Nasdana 2 pirtûkên hêja Nîzar Yûsif


Cankurd
19.11.2016

 Iro, herdu pirtûkên helbestê, yên
hunermendê helbestvan, kak Nîzar Yûsif, wekî dîyarî hatin ji min re û ji ber vê
yekê, ez ji xwe ra wekî histobarî dizanim, li ser wan tiştekî bibêjim, tevî ku
min ji dostê hêja re, bi telefonê malavayî anî zimên û min ji wî re serkeftineke
hîn mestir hîvî kir, ji ber ku ez baş wan tengiyan dizanim, ku berhemdarên bi
Kurdî dinivîsin, û bi xwe ji ber wan rêbendan dinalim.
Nîzar Yûsif di 10.03.1960î de, li gundê Qerçox ji dayîk bûye, û di sala 2008ê de pirtûka xwe yekemîn a helbestê di bin sernavê „Rêwiyê xewna efsûnî“ de weşandiye. Û di dema niho de li Almaniya daniştiye.
Pirtûka helbestê ya 2ê, bi sernavê (Kedera min) e, ku ji 96 rûpelan e, û berî niha bi demekê, xudanê wê yê çalak û jîr, ji min xwestibû, ku ez pirtûkê ji aliyê nivîsînê ve, ku bi tîpên Kurdî yên nûjen e, di ber çavan re derbas bikim, lew re min wan helbestên xweşik, yekûyek xwendine û ji bo wê, ez dikanim bibêjim, ku kak Nîzar helbestvanekî Kurmanc ê jêhatî ye, ew bi Kurdî diramîne û bi Kurdî dibêje, ne wek wan helbestvanan e, ku bêtir bi zimanên biyanî mezin bûne, lê wekî hûn jî dikanin bi xwe ber bi çav bikin, di Kurdiya wî de hinek peyvên êlên Kurd ên Goçer hene, ku dibe bo hinde xwendevanan nenas bin. Lew re wê çêtir ba, ku kak Nîzar, ferhengokeke piçûk jî xistiba dawiya herdu pirtûkan.

Berhema „Kedera min“, wekî tê de dixuye, îsal, li başûrê Kurdistanê, li Hewlêrê, li ba Weşanxaneya Kurdistan, hatiye çapkirin, û hêja Mehmet Ünver derhênerê wê ye, tabloya bergê wê jî wî camêrî amade kiriye. Sergotina pirtûkê hêja M. Mustefa Xelîl (Benav) lêkiriye, hema ya dî, (Kêferata paytexta kor), ku ji 126 rûpelan e, û qehremanê qelemê, hêja Konê Reş, sergotina wê lêkiriye, tenha hatiye xuyakirin, ku „Xanî“ derhênerê wê ye. Mirov dikane herdu pirtûkan ji dev helbestvan li Almaniya jî bistîne. Têkilî bi wî re bi rêya nizar-di@hotmail.de bikin, an jî bi rêya facebooka wî.
Di herdu berheman de, lêkerê helbestan, li ser civak û evîn û sirûştê, li ser êş û kedera kesanî û ya neteweyî vehûnandiye, ew carina yekser û carina ne yekser, bi mij û dûmanê pêçayî peyvêd xwe li pey hev rêz dike, û azadiya xwe di vehûnandina helbesrtan de biriye, hem li ser dilgeşiyê û hem jî li ser dilreşiyê, ya dilê xwe gotiye, lew re mirov hez dike, van berhemên bi Kurmanciyeke zelal hatîne nivîsandin, bêtir ji carekê bixwîne.
Di „Kedera min“ de, hinek pel baş nehatîne birrîn, lê çi ziyan negihaye berheman û di ya „Kêferata paytextê kor“ de, carina li ciyê tîpa (ş), tiştekî dî hatiye nivîsandin, ew jî di dema çapkirinê de wilo bûye, lê mirov bi asanî têdigihe wan peyvan… Di xwendina sergotina herdu pirtûkan de, wê mifayeke nasdanê hîn bêtir hebe.
Ji kekê hêja û dostê berhemdar re, ez ji dil de pîroz dikim, ji wî re serkeftineke mestir hîvî dikim, û dibêjim: Mal ava bo Te û bo her kesê bi Kurdî dinivîse û dixwîne, ma qey pêşmerge bo zimanekî dî xûna xwe didin?

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...