Pirtûkek nû serkeftinek mezin

Pirtûkek nû ji aliyê helbestvanê navdar û gewre Birahîm Mela Qasim ve
hatiye çapkirin bi navê ciwankariya helbesta kurdî (lêkolîn).di vê pirtûkê de
lêkolînek kûr û berfereh li ser pêlewaz û sazbendkirina helbesta kilasîkî ya kurdî
kiriye û bingihên her pêlewazekê ku ji çend movikan tê avakirin li gel
kîtekirina wê û çend bir tê de hene û li ser barê (qafiye)jî baş rawesta ye û
şirovekirina her pêlewazekê bi çend minakan ji helbestên helbestvanên kilasîkî
yên navdar wek: Cizîrî , Ehmedê xanî , feqhê teyra , Cigerxwîn , Tîrêj û yên
din zengîn kiriye .
Ev pirtûk cihê şanazî û serkeftinê ye him ji bo zimanê kurdî û zengînkirina pirtûkxana kurdî û him ji bo çi helbestvanekî kurd ku xwe di warê helbesta kilasîkî de dibîne pêwîste ku vê pirtûkê bixwîne û sûdê jê bigire him di aliyê zazbendiyê de û him di aliyê pêlewazkirinê de ji bo tu arîş û astengî li ba wî ne mînin da ku karibe helbestên xweştir û naziktir bihûne .
Ji ber vê yekê ez ji dil û can pîrozbahiya heval û birayê min î hêja helbestvan Birahîm Mela Qasim dikim ji bo vê pirtûka wî ya nû li gel serkeftin û pêşketinê û li gel daxwaza pêşketinê ji bo her helbestvanekî kurd .
Lazgîn dêrûnî 23.6.2017 Swîsra

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…

Merwan Mistefa

Îro 02.11.2025 biserperiştiya Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd,simînarek birêkupêk li bajarê Essen li Alemaniyayê hat lidarxistin bi navê Rola Sînema dîkomêntar di tevgera gelê rizgarîxwaz de ya hêja Dr .Brahîmê Mehmûd e ku dor 3ê katjimêran dirêjkir di nav re jî filemek dîkomentar li ser serbor û…

Fewaz Ebdê

Min dît

Pezkovî

Bi pênûseke ji qiloçên xwe

û ximaveke ji toza rê

namekê li hewa dinivîse.

Demê xwe di bêrîkeke asîmên de veşartibû

Daran xwe fêrdikirin

çawa bigirîn

bêyî ku yek pelî biweşînin

Ne…

Firyal Hemîd

Berbang bû kitikên demjimêrê di bêdengiya hundir de, bilind dibûn, pêre jî ew ramanên Wek girêkeke xirboqî lihev geryayî, ji hev venedibûn.

Gerek çi bikim?

Her ji xwe dipirsî û pirs jî bê bersiv dima.

Gelo wê veger biryareke rast be?

Zarok bi cih bûne, her…