Sersala Kurmancî

Konê Reş
 
  Sebaretî Sersala
Kurmancî
, eva ku piştî sersala Zayînê bû bi 13 rojaye, anku roja 13ê meha
kanûna duyem bû, li gor rojnameya zayînê, min nas nekir çima ev roj bû..? Çendî
min pirsî û xepart bi min re derneket, tevî ku min dîroka vê sersala Kurmancî
ji gelek kalemêr û pîrejinan pirsî, tevan gotin; Ji gava ku me xwe dîtiye ev
sersala bav û kalên me bû.. Li vir, ji xwe dipirsim; gelo di heyamekî de bav û
kalên me çûne ser ola xiristyanan û jê vegeriyan e…?! Û ev sersala Kurmancî
ji wê hingê ve bi me re ma ye..?
   Ta berî 50 salî jî, pêşwaziya sersala Kurmancî, di nav gundên Cizîrê û beriya Mêrdînê de dihat kirin. Min bixwe jî, di zaroktiya xwe de pêşwazî û beşdariya wê kiriye, anku di şeva13ê kanûnê de.
  Li gundê me, di êvara sersala Kurmancî de, xortên gund, yên jîr û çeleng xwe didan hev, yek ji nav xwe dibijartin, ew dikirin Qirdikê Sersalê.
  Qirdikê Sersalê: Dêmê xortekî tenî dikirin, rihek bi hiriyê jêre çêdikirin, kovikek dixistin serê wî de û du kevçiyên darî, wek guh bi serê wî vedikirin, cil û bergên beloq lê dikirin, ew bi zengil û xerxirkan dixemilandin û wiha di nav ken, henek û şahiyê de, li nav sikakên gund, mal bi mal digeriyan.. Mala ku biçûnayê ji wan re digotin:
 Serê salê binê salê, Xwedê lawekî bide kebaniya malê..
Hem jî digotin: Kebaniyê dest zêrînê, destê xwe bavêj kulînê, para qirdik jê derînê..
An digotin:
Serê salê, binê salê Xwedê bihêle xortê malê.. Gelek caran jî diçûn gundên hawîrdorî gundê me, li sersalê digeriyan..
  Hin caran jî, yek dikirin Bûk û yek Zava û diçûn odeyên axa, keyan an muxtaran, dîkek ji wan re dibirin, yê ku dîk jêre dibirin pere didan wan û dîkê wan li wan vedigerand.. Belê di wî heyamî de piraniya xelkê savar, ard an nîsk, an mewîj, an xurme an hêk didan zarokan, wê hingê pere kêm bûn. Di şeva sersalê de jî her malekê li gor aboriya xwe goştê herî çak ji dermalê ji xwe re dikirin şîv..
 
  Gelek caran di şeva sersalê de, zilamên gund li mala Muxtar kom dibûn û bi (Hingulîskê), li ser gwîzan, beniyên hejîran, mewîjan an xwarineke xweş dilîstin..
 
Konê Reş, Qamişlo, 13/01/2017ِ de

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Xalid Cemîl Mihemed

BÎRDANKA NETEWE

Ziman sîstemeke pêwendiyê ye, di navbera mirovan de, ku ji gelek rêsa û hêmayan pêk tê. Di bîrdank û hişê mirovên civakekê yan neteweyekî de, cih digirin û bi rêya axaftinê ew sîstem dikeve bikaranînê, bi mebesta dirustkirina pêwendiyê, ne tenê di navbera takekesan de, lê…

Ezîz Xemcivîn
Sal 1980î bû, tîpên Kurdî ên latînî ji bo min ji hêla mamoste Abdulkerîm Abdulkerîm Xelef hatin nivîsandin, berî ewê hingê min bi tîpên aramî derbirrîna hestên xwe dikir….
Piştî ko ez ji ewê reşbelekê tîpên latînî hîn bûm, min hin pirtûkên destpêkî li ser zimên peyda kirin, ji wan jî pirtûka M. Berzencî, lê…

Di vê rojê de, dema ku em Roja Zimanê Kurdî pîroz dikin, em di Kampanyaya Azadî de tekezî li ser statûya zimanê Kurdî weke stûneke bingehîn a nasnameya çandî ya gelê Kurd dikin û weke pireke ku nifşan bi hev ve girê dide û bîranîna têkoşîneke dirêj a rûmet, naskirin û azadiyê di…

Tengezar Marînî

Bi vê boneyê fermon ev nivîs:

Roja Zimanê Kurdî: Nîşaneke geş a berxwedana wêjeyî.

Dîrokek di salnameyê de ku ji hejmarekê pir wêdetir e – Roja Zimanê Kurdî mîna stêrkekê di tariya jibîrkirinê de dibiriqe. Ew nîşaneke bihêz a berxwedana çandî ye, bîranîneke bêdeng a tirs…