Konê Reş û Pirtûkek Nû

  Di van rojan de pirtûkek nû li berhemên
mamoste Konê Reş zêde bû. Ev pirtûk bi navê (Ji Geşt û Serdanên Min)
e. Konê Reş di vê pirtûkê de geştên xwe an gerên xwe yên dervî Rojava û Sûriyê
bi firehî şirove kirine; çima çûye? Çi dîtiye, kî dîtiye û çi kiriye bi zelalî
nivîsandiye..
  Di pêşgotina xwe de jî wiha dibêje: (Li gor ku ez serwextî toreya ereba me, nexasim a ku
ew binav dikin; Toreya Gerê an Toreya Geştê, min jî xwest ku ez van her heft
gerên xwe an geştên xwe wek pirtûkekê ji xwendevanên zimanê kurdî re amade
bikim ji çapê re..).
  Mamoste Hejar Îbrahîm jî, di pêşgotna vê berhema Konê Reş de wiha dibêje: (Li gorî ku min dîroka toreya fransî bi berfirehî xwendiye û ez niha li zanîngeha Feratê jî ji şagirtan re şirove dikim, ez bi kurtî dibêjim ku di çerxê 15 û 16an de toreya geştê bi pesnê dîtinên mezin yên Shristopher Columbus û James Cook destpê kiriye, di çerxê 17an û 18an de jî, ev tore bi rengekî perwerdeyî û rewşenbîrî geşbûye û ev yek di nameyên Montesquieu, berhemên Voltaire û Francis Bacon de xweş diyare û di serdema romantizmê de, çerxê 19an, torevanan berê xwe dane rojhilata bedew û bi dîmenên wê helbestên xwe xemilandine mîna Nerval, Lamartine û Gustave Flaubert.. Vêca dema ku gerokekî mîna Konê Reş; torevan be, lêkolîner be û berî her tiştî aşiqê ziman, wêje û kevnetora gelê xwe be, bêguman ew ê çirayekê di tariyê de vêxîne. li gor ku ez Konê Reş ji nêz ve nas dikim, wî tev jiyana xwe ji ferhenga kurdî re terxan kiriye û ev yek xweş diyar û belû ye, di gerên wî/ an geştên wî yên ku hin ji wan dûrî kurdewariyê ne, lê wî bi zîrekbûn ta bi wan geran jî, xistiye xizmeta kurdewariyê de, wek geşta wî a 20 rojan li Beyrûtê… Ez nebawerim ku pêdiviya mamoste Konê Reş bi pesnê min hebe, pirtûka di nav destê we de, xweş dîdevan e ji pesnê wî re û xweş nimûne ye ji toreya geştê re di nav kurdan de.).
Pirtûk ji 164 rûpelan pêk tê, mamoste Hejar Îbrahîm pêşgotinek jêre nivîsandiye, li Qamişlo hatiye çapkirin / 2017.
Qamişlo 30ê gulanê 2017
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mislim Şêx Hesen – Kobanî

Ziman ne tenê amûrek ragihandinê ye di jiyana mirovan de, ew di heman demê de stûnek bingehîn e ku nasnameya kesane û neteweyî li ser wê ava dibe. Di çarçoveya lêkolînên zanistî yên civaknasî û zimannasiyê de, ziman wekî pergalekî sembolîk û semantîk tê nirxandin ku rê…

Hozan Yûsiv
 

Ev gotar bi taybetî balê dikişîne ser statuya zimanê kurdî li Sûriyê di ronahiya geşedanên siyasî yên dawî de.

Pirsek heye ku pir caran di nîqaşan de derdikeve pêş:

“Heke Kurd zimanê xwe dixwazin, çima bi erebî dinivîsin û têkiliyê dikin?”

Di nihêrîna pêşîn de, ev weku pirsgirêkek zimannasî…

Riyad el-Salih el-Husên

Weger ji Erebî

Bessam Mer’ê

 

Me her tișt heye;

Milyonek nan ji bo milyonek birsî

Milyonek ramûsan

Ji bo Milyonek evîndar

Milyonek xanî

Ji bo Milyonek derbederan

Milyonek pertûk

Ji bo Milyonek şagirt

Milyonek nivîn

Ji bo Milyonek…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.

Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê…