Gotar

Jina Zana.. Di Nerîna Mêr DE*

Vejîna Kurd

Di civaka me de axaftin û tevger li ser mafê jinan
xurt e, û ta rêjeyekê, jina Kurd roleke sereke û balkêş di civakê de lîstiye û di pir waran de kesayetiya xwe çespandiye,
bêguman ew jî cihê serbilindî û şanaziyê ye.
Hin civatên mêran wateya ”jin“
bi jiyanê ve girêdan û
herweha ew pîroz dîtin,
hinan jî bi gotinên wek ”afret, xatûn, xan, xanim…..“ jin bi nav
kirin, lê tevlî wê jî, eger em jiyana jinê, û bi taybetî di hundir malê de,
bişopînin, emê bibînin ku gilî û gazincên jinan ji mêran gelekî zêde ne, û
herdem ew ji rewşa xwe ya bindest gilîkar in..
 Di rastiyê de derûn û kesayetiya mêran berhema bîrûbaweriyên civakê ne, û nerîna wan derbarê jinan rewişteke ku ji çûkaniyê de li ser perwerde bûne ye, û taybetmendiyeke civaka me heye, nemaze di nav refên xwendevan û rewşenbîran de ku ew pir dibêjin lê pir kêm dikin, kêmbaweriya wan bi beşdarbûna wan di tevgera azadîkirina civakê bi giştî û ya jinan bi taybetî de bandoreke neyînî li civakê bi tevahî dike, lewre di nav mêran de kesên mafnas, wek piştgirên jinan kêm in û ew di mafdanê de bê dad in, di civakê de durû û duber in, û bi hemû şêweyan astengiyan li pêş jinê çêdikin û hin caran, jin jî bi wan re dibin alîkar û ji pêşketinên jinê re dibin rêgir û rikber, lê di heman demê de, jin buhaya vê yekê dibin, jiyana wan bi karê malê, mezinkirina zarokan û razîkirina mêrê xwe derbas dibe, û hin caran mêr gefê li wan dikin û lê didin.
Belê.. rewşa jinan, bi  taybetî li welatên şûndemayî, bi vî rengî ye, ne dûr e ku ew mêrê ku tundiyê li jinê dike û li mafên wê mikûr derdikeve yek ji wan piştgirên şoreşa azadiya jinê be, ne dûr e jî ku ew ji qatên rewşenbîr û siyasetmedarên ku bi diruşmên wekheviya jin û mêran rûyê partiyên xwe dixemilînin be.
Pir caran em rastî mêrekî tên ku xwe wek mirovekî zana û pêşketî dibîne û ji serkeftinên jinan re li çepikan dide, lê di hundir mala wî de jinek ji ber tîbûna azadiyê dinale, ango ew mêrê han, bi hezaran bend û qeydan di riya jin an keça xwe de datîne, nemaze ku jin zana û jîr be, berûvacî wê jî em kanin bêjin ku xurtbûn û jîrbûna jinê hevrikiyê bi mêr re peyda dikin nexesm ku ew mêr ji van salixdanan bê par be, bêguman ewê diltengiya xwe diyar bike û ji bo sînorkirin û sarkirina vîn û hêza jina xwe perdê derewan ji ser bîrûbaweriyên xwe yên rasteqîn rake û bi hemû şêweyan jinê bindest bike, ma gelo nerîna mêr ji jina zana û pêşketî re metirsî ye yan zikreşî û xîret e?!!
Desthilatî herdem setemkar e, û her mafekî li hember xwe difetisîne,  bi ya me be jina zana û serkeftî ji mêr û civakê re parêzvan û alîgir e, divê rê li ber wê netên girtin  ta ku civak pûç nebe.
 
*  Rojnama Rewşen, hejmar (20)

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…