Eger Berî 27 Salan ez Helbestvanekî Cahil bûm, Îro Can Îbrahîm Helbestvanekî Xort î Nûhatî ye

Konê Reş
 
  Di baweriya min de helbestvanî ne tenê
rêzkirina gotina ye. Helbestvanî nameye; nîvişkê gotina ye.. Hevîrtirşê civakê
ye..
Ji
berî du salan ve, min Can Îbrahîm naskiriye, cara caran helbestên xwe ji min re
dixwîne, li gor serwextiya xwe, ez bi guhdariya helbestên wî re kêfxweş dibim..
Nûbûnê di helbestên wî de dibînim.. Dibînim ku semyenekî wî ji peyvên kurdî yên
resen heye û ew bi zanebûn wan peyvên resen di helbestên xwe de, bi rengekî
nûjen, bikar tîne.. Eger ez berî 27 salan wek helbestvanekî (Cahil) hatime
pesin dan, îro ez Can wek xortekî helbestvan yê nûhatî pesin didim.
 Çîroka helbestvaniya min î Cahil li salên piştî prostroyka Sovyêtê/ 1989 vedigere. Piştî ku Sovyêt ji hev ket û herifî, zext û zora ku li ser ronakbîrên kurdan yên Ermenistanê hebû, hinekî sivik bû û rê li ber wan hat vekirin ku bi ziyaretî ji Sovyêtê û Ermenistanê derkevin. Hingî gelek ji wan ronakbîran, wek Prof. Celîlê Celîl, Ordîxanê Celîl, Tosinê Reşîd, Eliyê Ebdilrehman, Tîmorê Xelîl û Eskerê Boyîk hatin nav me Kurdên Sûriyê, bajarê Qamişlo.
   Xelkên Qamişlo jî, bi germî pêşwaziya wan dikirin, wî li wî yê ku nivîskarê Kurd yê ku ji Ermenistanê hatiye Qamişlo bibîne û vexwendî mala xwe de bike.  
  Di bihara 1990””””””””î de jî, Dr. Eskerê Boyîk hat Qamişlo, li me bû mêvan, min û hevalê xwe Abdulbaqî Huseyin wek redakisyona kovara Gurzek Gul, me xort dane hev û jêre şevbuhêrkek pêk anî. Di wê şevbuhêrkê de, camêr Eskerê Boyîk ji me re li dor rewşenbîrên kurd yên li Ermenistanê axifî û hin helbestên xwe xwendin. Gelekan ji me jî helbestên xwe jêre xwendin.. Ez û Abdulbaqî jî di nav wan de bûn. Dawî helbestên me dene hev û bi xwe re birin Yêrîvanê, da ku wan di rojnameya (Riya Taze) de belav bike.
  Piştî çend heyvan ji vegera wî, rojekê hevalê me rehmetî Ferhadê Çelebî rojnameya (Riya Taze) ji min re anî û got: Va Eskerê Boyîk du helbestên te di bin navê (Helbestvanê Cahil) de di rojnameya (Riya Taze) de weşandine. Hingî kêfa min gelekî bi belavbûna wan helbestan re hat.
  Îro, piştî 27 salan ji wê helbestvaniya min a (Cahilî), ez berî du salan rastî xortekî nûhatî bi navê (Can Ibrahîm) di meydana afrirandina helbesta nû hatime. Bi xwendina helbestên wî re, his û hastên min ji xew şiyar dibin! Nemaze ku ew helbestên xwe bi peyvên kurdî yên orjînal dixemilîne û bi zanebûn ronahiyê berdide dor êş, kul, nexweşî û kêf û şahiyên welat û welatiyên xwe yên birîndar..
Eger ew ji Kobanî derbiderî û penaberî Qamişlo bûbe jî, lê her hestê wî yê helbestvaniyê di bin sîbera yek welatî de bi hawar û gaziye.. Ji yek welatî re stranên xwe dibêje û dibilîne û ji yek welatî re dilîlîne û dinuhirîne..
  Eger rojnameya (Riya Taze) ji berî 27 salan ez wek Helbestvanekî Cahil dîtibim, îro ez Can Îbrahîm wek helbestvanekî xort î Nûhatî dibînim. Serketin û berdewamiyê jêre hêvî dikim.
 
Konê Reş, Qamişlo, 09/04/2017

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…