Ezbenî! Va careke din meha îlonê hat!

Konê Reş
 
  Ezbenî! Tu di bin çavan de yî!
Xerab zerevaniya te dikin, hewil didin ku li pêş pêlên te yên gur bisekinin..! Gelo
keviz dikare bibe beden ji deryayê re? An rewrewk bibe ewir di asoyan de?
Ezbenî! Kes nikare bi qûmê koçkan ava bike.. Guh li wan neke, kevjal nikare
darên beriwan ji qurim ve bibire.. Tu xemgînî! Ji ber ku derewan dikin? An ji
ber ku hewil didin, bi navê te bazirganiyê bikin? Nexeme Ezbenî! Derewçîn, bi
derewan rojên xwe derbas dikin, tevî ku rojên
wan kinin.. Ji wan werê, werîsê wan dirêj e û dikarin li her derê bigerin bê ku
kes wan nas bike.. Bîr nabin ku ew wek rewrewkê ne, çendî mirov nêzîk wan bibe
bidûr dikevin û çendî bidûrî wan keve nêzîk dibin.. A çê, ku tu bi wan bikene..
*          *          *
  Ezbenî! Guh li reyandinê neke, ew kes wiha fêr bûne ku, li ber deriyan kewtekewtê bikin û xelkê agahdarî derbasbûna kerwanên mirovahiyê bikin..! Ku te teyrê berate li cihekî dît, xweş zanibe ku teyrê baz di wê deverê re derbas bûye. Gelo te bihîstiye rindekî şerê xerabekî kiriye?! Ezbenî! Çendî ewir reş, spî û tarî be nikare heyvê veşêre, ji ber ku ewir ne bi destê xwe ye, di bin hêza ba de digere..
*          *          *
  Ezbenî! Nexweşin, ne azadin, heyranên berjewendiyên xwe ne û armanca te azadî û serbestiye.. Mêzandina bi rex wan ve xisar e, li wan mêze neke, wan di nexweşiyên wan de bihêle.. Ew ji azadî û duristiya te didexisin.. Ma kesî şerê mirovê nesax û reben kiriye.. Li wan nefitile û ne wan bîne ber çavên xwe.. Ji xwe ew li vê yekê digerin ku xwe bikin hemberî te.. Ezbenî! Cudahiyek mezin di navbera awazên çûkan û qurequra beqan de heye..
*          *          *
  Ezbenî! Di navbera dem û xeme de me xwe winda kiriye; ne kul û derd bi dawî dibin û ne dem bêhinvedanekê dide me û temenê me badilhewa derbas dibe.. Piringên agir jî ji fedya, xwe di nav tiravê de vedişêrin û rengê agirê xwe dinixumînin, tevî ku agir sînoran nas nake.. Sal jî, rojên xwe bidar vedike, dezîneya mehên xwe rêz dike û di ser asman re berdide.. Roj bi hewa dikevin û winda dibin û demsalên salê bi dawî dibin.. Va careke din meha îlonê hat û hê jî bajarê me wek berê di qontara çiyayê Bagokê de paldayî ye.. Kolan ew kolan in, feqîrtî û hejarî zêdetir dibe û salê kirasê xwe neguhert.. Xweristê xwe nû nekir.. Hê jî çûk û çivêkên Beriya Mêrdînê bi xemgînî sirûdan dibêjin..
Konê Reş, Qamişlo, 04.09.2017

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ali Jouma

Yekxistina Pêşmerge girîngtirîn dosya li Herêma Kurdistanê ye, ji hilbijartinan û pêkanîna hikûmetê jî girîngtir e, ji ber ku ew diyar dike hebûn û nebûna dewleta Kurdistanê.

Ji 30 salan ve, Pêşmerge ne artêşek Yekbûyîbû, lê du artêş bû:

– Pêşmergeyên 70: Ser bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê YNK ve bû

– Pêşmergeyên 80: Ser bi Partiya…

London – Weşanên Ramînayê li Londonê ragihand ku nivîser, wergêr û rojnameger Ferîd Xelîl “Xelata Çolbirr a Zanistên Zimanê Kurdî” ya sala 2026ê di gera wê ya duyem de wergirt, piştî ku Jurîyê ew ji nav hejmarek berbijêran hilbijart.

Ferîd Xelîl ji bo xebatên wî di warê zimanê Kurdî, werger û ragihandinê…

Helbest: Rewan Oso

Kobanî, dîtina te tevdana birînan e,
Rondik ji bo lehengên te her ji çavan e…
Dema herikîna hêsiran,
Xak û asman dipirsin:
Çima digirî, Kobanî?
Çima dilê te bi xem e?
Dîsa şûr û rim li pişta te dane…
Girtiyên te sotandine…
Dîsa dilên dayikan
Bi qîrîn û fîxan e…
Kobanî… Kobanî…
Dayîka lehengan e…
Rojên tarî bê malbat, kê berçav…

Qado Şêrîn

Xwendina pirtûkan, temenê mirov dirêj dike.

Ji bo giyanê Gulîstan, Gulîstana Sobarî, belkû dereng be jî, lê ji bo xwe bixapînim ku Gulîstan zindî ye, min pêşî li “Monodrana Nisrîn“ temaşe kir(https://youtu.be/HuAdsq5lUZA?t=562 ), û di dûv re min têkist an jî pirtûka wê xwend, û ew şaş e. Pêwist…