Ji dîroka kurdî / kesayetî û helwest.. Xelek 28.. Mela Idrîsê Bedlîsî..

Dr.
Ehmed Xelîl
Werger:
Heyder Omer
 
(Analîzekirina peymana Osmanî
– Kurdî)
 
Berê jî  derbas bû, ku Mela Idrîsê Bedlîsî sala (1515z)
hin mîrên Kurd bawerkirin dan, ku peymanekê li gel sultan Selîmê yekemîn
girêdin. Li gor wê peymanê mîrnişînên wan, bi şêweyê (fedrasyon) li gel dewleta
Osmanî hatin girêdan. Ji vê pê ve emê bi hûrbînî wê peymanê û destkeftiyên
herdu aliyan, li gor nîrên ciyopolîtîk û civakî û aborî, yên  ku di yekemîn nîvê sedsala (16z) de li bakurê
Kurdistanê û rojavayê Asiyayê hukardar bûn, analîze bikin.
Hûriyên peymanê:
Mela Idrîs bîst û sê mîrên Kurd  bawerkirin dan, ku peymanê îmze bikin, mîrnişînên wan li deverên Amedê, Mardînê, Mûsilê, Şingalê, Hiskêfê, Amîdê û Cezîra Botan bûn, û naveroka peymanê jî ev bû:
1.Mîrnişînên Kurdan, ên ku peyman erêkirine, wê xweser bimînin.
2. Dewlet li mafê hukumdariya mîrnişînan ji bavan bo kuran mikur tê, û her ku mîrekî nû hukumdarî bi dest xist, wê sultan bi feremanekê li hukumdariya wî mikur bê.
3. Divê mîrên Kurd di cengan de alîkariya dewleta Osmanî bikin.
4. Divê dewleta Osmanî alîkariya mîrnişînên Kurd li dij neyartiyên derveyî bike.
5. Divê mîrên Kurd baceyê û diyariyan bidin dewleta Osmanî.
Dewleta Osmanî her mîrnişînek bi (Hukumet) navand, û her mîrek jî bi (Serbest Mîrmîran); ango (mîrên xweser) bi nav kir.
Sala (1655z)ê, gerokê tirkî Ewliya Ҫelebî, bi seredan çû deverên bakurê Kurdistanê. Ji bo (Keleha Egîlê) dibêje: “Mîrê wê ne Osmanî ye, û ne gengaze, ku ji textê mîrîtiyê bê daxistin, vê lomê jî hukumeta wî xweser e, û gava sultan nameyekê jê re dişîne, bi bêjeya (cenab) dest pê dike, û eger mîr bimire, û kurên wî tune bin, kesekî ji malbata wî cihê wî digire”.
 
Destkeftiyên Kurdan:
Mîrnişînên Kurdan, ji vê peymanê, destkeftiyên jêrîn, bi dest xistin:
1. Mîr û serokên êlên Kurdan mafê mîrasî ya hukumdariya yekser dabîn (misoger) kirin.
2. Mîr û serokên êlên Kurdan parastina deverên xwe ji dijminatiya dewleta Sefewî li hêla rojhilat, û ji dest-têwrdanên Ebebozan li hêla başûrê-rojava (Sûriyê) dabîn kirin, û her dijminatiyek li dij wan, di heman demê de dijminatiya li dij dewleta Osmanî ye jî.
3. Peymanê aşîtiya hundirîn bo mîrnişîn û êlên Kurdan, ên ku peyan îmze kirine, dabîn kir. Piştî ku ewana hevdij bûn, hemî ketin bin sîbera dewletekê de. Her weha berjewendiya dewleta Osmanî jî ew bû, ku nakokî û pevçûn di nav Kurdan de rû nedin.
4. Abora mîrnişînên Kurdan hat xistin bi ser a dewleta Osmanî ve. Ji hêlekê de çalakiya bazirganî di şaxên riya baziganiya cîhanî (Riya Herîr) re, li bakurê Kurdistanê geş bû, û bazarên dewleta Osmanî ji bo berhemên kurdî, ku piraniya wan zevî û sewal in, hat vekirin, û ji hêleke din de jî, bazarên deverên Kurdî ji bo berhemên, ku ji deverên Osmanî ve tên, vebûn. 
Destkeftiyên dewleta Osmanî:
Dewleta Osmanî, bi vê peymanê, ev destkeftiyên jêrîn bi dest xistin:
1. Ji bo hin sedemên hundirîn, an jî herêmê, hebû (belkî) hin mîrnişîn û êlên Kurdan li dij dewleta Osmanî rabûna, û jê re li hêla rojhilat alozî peyda bikirana, nemaze jî deverên piraniya wan mîrnişînan çiyayî û dijwar bûn, û nişteciyên wan devaran jî şervanên wêrek bûn, û ji şêwra mîr û paşewayên xwe dernediketin. Ji dêvla ewana dijminên dewletê bin, vê peymanê ew kirin dostên dewletê.
2. Dewleta Sefewî dijwartirîn dijminê dewleta Osmanî bû. Sultan Selîm, bi saya vê peymanê, dabîn kir, ku ew mîrên Kurdan xwe nedin kêleka wê dewletê, û mîrnişînên wan jî, di navbêna her dewletan de bûn dîwarê parastina dewleta Osmanî ji hêrişên dewleta Sefewî,û her hêrişên, ku ji hêla rojhilat de werin, û sultanê Osmanî, li gor vê peymanê, hevalbendên, ku divên bervedêriya dewletê bikin, û saman û şervanan bidin wê, qezenc kirin.
 3. Ji hêla ciyopolîtîk de, dewleta Osmanî dest da ser devirine fireh, firehiya wan bi qasî firehiya herêma Başûrê Kurdistanê ye; ang (80) hezar k.m2, tev hemî taybetmendiyên wan deveran, ên ciyopolîtîk, li ser tuxûbên (Îranê ji hêla rojhilat ve, û Îraqê ji hêla başûrê rojhilat ve, û Sûriyê ji hêla başûr ve), û taybetmendiyên aborî (bazar, samanên zevî û sewal û daristan, û destdanîna ser şaxên riya Herîr, ya ku bajarê Tebrîzê li gel bajarê Helebê, û Tebrîzê li gel bajarê Borsayê, ya ku niha li bakurê-rojavayê Tirkiyê dikeve,  girêdide.
4. Evê peymanê kir, ku dewleta Osmanî pirojeya xwe ya împeretorî pêk bîne. Piştî ku sultan Selîm parastina pişta dewleta xwe li hember dewleta Sefewî dabîn kir, û bi hezaran şervanên Kurd tev li artêşa xwe kir, ber bi başûr de hêriş kir, û da ser Sûriyê, û di cenga (Merc Dabiq) de sala (1516z) li hember Ebebozên çerkez bi ser ket, û riya xwe ber bi Misirê (navenda dewleta Ebebozan) de dom kir, û sala (1517z), di cenga (Rêdaniyê) de,  Ebeboz gêr kirin, û dest da ser Misirê. Her weha bi xêra vê peymanê sultan Suleymanê yekem (El-Qanûnî) sala (1535z) Îraq ji dest dewleta Sefewî girt, û dagîr kir.
Hêjayî gotinê ye, ku dema sultan Selîm li Misirê bû, Mihemmed Ebû Numey ê duwemمحمد أبو نُمَيْ الثاني  ê (mezintirîn bavpîrê Şerîf Husên) çû ba wî, û kilîtê herdu cîgehên pîroz li Mekkeyê û Medîneyê dane wî, wek ku welatê Hîcazê tev li dewleta Osmanî kir. Bi ser de jî sultan Selîm xelîfeyê Ebbasî yê dawî Mihemmd ê pêgirtê benê Xweda, yê sêyem (Mihemmed El-Mutewekêl Ela Ellah, ê sêyem محمد المتوكل على الله الثالث) bi xwe re bir Îstanbulê, û kir ku dest ji (xîlafetê) bikşîne. Ji wê dem û bûyerê de sultan Selîm nasnavê (Emîr El-Mumînîn / Mîrê Mumînan), û (Xelîfeyê Misilmanan) û (Xizmetkarê herdu cîgehên şerîf/pîroz خادم الحرمين الشريفين ) li Mekkeyê û Medîneyê wergirtin.
Evanên derbas bûne, berztirînên destkeftiyên Kurdan û Osmaniyan in, ku ji wê peymanê bi dest xistin. Bila nirxandina wê hevpeymanê jî para rûpelên, ku wê bêne be.
Çavkanî:
1.Ibin Eca: El-îrak (ceng û nakokî) di navbera Ebebozan û Osmaniyan de, rû 284.
2. Olya Ҫelebî: Rîhletu Olya Ҫelebî fî Kurdistan (Olya Ҫelebî siyahetnamesî), rû 32, 33.
3. Seidî Osman Herûtî: Kurdistan wel-împertoriyye El-Osmaniyye, rû 65, 66.
4. Abbas Simaîl Sebbax: Tarîx El-Elaqatîl-Osmaniyye wel-Îraniyye, rû 131, 132.
5. Mihemmed Ferîd Beg Elmihamî: Tarîx Eddewletîl-Eliyyetî-Osmaniyye, rû 96, 97, 192.
 
Çavkanî:
1.Ibin Eca: El-îrak (ceng û nakokî) di navbera Ebebozan û Osmaniyan de, rû 284.
2. Ewliya Ҫelebî: Rîhletu Olya Ҫelebî fî Kurdistan (Olya Ҫelebî siyahetnamesî), rû 32, 33.
3. Seidî Osman Herûtî: Kurdistan wel-împertoriyye El-Osmaniyye, rû 65, 66.
4. Abbas Simaîl Sebbax: Tarîx El-Elaqatîl-Osmaniyye wel-Îraniyye, rû 131, 132.
5. Mihemmed Ferîd Beg Elmihamî: Tarîx Eddewletîl-Eliyyetî-Osmaniyye, rû 96, 97, 192.
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Li gorî PDKT’ê, avakirina ku bi navê “Bakur-Rojhilata Sûriyê” tê binavkirin, projeyeke ewlehiyê ya derbasdar û taktîkî ye ku bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hatiye şekilandin. Ev proje di tu qonaxê de mafên neteweyî yên gelê Kurd bi awayekî stratejîk û siyasal garantî nekiriye. Ji ber vê yekê, ku îro pêvajoyekî şikestinê…

Bizava Aştîya Navxweyî (BAN) sazîyeka sivîl e ku ji rewşenbîr, mafnas û akademîsyenên li Kurdistanê û dîyasporayê ne, pêk hatîye; bûyerên xeternak ku li taxên kurdnişîn ên Şêx Meqsûd û Eşrefîyeyê di van rojên dawî da pêk hatin, ji nêz ve dişopîne û bı tundi şermezar dike.
Di van bûyeran da, ev taxên kurdnişîn bi tank…

Mihemed Hemo

Kê ji dil de hezkiribe, êdî bawer nake ku xeraptrîn; jiyana cengêye.

Raste! Şer dikare laşan bêxîne, lê hezkirin jî dikare, rûmetê bêxîne.

Hezkirin di welatê me de wek Çokelatê erzan e: bi kaxetên ciwan tên pêçan, lê zû bi meran de vedidin; li şûna ku merov dilxweş bik, merov dicersîne.

Ger merov bi qurbaniyên evînê hest bibe, hêstirên xwe ji qurbanên qeza û cengan re namînin.

Demekê min kompaniyek li Hewlêrê bi rê ve dibir. Karmendekî me li deriyê min da û got:

Mamoste, keçek Sûrî bi tenê ye, doza kar dike.

Min got:

Başe, ger wisa ye, guneh e, bila kar bike!

Turbîlekê bide dest wê xortê di metbexê de û metbexê bide destê keçikê!

Min jî wisa, bi dilnermî, kompaniyê bi rê ve dibir; ne bi duristî.

Roja din ez çûm kar. Gava ez ketim deriyê bîroya xwe, min dît her tişt pak û li hevhatiye. Ez pêhest bûm ku destekî nû ketîye nivîsgeha min. Min ji karmendekê re got:

Çi bi nivîsgeha min hatî?

Wê bi berkenkî şermokî got:

Ew keça Sûrî ya ku nû ketîye kar, pak kirî.

Hîn em daxfîn. Wê karmenda nû qehwe ji me re anî.

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…