Bejnê! Were Em Govenda Serxwebûnê Bigerînin

Konê Reş
 
  Bejnê! Gelo xak bi kê
dimîne?! Tê bibêje; bi akinciyan.. Kî darên Berû û Çinarê di pala çiyayên
Kurdistanê de diçîne?! Tê bibêje; welatiyên hezxak.. Wê kî ala serxwebûna
Kurdistanê di roja 25ê ilona 2017an de bilind bike, tê bibêje; welatiyên
kurdperwer, rûmrtdar, dilsoz û wefadar.. Belê, rast e û bela xêrnexwazên welatê
min bibin rewrewk..
  Bejnê! Her roj ez ji çayxaneya di orta bajarê Qamişlo de, li hat û çûyên çardiryanan temaşe dikim û pêre jî di dîroka bajar ya kevin û nû de diponijim.. Gelek caran bi tirs li rojên ayinde mêze dikim.. Ev tirs dihêle ku ez hezar rûpêlên spî ji bo te û bajarê xwe Qamişlo binivîsim û his û hestê xwe ji bo we bînim ziman..
  Bejnê! Min tev sikak û kolanên Qamişlo pîvane..! Kevirek di wan de nîne ku min nas nake..! Di ger û geşta xwe de, pêrgî gelek dêman hatime.. Lê dêmekî tenê jî ez nehjandime, wek ku dêmê te ez hejandime.. Tu zanî min çi divê? Min divê ku ez sênc bim ji gulistana te re, şax bin ji gulên te re, wênekêş bin ji wêneyê te re.. Erêbim ji serxwebûna Kurdistana xwe û te re..
  Bejnê! Ez ê ji bo te gelek tiştan binivîsînim; ew tiştên ku hêj nehatine nivîsandin.. Ez ê gelek çîrok û serpêhatiyan ji bo te û Kurdistana xwe bibêjim da ku penaberiya te sivik bibe.. Qey qedera min e ku ez di vî temenî de karibim van gotinên evîndariyê ji bo te, bajarê xwe Qamişlo û Kurdistana xwe birêsim, bihunim, bêjim, bibilînim, bidar vekim û wek kiras û xeftanekî bi ser bejin û bala te de berdim.. Tu jî ji min re şal û şapekî Botanî birêse da ku ez di roja referanduma Kurdistanê de bi ser bejin û bala xwe berdim..
 
  Erê Bejnê! Di navbera me de, dem û xem e.. Ne dem bêhna xwe vedike û ne xem bi dawî dibin.. Çiya jî, ji çûn û hatina pezkoviyan nawestin.. û ne peravên deryayê ji qûma derdora xwe aciz dibin.. Êş her ew êş e, li vir be û li wir be.. Û welat wek hina li ser destê bûkê ye.. De hela rabe sînga xwe ji pêlên nû re veke.. Bayê azadiyê nêzîk dibe, were em di roja 25ê ilonê de govend û dîlana serxwebûnê bigerînin.. Erê serxwebûnê.
 
Qamişlo 04/08/2017

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Komîteya Mihrecana Helbesta Kurdî ya li Wolfsburg, hezkiriyên peyv û risteya kurdî agehdar dike ku wê Mihrecana Helbesta Kurdî li roja Şemîyê di 25.10.2025 de li demjimêr 13:00 Uhr li Komeleya Çanda Kurdî li Wolfsburg lidar bikeve.

Çaxê ku her helbestvanek bivê beşdarî mihrecan bibe, em bi hêvî ne ku du helbestên…

Me bi rêya dost û nasan bêhistiye ku nivîskar û rojnamevanê navdar yê Çiyayê Kurmênc Mamosta Inayat Dîko nexweş ketiye û ev demeke li nexweşxaneyê ye û ji nivîsînê dûr ketiye.

Em jibo başbûna tenduristiya wî, di’ua û hêviyê ji Xudê dikin ku rewşa wî ber bi başbûnê ve biçe û di…

Ebdûlazîz Qasim

Piştî derbasbûna nêzîkî yazdeh mehan li ser rûxandina rêjîma Be’is li Sûriyê û hatina HTŞ li ser desthilata Sûriyê, wisa diyar dibe ku wê hîç niyazek erênî li hember çareserkirina pirsgirêka Kurdî nîne, û herwiha ku bi heman zihniyeta rêjîma berê dixebite û siyaseta li dijî gelê Kurd xudan dike…

Şukrî Şêx Nebî

te nedizanîbû..

Ku tu ..

piyala meya jiyanê bû ..!

mertala şewşenê

hember bêbextîyê bû

te nedizaîbû..

Jiyan bi te re

tam..

felat û welatek bû..?!

vê helwestê

vê helbestê

bi baskên hacîreşkan re

ma qey..

<p style="text-align:...