Helbestvan Nizar Yosif û Du Dîwanên Nû

Konê Reş
 
  Berî çend
mehan dû dîwanên helbestvan û hunermend Nizar Yosif ji Elmanya hîhane destê min,
mixabin ew derfet li cem min nebû ku li dor wan rawestim.. Herdu dîwan li
Hewlêr di sala 2016an de hatine çap û belavkirin. Yek bi navê (Kêferata
Paytexta Kor) û yek bi navê (Kedera Min) e. Di sala 2008an de jî dîwanek
mamoste Nizar bi navê (Rêwiyê Xewna Efsûnî) hatiye çap kirin.
 Dîwana (Kêferata Paytexta Kor), ji 126 rûpelan  û 53 helbestên kurt pêk tê. Dîwan li ser du beşan hatiye parkirin; beşê yekem welatperwerî, zimanhezî û niştimanî ye, beşê duyem li ser zîlana evin û civakê digere.. Min pêşgotina vê dîwanê nivîsandiye, fermo kitek ji wê pêşgotinê: (.. Awazên helbestên wî ji zargotina koçerên Mîran, çiyayê Qereçoxê Mosîsana, girê Êlim û çiyayê Bagokê dizên.. Alavên hunandina helbestên wî, hin caran ji payîzok, pend û diyariyan pêk tên.. Digel evîn, hezkirina mirovahiyê û zimanê welatê qedexe..)
  Belê dîwana (Kedera Min), ji 96 rûpelan û 49 helbestên kurt pêk tê. Bi pêşgotina mamoste M. Xelîl Mustafa (Bênav) hatiye xemilandin..
  Li gor şopandina min ji mamoste Nizar Yosif re ez wî wek helbestvan, hunermendekî hunera şêwekariyê û dengbêjekî deng xweş nas dikim.
  Ez ji dil van herdu dîwanên mamoste Nizar Yosif li xwendevanên zimanê kurdî pîroz dikim û hêviya berdewamiyê jê dikim.
Qamişlo, 14/7/2017

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mislim Şêx Hesen – Kobanî

Ziman ne tenê amûrek ragihandinê ye di jiyana mirovan de, ew di heman demê de stûnek bingehîn e ku nasnameya kesane û neteweyî li ser wê ava dibe. Di çarçoveya lêkolînên zanistî yên civaknasî û zimannasiyê de, ziman wekî pergalekî sembolîk û semantîk tê nirxandin ku rê…

Hozan Yûsiv
 

Ev gotar bi taybetî balê dikişîne ser statuya zimanê kurdî li Sûriyê di ronahiya geşedanên siyasî yên dawî de.

Pirsek heye ku pir caran di nîqaşan de derdikeve pêş:

“Heke Kurd zimanê xwe dixwazin, çima bi erebî dinivîsin û têkiliyê dikin?”

Di nihêrîna pêşîn de, ev weku pirsgirêkek zimannasî…

Riyad el-Salih el-Husên

Weger ji Erebî

Bessam Mer’ê

 

Me her tișt heye;

Milyonek nan ji bo milyonek birsî

Milyonek ramûsan

Ji bo Milyonek evîndar

Milyonek xanî

Ji bo Milyonek derbederan

Milyonek pertûk

Ji bo Milyonek şagirt

Milyonek nivîn

Ji bo Milyonek…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.

Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê…