Hevdîtinek li Ezmên

 

Reşad şeref

Xelk û alem, miletekî zehf, mirov, malbat, dost û heval, hemî hazir bûn..!
Ew di nav mede bû, her kes bi kêf bû. Her yekî şadbûna xwe diyarî yê din dikir.
gernijîna wî nedvemirî, bi her kesî re dikenî  û silav li her kesî dikir û hezkirina xwe ji wan re dida xuyanî kirin.
 Ez bi yek xoleyê jî, jê dûr nebûm, min bê sînor bêriya wî kiribû. Ez hestyarbûm ew ilaleta xelkê hemî di hestên xwe de wekî minin. Carna min di dilê xwe de digot, mane em jibo xemgîniyekî civyane.. Çira em ewqas bikêfin .. !?
Kesek devê wî nedgeriya gotinek nexweş bêje, yan ji xwe bawerbû ev şahî ye !
Di wê navbirê re dengê lîliyan û (sergî zavano)…. Ji taxa jêr ya gundê me dihat.. ez hinekî veciniqîm !
Min ji xwere got, ev çi bi serê gundê me hatiye !
Ma ewqas î, rêz û rûmet lê nemaye !
Cardin ez li xwe vedgeriyam, nexwe belko ezîzekî wan jî vegerya ye.
piştî min ew stranên dawetê û lîlî bihîstin, dilê min hinekî ket di cîde.. nexwe em şahiyekî li dardixin. Hinekî wêrekî bimin re çêbû, min destê wî girt û ji wê xelkê xewle û dûrkir, ji berî ez gotina xwe jêre bêjim, gote min : Ez dihisim min gelekî bêriya vê xelkê kiriye û ji wan hezdikim.. ez hezkirin û xemgîniyê di hest û çavên wan de dixwînim.. mamo, ma tu ji min re nabêjî çi heye !?
Min got : Te ji nav me barkiribû, tu mirî bûyî..me bawer nedikir, me digot qey xewne, xewnek giran e yan kabûseke, her emê jê şiyar bibin. Me carna bawer dikir, me xwe amade dikir em şîna xwe îlan bikin. Lê, madem tu hatî emê govendê li darxin, weko tu ji nûve xwedê dayî, weko tu ji nûve bibî zava.
Got: Mamo li min negire ezê vê carê dilê te bihêlim. Ez dizanim vê dema dawî rewşa min ya tenduristî ne baş bû, min li xwe nepirsî..ezê lêborina xwe ji vê xelkê bixwazim.. ez dizanim min gelek qehir û xemgînî xiste dilê we, li min biborin.. ewqas hezkerên min li hêla din hene, min soz daye wan ezê li wan vegerim.
24.4.2015 – Swêsra

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Kurd li Sûriya ne pêleke awarte ya penaberan an jî komeke li ser sînorên welat ku ji nişka ve ketine hundir, lê ew bûbûn -û hîn jî- beşekî resen ya tevna civakî û erdnîgarî ku bi sedsalan berî damezrandina dewleta Sûrî ya nûjen hatibû avakirin. Û ew ne mêvanên demkî…

Tewfîq Sînan

Di hemû cîhanê de kêşe, alozî û astengî di derbarê standardkirina zimanekî zelal û resen hebû û bi hezara pozberî di evî derbarî de peyda dibû, ji ber ku zimanekî zelal bi tena xwe tune ye û ew jî ji sedema ku pêkvejiyanî jîwera heyî bû û heta dema niha…

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...