Ji Vî Welatî Dernakevim

Vejîna Kurd
Rojê bersiva xwe ji pirsên avahiyên bêdeng û bajarê xulmaşbûyî re dadimalî, û şevê
hêdî hêdî konê xwe yê tarî vedigirt. Di odeyeke biçûk de ku tenê textek, masek,
du piyal û çar dîwarên tazî dinalîn, Şiyarê bîstûçar salî xwe li ser têxt dirêj
kiribû û bi piyala êşên temendirêj diponijî. Di xwelîdankeke hesinî de termên
cixareyên rêzkirî baweriya mirov bi jiyanê avêtibûn pişt xwe, li ser masê mûmek
mîna dilê evîndarekî dilguvaştî diçûrisî, û li aliyê din jî pênûseke ku ji
nalîna tîp û bêjeyan westiyabû û lênûseke ku di hindur xwe de çîroka evîniyeke
bê dawî tomar kiribû, hebûn. Li her êvarekê Şiyêr xwe mîna nasikekî bi ser
rûpelên lênûsê de xwar dikir û hestên xwe yên têrêş û çîroka evîniya xwe ya
bêdawî li ser xêz dikirin.
Belê.. Du sal in êş û xeman hêlûna xwe di gewriya temenê Şiyêr de ava kiribû.. Du sal in, demên  wî tenê bîranînên şewitî û bîrêkirina hembêza yarê û hilma deşt û çiyayên welêt bû.
Berî du buharan Şiyêr pir hêvî di tûrikê dilê xwe de dane hev, xatirê xwe ji destgirtiya xwe xast, û mîna pir xortên welêt sînor gav kirin û bi mebesta jiyaneke xweştir û aramtir berê xwe da welatê hêvî û xewnan..
Şiyar berkenî bû û bi xwe re got: Haaaa welatê hêvî û xewnan.. hêviyên çi û xewnên çi?!! jiyana di bin çand û olên biyanî de dibe mîna ewrekî stewr, ne baranê dide ne jî sahiyê peyda dike, ew mîna hîmekî giran wateya jiyanê ya rasteqîn di bin xwe de pûç dike. Ne welat û ne jî dost û yar.. ma jiyan bo çi ye?!
Jiyana bê liv û tevger mirin bi xwe ye, ma qey mirin bi zengil e?!! Min soz dabû yarê ku ezê mafê penabertiyê li vir bistînim û wê wînim cem xwe, û hîn tu gupikên omîdan di wî warî de nebişkuvîne. Min dê û bavê xwe, yar, welat û her tiştekî xwe li şûn xwe hîştin. Li vir tenê bêdengî û tenahî heval û dostên min in, roj û şev mîna pelên payîzê ji dara temenê min diweşin.. Ciwaniya min li siha welatekî biyan dimiçiqe.. Çi heyf e looo!
Hîn Şiyar di ramanên xwe de digevizî zengilê telefona wî lêda, ew destgirtiya wî bû, rûyê xortê evîndar mîna zeviyekî tî ku li benda dilopên baranê be  geş bû, û got: Yarê! Ev tu yî? Ez ji zû ve li benda telefona te me.
Wê bi dilekî sar lê vegerand û got: Erê ez Hêvî me, min xwest bi te re bipeyivim û tiştekî ji te re bêjim berî ku kesên din te pê agahdar bikin..
Şîyêr got: Bibêje delalê! Ez guhdariya te dikim.
Wê got: Çîrokeke evîndariyê ji ya Mem û Zînê xweştir di navbera min û te de hebû, mixabin te tiştine din ji xwe re kirin armanc û tu li pey leylanan bezî, ev du sal in ez li benda te me, rûyê min mîna pelên daran zer bûye. Şiyaro! Te yara xwe ji gur û roviyan re hîşt û nalînên dil piştguh kirin. Te çi xwelî li serê me kir. Dê û bavê min biryar dan ku min bi yekî din re bizewicînin..
Ew gotina mîna aveke sar bi ser Şiyêr de hat, kire qêrîn û li xwe dixist.
Bi wê qêrîniyê re Şiyar ji xew hişyar bû, çavên wî kujûlî bûbûn, rûyê wî zer bûbû, lê ew hîn li ser xaka welatê xwe bû, û çentê ku wî bo koçberkirinê amade kiribû, hîn li cihê xwe dinalî, û bi ustuyekî melûl xatirê xwe ji dîwaran dixwest. Belê.. xewna ku Şiyêr dîtî strana beyaniyê digot, awaz û peyvên wê yên bêzar tîbûna dil û hişê wî avdidan û riya rast jê re xuya dikirin.. Di wê kêlîkê de hevalrêyê wî hat û got: Şiyaro! Rabe divê em îşev sînor derbas bikin û ji vî welatî herin..
Şiyar bi vîn û baweriyeke bêhempa lê vegerand û got: Ji bo xaka xwe û yara xwe ez pir evîndar û bengîn im. Bira! Biryara min a dawî ew e ku heya ez hebim, ezê berevaniya xak, yar,  milet, çem û zinarên welatê xwe bikim û ji vî welatî dernakevim.. dernakevim.
……………………………………
13.5.2017

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mehmûd Abbas

Bi dehsalan e ku di beşeke berfireh ji gotara ramyarî û çandî ya Kurdî de, nûnerê Kurd Hesen Xeyrî Beg wek yek ji wan kesan hatiye pêşkêşkirin ku navê wan bi «welatfiroşiyê» ve hatiye girêdan. Ewqas ku hemû jiyana wî di helwestekê de hatiye kurtkirin; helwestek ku wî di yek ji hestiyartirîn û…

Bavê Zozanê

Îro 23.08 2026 li Essen ê li Almanya, kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi beşdariyeke berfireh ji endaman di atmosfêreke erênî de û bi giyanekî berpirsiyarî hat lidarxistin.

Di kongir de endamên saziyê ji Almanya, Sûriye, Kurdistana Iraqê, Norwêc û Keneda û…

Silêman, Bavê Sîpan
Dayê tu mestire
Ji hemî Gotinan
Tacek ji lal û zêr
Li ser serê mine

Carkê tu soz bide
Min bi tenê nehêle
Durbûne te ji min
Deryayek bê pêle

Çiqas pesn bidim
Ji bo te hindike
Yek dîtin ji te …
Bûharê geş dike

Tu mestire mestir
Ji pesn û Gotinan
Bihuştê qet nabim
Kû tu li ba mine…

Tarî nabe li min
Tu yê Find û Çirea
Ez penaberim…

Şivan Elwan

Kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî Ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê îro di 23ê Tebaxa 2026an de li bajarê Essenê yê Almanyayê bi serkeftî hate lidarxistin û bi dawî hat
di vê kongirê girîng de gelek endam û nûnerên Yekîtiyê beşdar bûn hin ji wan bi awayê rasterast hatin amade bûn û hinên din…