EBDILBAQȊ ELȊ
1-Çarçoveya Erdnîgarî, Stratejîk û Dîrokî
Qamişlo li bakurê rojhilatê Komara Sûriyeya ye, li xaça 37.30 pileyan a bakur û 41.13 pileyan a rojhilat, li bilindahiya nêzîkî 450 metreyan ji asta deryayê. Sînorê wê yê bakur bi Çiyayên Torosê ve tê girêdan, tenê yek kîlometre dûrî sînorê Tirkiyeyê ye û li hemberî bajarê Nisêbînê ya kurdistana Tirkiyeyê ye, herwiha nêzîkî sed kîlometreyan jî dûrî sînorê Iraqê ye. Avhewayê wê nerm e û barana zivistanê jî zêde ye, ji ber vê yekê ji mêj ve bûye cîhek guncav ji bo jiyan û çandiniyê, bi taybetî ji ber axa berdar û çemên herikbar.
Çemê Ceqceq, ku di dîrokê de bi navên Hermas an Hirmiz û Mîkdoniyos hatiye nasîn, di nav bajêr re derbas dibe. Ev çem ji kanî û avkaniyên Geliyê Bûnisra (Bonasra) tê, ku ji du kanî yên bi navên “Ava Reş” û “Ava Spî” li nêzî gundê Toptepe yê Kurdistana Tirkiyeyê derdikevin û piştî deh kîlometran li hev dicivin û ber bi başûr ve ber bi Sûriya ve diherikin. Çem berê bi du şaxan di nav bajêr re derbas dibû, paşê ber bi Hisiçayê ve diçû û piştî rêwîtiyeke 124 kîlometrî dikeve nav Çemê Xabûrê.
Qamişlo ji rêveberî ve girêdayî Parêzgeha Hisiçayê ye, û navenda wê ji çar navçeyan pêk tê: Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê, û Til Hemîsê. Navenda Qamişloyê bi xwe 122 gund û 13 zeviyên cotkarî dihewîne, rûberê bajêr bi xwe nêzîkî 38 kîlometre çargoşe ye, lê rûberê herêma wê ya rêveberî ji 23 hezar kîlometre çargoşe derbas dibe.
Qamişlo girêyeke veguhastinê ya stratejîk e li herêma Cizîrê. Ew bakurê Kurdistanê bi deriyê Nisêbînê ve, herêmên rojhilat ber bi Dêrikê ve, rojava bi riya Amûdê ve, û navxweyî (başûr) jî bi riya Hisiçayê ve girê dide. Xeta tirênê ya Rojhilat (Berlîn–Bexda) di wê derê re derbas dibe. Îstgeha kevn a trênê di sala 1928an de hat çêkirin, paşê îstgeheke nû jî hate avakirin. Balafirgeha Qamişloyê jî di dema Mîsyona Fransî de wek balafirgeheke leşkerî û sivîl hate avakirin.
Ji bilî girîngiya wê ya hevdem, Qamişlo û derûdora wê ji ber dewlemendiya xwe ya kevnar ȗ dȋrokȋ jî tên nasîn. Bajar li binê Girê Bedenê hatiye avakirin, ku cihê Nisêbîna kevnar e. Li derdora Qamişloyê gelek girên dîrokî hene: Girê Mozanê keyaniya Urkîşê ya Hurriyan vedihewîne, Girê Lêlanê ji serdema Akadiyan û Asûriyan e, Girê “Til Erebîd” (goristana qiralî), û Girê “Til Berak” jî ji serdemên kevn in.
2-Bingehên Damezrandinê, Plangirî û Demografî
Qamişlo ne hilbera kêliyekê dîrokî ya veqetandî bû, lê domdariya xwezayî ya bajarê Nisêbîna dîrokî bû, li kêleka Çemê Ceqceq. Herêm di dema hilweşîna Împaratoriya Osmanî de, têketina serdema Fransî, û damezrandina Komara Tirkiyeyê ya nû di sala 1923ê de di bin bandora guherînên mezin de bû. Damezrandina Qamişloyê bi rastî piştî kuştina Kaptan Rogan di Şerê Biyandorê (Tebax 1923) de dest pê kir; li wir Fransiyan li ser Girê Bedenê qereqoleke leşkerî ya parastinê ava kir.
Berî vê damezrandinê, axa Qamişloyê tenê dirêjkirina çandiniyê ya Nisêbînê bû. Tenê gundên belawela yên wek Enteriyȇ, Mehmeqeya, Nafkor, Hȋmo, Helaliyê, Cirmiz, Hilko, û Zenda li wê derê hebûn. Di sala 1922an de, Seyid Hesen, ji herêma Nisêbînê, li hemberî cihê ku îro Banka Navendî lê ye, kergoya xwe ava kir, û bi domdarî li wê derê ma heta ku di sala 1925an de wȋ kergoya xwe kir xanȋ, dûv re jî kir otêl û xwaringehek bi navê “Kergo”. Ew bû yekem rûniştvanê Qamişloyê.
Di heman demê de, destpêkên avakirinê bi Qesra Qedûr Beg, ku Qaimiqamê Nisêbînê û efserê Osmanî yê Kurd bû, di salên 1919-1920an de li qeraxa rojhilat a çem dest pê kir. Ji ber vê yekê li dora wê taxȇ “Taxa Qedûr Beg” pêk hat. Xwediyên van zeviyan her du malbatên mezin ên Kurd bûn: Malbata Qedûr Beg li qeraxa rojhilat, û Malbata Nîzam Edîn li qeraxa rojava.
3-Çarçoveya Fermî û Demografîk
Piştî kuştina Kaptan Rogan, Fransiyan Girê Bedenê wek cihê baregeha xwe ya leşkerî hilbijartin, paşê di 5’ê Tebaxa 1926’an de baregeheke herdemî ava kirin, û di 24’ê Îlona heman salê de dest bi plankirina bajarî li qeraxa rast a Çemê Ceqceq kirin. Xeta trênê ya Rojhilat di hilbijartina cihê bajarî de faktorekî biryardar bû.
Ev damezrandin bi xêzkirina sînorê Sûriye û Tirkiyeyê re hevdem hat, bi rêya: Peymana Enqereyê (1921), Peymana Lozanê (1923), Peymana Destnîşankirinê (1926), û Rapore Dawî ya Civaka Neteweyan (1930). Vê xêzkirinê xeta trênê kir dabeşkera her du dewletan, ku bû sedema dabeşbûna hin malbatan.
Piştî xȇzkirinê, Efser Tîrêh di 20ê Tebaxa 1926an de plana bajarî ya torî danî, û endezyar Karalembo ew pêk anî, ji ber vê yekê navê “Parîsa Biçûk” lê hat danîn. Mîşel Eldom pêşniyar kir ku erd belaş were belavkirin, ji ber vê yê penaberên ji Nisêbîn, Mêrdîn, Dêra Zorȇ, Heleb û gundên Suriyanî hatin cem hev, û sê taxȇn yekem (Qedûr Beg, Beşîrîyȇ, Navȋn) di sala 1926an de hatin damezrandin, ji qirêjî ber bi çîmentoyê ve pêş ketin, û Eldom bû serokê şaredariya yekem.
Desthilatdaran koçberȋ teşwîq kirin, ji ber vê yekê eşîrên kurd, hosteyên ermenî, bazirganên cihû, sûrîyanî, ereb û çerkez li wir kom bûn. Ji ber vê yekê nifûs ji 9,400 kesî di sala 1943’an de gihîşt 50 hezarî di 1960’an de û 93 hezarî di 1981’an de, û îro li navendê digihîje bihtirî 300 hezar kesî û li gundan jî bihtirȋ150 hezar kesî.
4- Çavkaniyên Aborî, Dahat û Jiyana Gel
Aboriya Qamişloyê li ser çandiniya genim, ceh, nîsk, nok û pembûyê ye û di vê de li Sûriya yekem e. Ev sektor di 1950an de bi alavên nûjen geş bû. Cihê wê yê stratejîk li ser rêya trêna Heleb–Mûsil bazirganî xurt kir (nêzî 450 dikanan), lê neft û gaz bi têra xwe sûd jȇ nehat wergirtin. Bazara wê navendek ji bo bakurê rojhilatê Sûriyeyê bû; têkiliyên wê yên bazirganî yên çalak bi Tirkiye û Iraqê re (Nisêbîn, Til Koçer) aborȋ geş kirin. Ev geşbûn bû sedema koçberiya bazirgan û karkeran ber bi Qamişloyê ve.
5-Binesazî û Karûbar
Berfirehbûna bêplana bajêr bû sedema qelsiya binesaziyê û windabûna cihên kesk li bajarê Qamişlo her weha ji ber xemsarî, nakokiya siyasî, tengasiyên darayî û nebûna dîtineke pêşdem, têkçûneke giştî di binesazî û xizmetguzariyan de dikişîne. Tevî ku pirekî hesinî yê Fransî di salên 1930’an de hatibû çêkirin û di 1960’an de bi betonî hate guhertin, lê kolanên sereke û yên şaxikî niha tijî kort in, ku kombûna ava baranê rewşa wan kambaxtir kiriye. Torên avrêjiyê yên ji salên 1960î ve nehatine nûvekirin, bûne sedema kombûna avên pîs û belavbûna nexweşiyan. Herwiha, ava pîs a nehatî paqijkirin ji bo avdana sebze tê bikaranîn, ku dibe sedema penceşêr û tîşa kezebê.
Av û Avrêjî:
Qamişlo ji bo ava vexwarinê xwe dispêre çar çavkaniyên mezin û 13 bîrên belavkirî: Îstgeha Hilaliyê (Navkor, 52 bîr, %75-80, ~50,000 m³/roj), Benda Sefanê (Dêrik, 48 milyon m³, ~19,200 m³/roj bi lûleya 475 km), Îstgeha Ewêcê (11 bîr, 8,520 m³/roj) û Îstgeha Ceqceq (6 bîr). Bi giştî rojê ~70,000 m³ av tê dabînkirin, lê av her 24 saetan bi nobeyê tê dabeşkirin. Krîza kronîk ji ber pîrbûna torgilokan, birîna elektrîkê û berfirehbûna bajêr çêbûye.
Elektrîk:
Qamişlo di sala 1939’an de bi biryarnameya jimare 298 û peymana Şaredariyê bi Ebdulqadir Hec Elî Beg re hat ronakirin. Enerjî ji torvegîloka niştimanî (Îzgeha Swediyê ya gazê 230 kV û Bendavên Firatê/Tişrînê) tê. Voltaja bi navendên Başûr û Bakur tê daxistin. Pergal ji têkçûnên xeta 230 kV dikişîne, lê demên dabînkirinê ji 1 saetê rabûne 8 saetan. Niştecih xwe dispêrin jenerator û enerjiya rojê.
Tendiristî:
Sektor ji kêmbûna alav û kadroyên pispor dikişîne. Nexweşxaneya Niştimanî ya nû piştî desteserkirina Rêveberiya Xweser, alîkariya darayȋ jê hat birîn û rêjeya xebatê %15 kapasîteyê derbas nekir. Nexweşxaneya kevin bû baregeheke leşkerî û dûre navendeke penaberan. Bihtir ji deh nexweşxaneyên taybet hene (Sûrî, Tîşî, Dar Elşîfa, Elrehme, Elselam, Elkindî, Nafiz, Elnûr, Elemel, Elkeiime, Elrazî, Ferman), lê karûbarên wan kêm in û bihayên wan jî giran in; lêçûna şevekê li lênihêrîna tund digihîje du milyon lîreyên Sûriyeyê, û fatûra giştî ji 600 dolaran derbas dibe. Û herwiha Nexweşxaneya Dil û Çav jî heye.
Perwerde û Plankirina Bajarî:
Ji mȇj ve Ji ber siyasetên marjînalîzekirinê yên serdestiya çandî ya erebî di warê perwerdehiyê de, sektor perwerdȇ rastî alozȋyeke mezin hat. Her weha di ser dema du rêveberiyê de jȋ dibistan hatine girtin. Hêzên “Rêveberiya Xweser” jȋ pȇșȋ dibistanên dewletȇ girtin, paşê jî dibistanên taybet ên ku rȇbaza xwendinȇ ya Rêveberiya Xweser red kirin, hatin girtin. Ev yek bijarteyên gel sînordar kir. Di warê zanîngehê de jî, li Qamişloyê tu zanîngeh an enstîtuya dewletî tune, ji ber vê xwendekar neçar in ji bo perwerdehiya bilind rêwîtiya parêzgehên din ên wek Şam û Helebê bikin, ku ev yek barê darayî yê malbatan zêde dike û êşa ciwanan kûrtir dike.
6-Dîmena Siyasî, Çandî û Pêşveçûn
Qamişlo wek paytexta siyasî û çandî ya tevgera Kurdî li Sûriyeyê tê dȋtin, ji ber ku ew navenda hêzên sereke yên Kurd e, tevaya aliyên siyasî yên Kurdî herҫend piҫȗk bin jȋ li Qamișlo cih digirin; heke partiyek piçûk xwedî du endam be, yek ji wan ji Qamişloyê ye, cihê konferans û civînên wan ên biryardar e, û cîhê wê yê erdnîgarî wê dike xaleke girêdanê ya girîng a di navbera Kurdistana Iraqê (bi rêya Deriyê Simalka) û Kurdistana Tirkiyeyê (bi rêya Nisêbînê) de. Di 26ê Nîsana 2025an de, li Qamişloyê Konferansa “yekȋtiya rêz ȗ helwesta kurdî” bi beşdariya 27 partiyan ȗ bi amadebȗna nȗnerȇ serok Barzanȋ, ȗ bi piştgiriya navneteweyî ya Fransî û Amerîkî; hat lidarxistin, ku di encamên de pergaleke federal li Sûriyeyê û nasîna mafên neteweyî yên Kurdan hat diyar kirin.
Rejîma berê, bi rêya saziyên xwe yên ewlekarî û Partiya Ba’s, li ser dîmena siyasî serdest bû û beşdarî cihêrengiya neteweyî û nijadî, bi taybetî li dijî Kurdan, dikir.
Herwiha, serdestiya yekalî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û rêveberiya wê jî berdewam bû.
Qamişlo di qada çandî de jî tevgerên pêşîn dît; sînema di salên 1920î de ket bajêr, û ji salona wê ya herî navdar “Sînema Şamê” (Kerbîs a berê, ku di sala 1950î de navê wȇ hat guhertin), “Sînema Şehrezad”, “Sînema Heded”, û “Sînema Fuad” (bi du şaxên havîn û zivistanê) bûn. Qehwexaneyên kevin ên herî navdar: Qehwexana Kerbîs (ji aliyê Baron Kerbîs Mîrabiyan di sala 1944an de hat damezrandin, cîhê rûniştinê ji bo rewşenbîr û siyasetmedaran bû, û heta îro jî wê navê xwe parastiye), Qehwexana Neceme (vedigere serdema desthilatdariya Fransî), û Qehwexana Koyê (wekî bîrdareke dîrokî û guhê dîroka bajêr tê nasîn). Di warê rojnamegeriyê de, rojnameya “Xabûr” di sala 1951ê de bi sernivîsariya Saeid Ebulhesen û Cork Heremûş derket, paşê rojnameya “Sewt Elcezîre” di sala 1954ê de ji aliyê Ebdulhemîd Tayyare ve, û rojnameya “El-Şerq El-Erebî” ji aliyê Welîd Cabî ve.
Ji aliyê tevgera çandî ya Kurdî ve, bajar gelek weşanên siyasî û çandî yên Kurdî dîtiye, ku piraniya partiyên Kurdî weşanên xwe yên navendî li Qamişloyê çap dikirin, ligel Belavokên herêmî yên taybetî Cizîrê, ku ya herî girîng Belavoka “Roj” bû, ku ji aliyê Komîteya Herêmî ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriya (Partî) li Cizîrê heta sala 2010an dihat çapkirin, û mijarên cihêreng (karûbar, ramanî, dîrokî, çandî û kevneşopî, digel hin mijarên siyasî carinan) dihewand. Herwiha di dawiya salên 1970î û destpêka 1980î de li bajêr komên folklorî yên Kurd (Narîn, Xanî, Xelat, Medya) hatin damezrandin, ku di parastina mîrateya neteweyî ya Kurdî de roleke bingehîn lîstin û ahengȇn cejna Newrozê ji taybetmendiya xwe ya veşartî (di odeyên girtî û koxan de) veguhestin ser dik û qadên vekirî yên xwezayê. Di salên 2000-2011an de, Qamişlo tevgerek çandî ya Kurdî ya berbiçav dȋt, ku di nav de damezrandina forum û komîtên çandî û perwerdeyî hatin damezrandina:
- Foruma Celadet Bedirxan ya Çandî: di destpêka salên 2000î de hate damezrandin wek cîhek diyalogê ku daxwaza mafên çandî, wek nasîna zimanê Kurdî, kir.
- Kojka Qamişlo ya Çandî: di sala 2006an de ji aliyê komek rewşenbîr û çalakvanan ve hate damezrandin, û danişînên xwe yên ku mijarên ronîker ên wek veqetandina olê ji dewletê û rola jinan, ligel dersên dîrokî û zimannasî û danişînên folklorî û helbestî li dar dixist.
- Komîteya Weşanên Kurdî: çalakiyên wêjeyî û bîranînê rêk xist.
- Komîteya Fȇrbȗna Zimanê Kurdî: di 15ê Tîrmeha 2003an de hate damezrandin û rȇbazeke taybet ji bo fȇrkirina zimanê Kurdî amade kir, û weşanên demkî yên bi navê “Ziman” derxist, û gelek komȇn ji xwendekaran ser destȇ wȇ hatin derҫȗn.
- Festîvala Helbesta Kurdî: ji bo bîranîna helbestvan Cegerxwîn tê lidarxistin, ku pêla wê ya yekem di sala 1993an de hat lidarxistin û heta îro jî berdewam e; pêla 23emîn di sala 2018an de, pêla 29emîn di sala 2024an de, û pêla 30emîn di Cotmeha 2025an de bi beşdariya 50 helbestvanan hate lidarxistin.
Bûyerên siyasî yên xwînî: Şehîdbûna Mihemed Emîn Adê bi gulebarana hêzên ewlekarî yên Sûriyayê li Şamê di dema xwenîşandana ber bi Qesra Gel ve ji bo destûrdana pîrozkirina Newrozê piştî qedexekirina wê ji aliyê saziyên ewlekarî yên paytextê ve. Lê merasîma veşartina cenaze wergeriya nav protesto û xwenîşandanekê, ku bû sedema şopandina çalakvanan ji aliyê ewlekarî yên Sûriyayê ve. Di 12ê Adara 2004an de, Serhildana Qamişloyê piştî maçeke futbola di navbera tîma Qamişlo (Cîhad) ȗ tȋma fitȗyȇ ya dȇra zorȇ de dest pê kir, ku maç veguherî protestoyên siyasî, di encamê de dehan kes șehȋd û birîndar bûn. Ev bûyer wek guherîneke mezin di têkiliya Kurdan û rejîma Sûriyeyê de tê dȋtin. Di encamê de, hêmanên hin eşîrên Ereb li dijî Kurdan tevgerîn, û dikanên Kurdan li bazara bajêr hatin talan kirin. Ewlekarîyên rejîma berê bi gurkirina tevlȋhevȋ ȗ fitneyê li dijî Kurdan, bûne sedema girȗmeke giştî. Di Newroza 2008an de, di şeva cejnê de, hêzên ewlekarî yên Sûriyayê li ser pîrozkaran gule barandin, ku ev yek bû sedema şehîdbûna sê kesan (Mihemed Yehyê Xelîl, Mihemed Zekî Remedan, Mihemed Mehmûd Husên) û birîndarbûna pênc kesên din. Herwiha êrîşa li ser pîrozkarên ji cejna Newrozê vedigeriyan li gundê Hêmo jî pêk hat. Di 10ê Gulanê 2005an de, Şêx Mihemed Meşûq Xeznewî hate revandin, û piştî bîst rojan cenazeyê wî li Dêra Zorê hate dîtin û li ser laşê wî nîşanên eşkenceyê yên giran hebûn, ku ev yek bû sedema pêla xezeb û xwenîşandanên li Qamişloyê ji bo eşkerekirina çarenûsa wî.
7-Qamişlo û Şoreşa Sûriyeyê
Di destpêka Şoreşa Sûriyeyê de (Adar 2011), Qamişlo bi beşdariya rasterast di xwenîşandan de çalak bû. Di Tebaxa 2011an de, xwenîşandeneke bi dehan hezar kesan derket, ku Peykerê Hafiz Esed hilweşand.
Gava şoreș wergeriya nav şerê çekdarî, Qamişlo ket bin bandora HSD’ê, digel ku beşek ji bajêr di destê Hikûmeta Sûriyeyê de ma. Di 27ê Tîrmeha 2016an de, DAIŞ’ê êrîşeke bi kamyoneke bombebarandî kir, ku 53 kes mirin.
Di Kanûna Pêşîn 2024 de, bi hilweşîna rejîma Esed re, Qamişlo bi tevahî ket bin destê Rêveberiya Xweser. Di 26ê Çile 2026 de, Rûsya dest bi vekişîna hêzên xwe ji Balafirgehê kir.
“Di navbera salên 2012 û 2016an de, Qamişlo gelek êrîşên bombebaranê dît. Di 30ê Îlona 2012an de, otomobîleke bombekirî li ofîsên ewlekarî hate teqandin. Herwiha di 15ê Kanûna Pêşîn 2024 de, êrîşên hewayî yên Îsraîlê Balafirgeha Qamişloyê û Firqeya 54 bombebaran kirin, ku bû sedema wêrankirina mezin.”
8-Pêşniyar û Sedsala Yekem: Ber bi Sedsaleke Duyem
Di sedsala xwe ya yekem de, Qamişlo pêwîstî bi çareseriyên bingehîn heye: guhertina tevahî ya torên avê û avrêjiyê; dabînkirina çavkaniyên enerjiya berdêl; vejandina nexweşxaneyan; şerê gendeliyê; piştgirîya perwerdehiyê; û parastina jȋngeh ȗ mîrateya çandî û dîrokî.
Ev mîrateya dîrokî rehên xwe di nav navê bajêr de vedişêre; bi Kurdî tê wateya “cihê gamêşan”,yan cihȇ “qamîş lê”. Tevî cudabûna navan, ya herî girîng di hevjiyana aştiyane de ye, ku wê kiriye modeleke bêhempa, ku tê de çandên cihêreng di nasnameyeke herêmî ya yekbûyî de heliyane.
Bi ketina sedsala xwe ya duyemîn, Qamişlo berpirsiyariya parastina vê mîrateyê hildigire, ne tenê wek bajarokekî dîrokî, lê wek modelek ji bo cihêrengiyê. Sedsala wê ya yekem ne tenê pîrozkirina plangirîyeke bajaran e, belkî xwendineke nû ya dîroka wê ye, ku Qamişlo bûye û her tim jî mala hemûyan e.
“Pêdivî ye ku projeyên avakirina santralên nûjen ên paqijkirina ava pîs û ji nû ve bikaranîna wê ji bo avdaniyê were destpêkirin. Herwiha, pêdivî bi vekirina zanîngehek dewletȇ li Qamişloyê heye, da ku ciwan neçar nebin ku ji bo xwendina xwe ya bilind biçin bajarên din. Parastina mîrateya çandî û dîrokî jî divê bibe pêşînek.”