Ji Evîna Rojên Kevin 110 .. Çûna Hotêla Baron li Helebê

Konê
Reş
 
  Ji mêj ve min
divîbû herim Hotêla Baron ya navdar li Helebê. Ewa ku her dem têkoşerên azadiya
Kurdistanê, di sala 1926/1927 an de lê dibûn mêvan û bidim ser şopa Mîr Celadet
Bedirxan û hevalên wî dema ku haziriya damezirandina (Komeleya Xoybûnê) dikirin.
  Hotêla Baron;
ji hotêlên herî kevnar û navdare li Sûriyê û Helebê. Ev hotêl di sala 1909 an
de hatiye vekirin, di sala 1911 an de qata duyemîn di ser re hatiye
bilindkirin.
  Xwediyên wê du birayên Ermenî, ji malbata Mezlûmyan in. Kolana ku hotêl li ser hatiye avakirin, di sala 1946 an de bi rengekî fermî navê wê bûye kolana Baron. Berê, bi navê kolana Goro dihat naskirin. Gotina Baron bi zimanê Ermenî bi wateya (Birêz e).
  Hotêl wek dîdevanekê ye ji dîroka Ewropiyan re ya ku bi Rojhilata Navîn û Sûriyê ve girêdayî ye. Ji ber ku gelek kesayetiyên navdar ji qiralan, serokkomaran, wezîran, nivîskaran, zanyaran li vê hotêlê bûne mêvan û problemên xwe tê de gengeşe kirine wek: Qral Feysel, qralê Swêdê, Şahê Îranê, Laurence Ereban, Charles De Gaulle, Cemal Abdulnasir, Hebîb Bûrqêba, Kemal Ataturk, Mîr Celadet Bedirxan û hevalên xwe dema ku wan û Ermeniyan bingehê komeleya Xoybûnê datanîn û her wiha gelek kesayetiyên din.
  Li hotêlê ez çav bi xwediyê wê (Armên Mezlûmyan) ketim, yê ku navê wî li ser navê bapîrê wî Armênê mezin, damezrênerê hotêlê hatiye danîn. Min xwe pê da naskirin ku ez nivîskarekî Kurd im, li dor malbata Bedirxaniyan û rola hotêla Baron di girêdana pêwendiyên Kurd û Ermenan de dixepêrim. Wî, qehweyek ji min re xwest û ev diyalog di nav me de çêbû. Min jê re got:
– Ji sala 1926/1927 an û pê de hotêla we (Baron) li Helebê xweş pir û bêhinvedan bû ji endamên ku komeleya Xoybûnê re, ew ku di 5ê çêriya pêşî de sala 1927an de li Libnanê bajarê Bhemdûnê hatiye damezirandin.
  Di wê salê de, Mîr Celadet Bedirxan, Memdûh Selîm Beg û gelek rewşenbîr û axayên Kurdan yên ku ji Cizîrê, Efrînê û Kobanî dihatin li hotêla we bi Ermeniyên partiya Taşnaq re diciviyan û kar û barê xwe û damezirandina avakirina komeleya Xoybûnê dikirin û tê re derbasî Beyrûtê dibûn. Gelo ti pêzanînên te li ser vê yekê hene?
– Matmayî û bi tirs li min guhdarî kir û got:
– Ez nizanim. Belê min ji bavê xwe bihîstiye ku gelek ji rewşenbîr û axayên Kurdan li hotêla me bûne mêvan. Bapîrê min ne di partiya Taşnaq de bû. Tu ji kû zanî?!
Min lêvegerand:
– Ez dîroknivîs im. Eger ne endamê wê partiyê be, dêmek ew mêldarê wê bû û ji ber vê yekê navê bapîrê te jî li Turkiyê qedexe bûbû?
– Na, ne bapîrê min û ne bavê min ne hevalên partiya Taşnaq bûn. Navê bapîrê min hat qedexekirin ji ber ku ew hevalê tevgera Erebî bû di Sûriyê de.?!
  Piştî ku min qehweya xwe vexwar, wî hotêl jî şanî min da û têra xwe ji min re behsa  dîroka hotêlê û navdariya wê kir.
Min jê re got: Ez ê herim.
Wî got: Bela em hev bibînin.
Min got: Ser çava..
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz EBDÊ

Xak

rehên xwe li ber ronahiyê vedike

rokê weke piyaleke meyê di 21ê Adarê de vedixwe

Çiya

xeftanekî ji bê davêje ser mile xwe

radibe ser tilîkan û çirayên xwe li quntaran vêdixîne

li asîman reng vedidin

<p...

Dr. Mahmud Abbas

Cejna Newrozê nêzî sê hezar sal berê hatiye avakirin û di dîrokê de weke têgeheke piralî derketiye holê û di nasnameya manewî û çandî ya gelên herêmê de cih digire.

Cejna Newrozê ne tenê cejneke derbasbûyî ye, lê rêûresmek e ku di nav sembolan de ye,…

Fewaz EBDÊ

Şeva qirkirinê

Şeva wêranê

Şevek ji şevên Remezanê

Şevek ji Adara kulên kurdî

Osmanê Ebdo malbat li dora xwe kom kiribû

Xewna zeviyeke genimî berfereh ji wan re digot

Şeva wêranê

Çivîkan baskên xwe ji sibe re amade dikirin û

Keçika…

Fewaz EBDÊ

Helebce!

Ey bajarê ji destê qederê şemitî û

li ser milê ba di xew ve çû

Di bêdengiya gerdûnê de birîn vebû

Şiyar bû, xwe bi girî pêçayî dît!

Ji bilî siya kêlên jibîrkirî li wir tunebû û

ne nalîn…