Daxuyaniya (YNRKS) derbarî roja zimanê kurdî

Mîr
Celadet Bedirxan dibêje; ”Ziman şertê heyînê a pêşî ye”
 
Di her salê de roja 15. Gulanê,
em roja vejîna zimanê kurdî bibîr tînin. Îsal mûmiya 85 salan vedixin û li ser
weşna tîpên kurdî yên latînî, ku cara pêşî di kovara Hawar de sala 1932 de li
ser destê hêja Mîr Celadet Bedirxan hatibû nivîsandin, radiwestin.
 Wekû em tev dizanin bê zimanê me ê kurdî li her çar perçên Kurdistanê di çi aloziyê de derbasbibû, lê dîsa jî bi hinera mirovên dilsoz û zanayên kurd, ev ziman hate parastin û zindî ma, digel ku heta vê dema dawî jî zimanê me qedexebû û pê nedihate nivîsandin.
 
Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriya (YNRKS) hewil dide, ku xwedî li zimanê kurdî derkeve, û her meh rojnameya xwe (Pênûsa Nû) beşê kurdî, belavbike,.. da ku karibe ziman biparêze û pêşbixîne.
 
Ziman hebûna gelane, da ku em karibin netewa xwe biparêzin, divê em xwedî li zimanê xwe derkevin.
 
Bijî roja zimanê Kurdî
Bijî nivîskarên kurd
 
Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriya
 
15.05.2017
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Di Şemî, 18.07.2026 de, Kombûna Zanyarên Azad li bajarê Düsseldorf ê Almanyayê sêmînerek zanistî û perwerdehiyê bi rêxist. Armanca vê çalakiyê ew bû ku çanda zanînê, ramanên rexnegir û girêdana navbera zanyar û ronakbîrên Kurd were xurtkirin.

Bername bi rêvebirina Rêber Hebûn dest pê kir. Di gotina xwe ya pêşwaziyê de, wî…

Rabhan Ramadan

Ez bi dilşadî û hesreteke bêdawî li benda dîtina wî bûm.. Di pêncê Hezîrana sala 2022an de, kurê min “Cenko” (Django) ji Viyanayê hat, ku li wir li zanîngehê dîplomaya xwe dixwîne. Ew û hevala xwe ya xwendkara zanîngehê hatin, da ku em bi hezkirin pêşwaziya wî bikin û em…

Fewaz Ebdê

Di dilê bajarê kevn de, ku rojekê ji rojan bedewiya ronahiya wî di ruwê asîmên re dida der, şev her tiştî dadiqurtîne. Bajar di nava tariyê de di xew ve çûye, ronahiyin lawaz di nav re diçirisin, lê êdî têra ronîkirina kolanên wî nakin; ew kolanên ku tije qelebalix û…

EBDILBAQȊ ELȊ

Barzaniyet ne tenê navek e ku bi serokekî an demeke dîrokî ve girêdayî be, lê belê dibistaneke têkoşînê ye ku di nav salên dirêj de bi têkoşîn, fedakarî û xebata nifşên li pey hev hatiye avakirin. Bingehên vê dibistanê li ser nirxên azadî, rêz, dadperwerî, parastina mafên mirovan û berpirsiyariya…