Roja Helbesta Kurdî li derve

Cankurd
 
Hêja Elî Cefer pirtûkeke xwe ya dî, îsal
derxist holê, ku balkêş û ciyê şanaziyê ye û di bin navê (Roja
Helbesta Kurdî Li Derve
) ye. Min libek ji vê pirtûkê jî, wekî
diyarî, roja helbesta kurdî, 28. Oktober 2016, li bajêrê Essen/Almaniya, ji wî
xebatkarî girt.
Bi rastî eve kesekî wilo jîr e û di
berdestiya rojnamevaniya kurdî de herdem bi kefteleft e. Elî Cefer yek e ji wan
birayên, ku projeya mîhrecana helbestvaniya kurdî li rojavayê Kurdistanê pêda
kirîne.
Pirtûka ku ji 220 rûpelan e, û bi çapeke baş ji hêla weşana Xanî ve hatiye derxistin. Bergê wê yê serekîn, dostê hêja Inayet Dîko daniye û mirov dikane pirtûkê ji dest nivîskar bistîne:
Tel.:0049-174392118
 Navê pirtûkê berhema wê dide xuyakirin. Ev xebat jî pir ji zû ve li hindirê welêt, li rojavayê Kurdistanê destpê kiriye û nivîskarê me bingeh û armanc û rêveçûna vê bizavî pir ji nêz ve dişopîne, lew re wî ev berhem pêda kiriye û wê bêguman di vî warî de hinde berhemin din jî binivîse. Lew re du sergotinên berhemê, yên balkêş hene, yek ya nivîskar û rexnevanê wêjeyî, mamhostayê me Heyder Omer e û ya din jî ya nivîskar Elî Heyder bi xwe ye. Bi xwendina wan herdu pêşgotinan mirov dikane bêtir agahî li ser mîhrecana helbesta kurdî bi dest xîne, û lew re bo rexnevanan ev pirtûk rast giring e.
Hêja Elî Cefer di pirtûka xwe de hinek helbestên kurdî yên 24 helbestvanên rojavayê Kurdistanê, ku wan bi xwe li mîhrecanên berê xwendine, di vir de belav kirîne, lê li gor alfbeya kurdî, ne li gor hêjabûn an giringbûna wan kesan an helbestan. Eve jî baştirîn çare ye, da dilê kesekî ji kesekî nemîne, nebin dexsokên hev û bila rexnevan bi xwe biryara xwe li ser helbestan bide.
Ez naxwazim bêtir li ser vê pirtûkê bidim, da nebe bangeşînî ji nivîskarê wê re, lê weku xwendinhezekî kurd, ez dikanim li vir bibêjim, xwezî me di her warekî dî de jî kar û xebatên xebatkaran wilo bidana arşîvkirin û paristin.
De bila destên te xweş bin, kak Elî Cefer. Heta berhemeke dî
Li gel silavek ji dil
Cankurd

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…