Dr.
Ehmed Xelîl
Ehmed Xelîl
Werger:
Heyder Omer
Heyder Omer
Dîrokzan Şeref Xan Bedlîsî
(Destpêkên raman netewî
kurdistanî)
kurdistanî)
Şeref Xan Bedilîsî ne tenê xemxwerê reha
miletê Kurdu, erdnîgariya Kurdistanê, kesayetiya kurdî û rewşa olewerî û çandî
ya civaka kurdî bû, belê bi ser de xemxwerê rewşa abûrî û polîtîkî bû jî.
miletê Kurdu, erdnîgariya Kurdistanê, kesayetiya kurdî û rewşa olewerî û çandî
ya civaka kurdî bû, belê bi ser de xemxwerê rewşa abûrî û polîtîkî bû jî.
Yekem. Rewşa abûrî:
Abûr, polîtîk û çand sêlingên dîrokî hevbest in, mîr Şeref Xan, li gor pîvanên serdema xwe, siyasetmedarê zana, û rewşenbîrê payebilind bû, ji ber vê jî xemxwerê abûriya Kurdistanê bû. Li ser vê yekê wusa dibêjê: “Ji ber ku zeviya herdu îyaletên Kurdistanê û Luristanê çiya bûn, û daristan û darên wan pir bûn,û berhema wan zeviyan têra nişteciyan nedikir, wan nişteciyên, ku ji yên îyaletên din, pirtir bûn, ji bo debara jiyana xwe, ji hemî miletên din bêtir cefa didan, û pir diwestiyan. Ez pir pê de naçim, ku eger bibêjim: Ewana ji miletên din bêtir qayîltir in,û bi jiyana xwe razî ne, piraniya wan dema xwe bi berevkirina garisî dibûrin, û wusa xwe perewerde dikin, ku ji bo gepek nan, û civandina diravan, destên xwe li ber mîrên dewletê û xwedî sermiyanan, venegirin”([1]).
Şeref Xan, wusa bi hûrbînî, rewşa abûrî ya Kurdistanê û belengaziya Kurdan, di serdema xwe de, û cefayê wan ji bo gepa rojane, şirove dike, û weha diçe, ku du sedemên wê rewşê hene:
Sedema yekem. Êkologî ye: Piraniya zeviya Kurdistanê çiyayên dijwar û daristan in, ekologiyeke wusa, nikare bêtirî hewceyên jiyana nişteciyan berhemdar be, da hinek were firoştin, û rewşa abûrî geş bike, bi ser de jî awayên çandinê li tevayê rojhilata navîn, wê demê gelek kevin û paşvemayîn bûn.
Sedema duwem: Polîtîkî/pisîkologî ye: Fînanse di destên mîr û pêşewa û kesên wan de bûn, mirovê Kurd, ji bo rûmeta xwe, xwe li pêş mîran aû pêşewayan sernizim nedikir, da piçek fînanse werbigire.
Rewşa polîtîka hundir:
Xuya ye, ku Şeref Xan, bi bandora nakokiyên dijwar di nav Kurdan de ji bo desthilatê, bê hêvî ma bû, bêhêviya wî gîhabû wê pileyê, ku bawer bike, ku ev diyardeya ne baş, di nav miletê Kurd de, bûye taybetiyeke herhey, û berhema xwerazîtî û mêldariya tekekesiya kesê Kurd e, pê re jî dibêje: “: “Kurd hatine afirandin, ku ji hev dûr û perçe bin, ji bo hev ne alîkar bin, guh li hev nekin, yekîtî û rêkeftin wan li gel hev nabestînin, wek ku cenabê rêzdar (Mewlana Se-iddîn)mamosteyê Murad Xan di pirtûka xwe ya dîrokî de, ya bi zimanê tirkî li ser bûyerên Osmanî , dupat kiribû, gava li ser wan gotibû:Kurd xwedî boçûnên sitemkarî ne, her yek alaya tekekesîtiyê hildide, li gor daywaza xwe, hezkirina azadiyê û serbilindiyê û xweseriyê, xwe bi tepelên çiyayên xwe diparêzin, û ji bilî ola îsalmê, li ser tiştekî din li hev nakin”([2]).
Şeref Xan weha bawer dikir, ku nebaşiya rewşa gelemper a Kurdistanê, encama nebaşiya rewşa polîtîkî, û nebûna desthilata polîtîkî kurdî, ya kar û barên wan organize bike, û li hevnekirina wan bo rêvebirekî polîtîkî ye. Ji bo vê yekê dibêje:”Ji ber ku heya naka di nav Kurdan de kesekî, ku bi gotina wî bikin, û hukumdarê wan be, nîne, piraniya wan xwînrêj in,û qeşefiyan (laqirdiyan) bi rêbazên ewlehiyê dikin, û ji bo erzantirîn û hêsantirînên sedeman hêrs dibin, pê re jî tawanên giran ji bo çewtiyên erzan û gunehên biçûk, dikin”([3]).
Şeref Xan bi bîr tine, ku hinek penahên polîtîkî Kurdî hebûn, lê êlî bûn, û desthilata wan tenê digihêste deverên, ku ew êl (ѐşîre) lê cîwar dibû, û hilnekşî asta dewleta netewî / niştimanî, û weha dibêje: “Rewresm ew bû, ku hukumdarên xwedî ѐşîrên pir û êlên mezin bi navên êlên xwe dihatin navandin, wek ku dihate gotin:Hukumdarên Hekarî, yên Soran, ên Baban, ên Erdelan, û hukumdarên kelehan û gundan û bajarên biçûk, bi navên wan deveran dihatin navandin, wek ku dihate gotin: Hukumdarên Hisin Keyfa, yên Bedlîs, ên Cizîrê, yên Hezo û yên Egîlê û hwd”([4]).
Sêyem: Têkiliyên polîtîka derve: Şeref Xan têkiliya navbera penahên polîtîkî li Kurdistanê, ji hêlekê da, û hukumdarên şahnişînên mezin, ên cîranên Kurdistanê bûn, ji hêla din de,li qelem dan. Hukumdarên wan şahnişînan, bi mukurlêhatina hukumdarên Kurd bo desthilata wan, û dana baceyê bi awayê diyariyan qayîl dibûn, û haydar bûn, ku şerê Kurdan nekin. Lê gava şerê Kurdan dikirin,diketin ber bazdan û ziyanên giran. Şeref Xan wusa rava dike: “Sultanên gewre û qeralên comerd destên xwe, ji bo dagîrkirinê, nedan ser Kurdistanê, ew bi baceyên wek diyariyan, û mukurlêhatina hukumdariya wan û sozgirtina, ku dê ji wan re alîkar bin, û parastina hevbendiya li gel wan, qayîl bûn. Kurdistan bi vî awayî xweser ma, û neket bin desthilata ti dewletan, û eger hukumdarekî yan jî sultanekî bixwasta dest bide ser Kurdistanê, pêrgî dijwariyan dibû, têk diçû û baz dida, û eger dest bida ser hin tişt û deveran jî, ew deveran bo xwediyan vedigerand([5])”.
Boçûnên Şeref Xan liser xweseriya mîrnişînên Kurdî, di serdema wî (sedsala 16 m) de, rast bûn, lê sultanên Osmanî, di pey re, polîtîka xwe di tenga mîrnişînên Kurdî re guhertin, û dest avêtin xapandin û durûtiyê û sitemê, bo xweseriya wan mîrnisînan ji holê rakin, û hino hino bixin bin hukumdariya Osmanî ya yekser, tenê herdu mîrnişînên Bedlîs û Botan mabûn, û di nîvê sedsala (19 m) de, dest dan ser wan jî.