Reşad şerefXelk û alem, miletekî zehf, mirov, malbat, dost û heval, hemî hazir bûn..!
gernijîna wî nedvemirî, bi her kesî re dikenî û silav li her kesî dikir û hezkirina xwe ji wan re dida xuyanî kirin.
Min ji xwere got, ev çi bi serê gundê me hatiye !
Ma ewqas î, rêz û rûmet lê nemaye !
Cardin ez li xwe vedgeriyam, nexwe belko ezîzekî wan jî vegerya ye.
piştî min ew stranên dawetê û lîlî bihîstin, dilê min hinekî ket di cîde.. nexwe em şahiyekî li dardixin. Hinekî wêrekî bimin re çêbû, min destê wî girt û ji wê xelkê xewle û dûrkir, ji berî ez gotina xwe jêre bêjim, gote min : Ez dihisim min gelekî bêriya vê xelkê kiriye û ji wan hezdikim.. ez hezkirin û xemgîniyê di hest û çavên wan de dixwînim.. mamo, ma tu ji min re nabêjî çi heye !?
Min got : Te ji nav me barkiribû, tu mirî bûyî..me bawer nedikir, me digot qey xewne, xewnek giran e yan kabûseke, her emê jê şiyar bibin. Me carna bawer dikir, me xwe amade dikir em şîna xwe îlan bikin. Lê, madem tu hatî emê govendê li darxin, weko tu ji nûve xwedê dayî, weko tu ji nûve bibî zava.

Şîrove (0)