Helbestvan Cano Şakir û dîwana Şeva Tirsê.. Pira di navera Penaberiyê û Welat de

 Konê Reş
Doh, bi dîtina gelek heval û hogiran
kêfxweş bûm. Di nav wan de helbestvan Cano Şakir.. Piştî ku me xatir ji
hev xwest, camêr dîwana xwe a dawî (Şeva Tirsê) diyarî min kir.
Berî kêlîkekê min xwendin dîwana wî
bi dawî anî û hema dêrekt min dest bi van çend gotinan kir:
Cano Şakir yê ku di sala 1974an de li
gundê Til Xatûnikê çêbûye, xwendina seretayî li gund, navendî li Tirbespiyê bi
dawî aniye û pêre xwe di nav çand û hunerê de dîtiye, ta ku di sala 1997an de
derketiye Elmaniya û wek penaberekî jiyana xwe lê derbas dike. Belê her ew bi
ziman û kultura bav û kalên xwe ve girêdayî maye û di encam de du pirtûkên wî
di weşanxaneya (AR)ê de hatine weşandin: Dîwana (Rojava) û komek çîrok
bi navê (Rêwîtiya Ber bi Avê). Belê sebaretî vê dîwana wî (Şeva Tirsê),
eva ku di nav destê min de ye, berhema wî a sêyemîn e, ew jî di weşanxaneya Arê
de, sala derbasbûyî 2015 hatiye weşandin.
 Bi xwendina helbestên vê dîwanê re, ji min ve diyar bû ku Cano Şakir bi bedena xwe li Elmaniya ye, lê her ew bi huş û xeyalên xwe li welat e, nikare dûrî Til Xatûnkê, Tirbepiyê û Qamişlo jiyana xwe a normal derbas bike.. Vêca di helbestên xwe de bi hewildane ku xwe bike pirek di navbera penabiriyê û welatê xwe de.. Bê rawestan hewildide ku herduyan dike yek! Di baweiya min de ev hewildana wî, ji reseniya wî ye, ji eşqa welatê wî ye û ji welatperweriya wî ye..
Ji xwe hewcedariya me bi kesên wek wî welathez heye, berî gelek kesên din. Ez ji dil serketinê ji helbestvan Cano Şakir re hêvî dikim û hêviya berdewamiyê jê dikim.
Qamişlo, 24/12/2016

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Kurd li Sûriya ne pêleke awarte ya penaberan an jî komeke li ser sînorên welat ku ji nişka ve ketine hundir, lê ew bûbûn -û hîn jî- beşekî resen ya tevna civakî û erdnîgarî ku bi sedsalan berî damezrandina dewleta Sûrî ya nûjen hatibû avakirin. Û ew ne mêvanên demkî…

Tewfîq Sînan

Di hemû cîhanê de kêşe, alozî û astengî di derbarê standardkirina zimanekî zelal û resen hebû û bi hezara pozberî di evî derbarî de peyda dibû, ji ber ku zimanekî zelal bi tena xwe tune ye û ew jî ji sedema ku pêkvejiyanî jîwera heyî bû û heta dema niha…

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...