaran li France hate veşartin. 
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Kurd li Sûriya ne pêleke awarte ya penaberan an jî komeke li ser sînorên welat ku ji nişka ve ketine hundir, lê ew bûbûn -û hîn jî- beşekî resen ya tevna civakî û erdnîgarî ku bi sedsalan berî damezrandina dewleta Sûrî ya nûjen hatibû avakirin. Û ew ne mêvanên demkî…

Tewfîq Sînan

Di hemû cîhanê de kêşe, alozî û astengî di derbarê standardkirina zimanekî zelal û resen hebû û bi hezara pozberî di evî derbarî de peyda dibû, ji ber ku zimanekî zelal bi tena xwe tune ye û ew jî ji sedema ku pêkvejiyanî jîwera heyî bû û heta dema niha…

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...