Rapirsîn Li Herêma Kurdistanê

Rozad Elî
 
Li despêka miha
Pûşberê, Rêzdar Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê (HK) civînek li gel
partiyên Herêmê li dar xist û biryarên giring tê de standin.
 Ji bilî biryara hilbijartinên serokê Herêmê û
parlemana Kurdistanê ku dê li 6/11/2017an li dar bikevin; biryara
rapirsîna(refrendom) ji bo naskirina dilxwaziya gelê Herêma Kurdistanê di
serxwebûnê de jî hate standin. Rapirsîn wê di 25ê miha Rezberê (Êlûnê) de li
dar bikeve.
Tiştê ku ciyê dilxwaşî û vehesiya xelkê ye, hemî partî, sazî û dezgehên sîvîl û xelkê HK li ser pirsa lidarxistina rapirsînê erê dikin, bûye cihê kêfxwaşiyê û wek mafekî bingehîn û rewa dibînin.
Li beşên kurdistanê ên din jî nêrîn û helwestên erênî ji hêla partî, hêzên siyasî û saziyên sivîl derketin û hîn derkevin. Ew hemî rapirsînê rast û rewa dibînin û pişgiriya xwe jê re xuya dikin.
Ango gelê Kurdistan, bi hemî pêkhateyên xwe, bi çoşeke balkêş li kêleka biryara rapirsînê disekine û wê pesend dike. Ji ber ku rapirsîn şêweyekî rast û rewa ye di sîstema bidestxistina mafên siyasî ên demokrat de. Ew li gora rêzan û zagonên  navnetewî û  navdewletî ye. Di van sê dehsalên dawîn de, bi dehan miletên cîhanê mafê rapirsînê bi kar anîne, rewşa xwe ya siyasî guhertine û çarenûs kirine, di encaman de dewletine serbixwe jî hatine avakirin û lêmikurhatina navdewletî wergirtine; ji komarên Yekîtiya Sovyêtê de bigire û ta bigihê Başûrê Sûdanê.
Lê di gel helwestên gelêrî û sivîlane ên erênî û raya giştî ya cîhanî, helwestên rayedarên hin dewletên herêmê û derveyî herêmê di tenga rapirsînê re mijokî û ne erênî ne; hinek jê li dijî rapirsînê derdikevin, di serî de dewletên ku kurdan di nav de hatine parvekirin e. Her çar dewletên ku Kurdistan di nav de hatiye parvekirine li ser helwesta xwe ya dîrokî dimînin, li pêş azadiya gelê Kurd disekinin, jê re dibin asteng û dijber. Erê ew jî mîna hin dewletên mezin doza “parastina yekbûna xaka dewleta Îraqê” dikin; lê ew wê helwestê tenê wek behane bi kar tînin. Çinkî ji bingehê de pirsa hebûn û nebûna Îraqê û yekbûna wê ji wan re pir ne giring e; pirsa wan a sereke tirsa ji serxwebûna gelê kurd û beşekî ji Kurdistanê ye. Tirsa wan a bingehîn ew e, ku dor were ser wan û doza mafê gelê Kurd li her derekê bi ser bikeve.
Lê bi saya têkoşîna gelê Kurd a deh salan, xebata wî ya gewre û bê navber ji bo parastina hebûn xwe û mafên xwe ên rewa û têkoşîn û rola wî ya erênî li dijî têrorê, roja îro hemî gelên cîhanê rastiya hebûna gelê Kurd, rastiya rewşa wî ya mafdar, zulm û zordariya dîrokê ku dîtine, nas dikin, rewa dibînin û piştgiriya wî dikin. Lewre jî, roja îro li seranserî cîhanê, helwest û zemîneke siyasî e xurt ji bo pişgiriya gelê kurd afiriye û roj bi roj hebûna dewleteke serbixwe wek mafekî rewa tê pejrandin.
Rayedarên Herêma Kurdistanê jî baş tê digihên, ku pirsa kurdî li Kurdistana Îraqê bi du aliyan ve girêdayî ye; yek, Bexdad, a din jî helwesta Yekîtiya Netewan û Encûmena Ewlehî a Navnetewî ye. Loma jî ew seredanan ji Bexdadê kêm nakin û bi du xalan pêbend in;
Yek: Goftûgo bi Bedadê re, çinkî ew tekûz dikin û dibêjin, gerek e pirojeya serxwebûnê û pêkanîna wê bi şêweyên aştiyane û bi lihevkirina bi Bexdadê re pêk were;
Xala din: Erêkirna saziyên navdewletî û di serî de Encûmena Ewlehî ya Navdewletî ye.
Kurd ne kurdên sala 1925an e. Eger rapirsîna wîleyeta Mûsilê a xapînok ya wê demê kurd xapandin û serxwebûna wan sed salî bi şûn xist, lê rapirsîn 25ê pêşberê wê dengên gelê Kurdistanê ê rast û durust ji dewlet, raya cîhanî û ji Yekîtiya Netewan re bide naskirin.
Pişgiriya rapirsînê erkekî netewî û niştmanperwerî ye. Lê rapirsîn û ragihandina serxwebûnê bêtir bi xelkê Herêma Kurdistanê û rayedarên wî ve girêdayî ye. Çinkî ew ji kurdên beşên din baştir rewşa xwe dizanin û nas dikin. Serxwebûna Kurdistanê xewna her kurdekî ye; lê belê em zanin jî ku rapirsîn ne serxewbûne, ew ji hev cuda ne. Rapirsîn gavek e li ser rêyeke dirêj ji xebat, goftûgo, têkildariyê siyasî bi hemî dewletên herêmî û cîhanî re, û biryara raprsîn û serxwebûnê a dawîn ne jî ne li Enqerê, Tehranê û Şamêye, ew li Hewlêr û Bexdadê tê standin.
…………………………………………….

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî
Destpêk: Hilweşandina rêza kevneşopî ya têgihiştina nivîsê

Bi gotara xwe ya navdar «Mirina Nivîskêr» (La mort de l’auteur) ku di sala 1967-an de hate weşandin, teorîzanê wêjeyê yê fransî Roland Barthes yek ji herî kûr û bandorker guherînên di dîroka teoriya wêjeyê ya nûjen de pêk tîne. Gotara wî li dijî nêrîneke kevneşopî radiweste; nêrînek…

Di Şemî, 18.07.2026 de, Kombûna Zanyarên Azad li bajarê Düsseldorf ê Almanyayê sêmînerek zanistî û perwerdehiyê bi rêxist. Armanca vê çalakiyê ew bû ku çanda zanînê, ramanên rexnegir û girêdana navbera zanyar û ronakbîrên Kurd were xurtkirin.

Bername bi rêvebirina Rêber Hebûn dest pê kir. Di gotina xwe ya pêşwaziyê de, wî…

Rabhan Ramadan

Ez bi dilşadî û hesreteke bêdawî li benda dîtina wî bûm.. Di pêncê Hezîrana sala 2022an de, kurê min “Cenko” (Django) ji Viyanayê hat, ku li wir li zanîngehê dîplomaya xwe dixwîne. Ew û hevala xwe ya xwendkara zanîngehê hatin, da ku em bi hezkirin pêşwaziya wî bikin û em…

Fewaz Ebdê

Di dilê bajarê kevn de, ku rojekê ji rojan bedewiya ronahiya wî di ruwê asîmên re dida der, şev her tiştî dadiqurtîne. Bajar di nava tariyê de di xew ve çûye, ronahiyin lawaz di nav re diçirisin, lê êdî têra ronîkirina kolanên wî nakin; ew kolanên ku tije qelebalix û…