Kurd ji ku hatin (5)

Zahra ramadan

NAÎRÎ(BZ1200-900)
Piştî hilweşîna dewleta Hurî Mîtanî li ser axa
berfireh avê dewletê konfederasyona eşîran bi navê Naîrî xwe bi rêk dixe.
Welatê Naîriyan, ji başûrê Gola Wanê, raserî Geliyê Botanê ku dikeve devera
Zêya Mezin yanî ji Cizîra îro heta bi Şemzînan ku ev devera wekî nîveka
Kurdistanê tê zanîn, li xwe digire .Li vê heremê newalên pehn û fireh, zozanên
bilind û mezîn û çiyayên bilind hene. Gelek ta û milên çemê Botan û Zêya Mezin
li vê deverê têkilî hev dibin .Asûran ji vê deverê re gotiye Naîrî ku tê wateya
” Welatê Robaran”.
Konfederasyona Naîrî ji aliyê Lutiprî û Arame yên ku serekêlên xurt ên dema xwe bûne ve hatiye avakirin .
Naîriyan, devera ku dikeve navsera Cizîra û Şemzînan ji xwe re wek navend didît. Li gorî Asûran, welatê Naîriyan ji Hewlêra heta Meletiyê li xwe digirt.
Ev dever di warê Hesin, zirîc, çandinî û sewalvaniyê de dewlemend e. Konfederasyonek e ku 24 eşîran li xwe digire. 
Asûrî gelek caran bi ser Naîriyan de çune lê nekarîne wan têk bibin. Jinên Naîriyan jî wekî mêrên wan şerker bûne .Grekan ji Welatê Naîriyan re digot KARDÛNA .Qralê Asûran Tîgliatî Pilerser BZ 1304-1273ê dema qral Adad Nîrarî êrîş biriya ser Naristanê. Mebesta Asûran talankirina hesin, ziric û kelûpelê madenî dexl û danê vêderê bû. Dîsa qral di nivîsareke xwe de dibêje, ku wan Gutî, Hurî, Subarî têk birin û li hemberî 40 Qralên Naîriyên ku asê bûne û dest çî kesî ne gihiştiyê serkeftin bi dest xwe ve anîne. Qralê Asûrî Tukultî BZ 1249-1208 behsa 25 seferên bo ser devera Naîriyan dike. Naîrî berê bi Urartuyan re hevgirtinê pêk tinin û paşê jî bi Medan re tevdigerin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…