Gotina malbata şehîd Behzad Zuhrap di rêwrismê xaksipartina wî de

  Amadebûyên hêja..
Xûşik û birayên Qedirbuha..

Bi navê malbata şehîd, bi navê hevalên Malbata şehîdî, Ciwantirîn Sipasî bo Cenabên we.. bo beşdariya we. ..bo xwepêşandana we..bo zehmetiya we kêşayî…ya ku xwesteka me û we bi hev re diyar kirina rêzgirtin  û Qedrê buha yê Şehîdî di hest û ramanên me de.
Amadeyên hêja…
Şehîd Behzad..dibinemaleka kurdperwer.. Cotkar.. di sala 1972 ê jidayîkbûye. Di Himbêza bavekî pêgîrî kêşa xwe, her di ciwaniya xwe de, di dema gurbûn û serkeftinên şoreşa Êlûnê bi serokatiya Barzaniyê Nemir yê ku di her parçekî kurdistanê de çeperek wî hebû. herweha çalakiyek wî wek serkirdekî pêşmerge hebû. di sala 1925 ê, di serhildana Şêx Seîdê Pîran de beşdar bû.. di komara Mehabadê bi Pêşewatiya Qazî Mehemd de serkirdebû. lewra jî Şoreşa Êlûnê di dilê her kurdekî de banga kurdayetiyê bû, di hatdan ..zengilê kurdayetiyê bû hat hejan, di din sîbera wê rêbazê de cihê xwe di nêv rêzên Partiya Demoqrata Kurd li Sûriyê (Alpartî)de dît .xebatek bi dilsozî berdewamkir, yek ji omîdên wî bû zarokên wî kurdperwer û xwendabin ..di nêv rêzên kurdayetiyê de xwedî cih û xwedî navbin.
Hêjayan….
Şehêd Behzad bi wî hestê berz firşik bibû, di wê himbêza kurdperwer de mezin bibû.. ji wê rêbaza pîroz perwer de bibû.. wekî Qutabîk di zankoyê de kolîja Endezyariyê cihê xwe di nêv rêzên (p.p.k) de dîtibû ..di çiya, şikeft û deviyên Bakurê kurdistanê, Qada têkoşeriya xwe weku pêşmergeyekî dilsoz di rêzên pêşî de hilbijart bû, di qûnaxa /11/salan de, bi qehremanî berevanî di ber kêşa rewaya gelê xwe de dikir,  ta ku bi mêrxasî jiyana xwe qurbanî ta ku miletê wî jî bigihe  jiyanek wekhevî, dadwerî û Azad mîna miletên dorbedor yên hevsoz û hevpeyman …bi rêzên karwanê şehêdên kurd yên kevnar, mezin û xweragir xwe gihand .
Xûşik û birayên Qedirbuha …
ev ne yekimîn care dagîrkerên kurdan weha tawanên kirêt û bizdonek bikartînin. di derheqê miletê me de, di kelha Demdemê de Ava vexwarina me jeherdan..di Geliyê Zêlan de jehra toz û bodra dijî me bikaranîn.. di Helebça, Xormal û Eenfalan de li ser çengê Balefiran siyanîd û xerdel li me werkirin, Îro jî  jehrê  têxin di nêv xwarina me de. lê bila baş zanibin ev kiriyar û karên kirêt nîşana qelsiya wane, diyarkirina ser şoriya wane …destnîşankirina rojên nêzîk yên têkçûna wane ,dîsa bila bizanin…bi bihîzin, em bi jehra wan na qelin, em bi kuştinê qirnabin, vîna miletê kurd bi hêz û çeleng, bi awayê ku pîlanên wan dagîrkeran, birçîbûn, derbederî, nezanî û komkujî li ser milê çiyayê kurdistanê, hevjînên rojên giran bin ax kirine, perdên rojên taristan çivandine û paş xwe ve hiştine.. bi wî awayî, bi wê mêrxasiyê wê dara azadiya xwe ya ku bi xwîna şehîdên mîna hêja Behzad hatî avdan bilind û berz dê bi bînê.
-Em şagirtên Mîrê mamosta û zanyarên kurda mîr Bedirxanin
-Em mirîdên şêxê şehîda Ubêdella Nehrîne
-Em niştîmaniyên şehîdê pêşewa Qazî Mihemedin
-Em pêşmergên şehîdê serwer Barzaniyê Nemirin
-Em birayê şehîdê serkirde Mezlom Doganin
-Em hevalên şehêdê Newrozê Silêman Mihemed Emîn Adê ne
Hêjayan.. baştrîn diyarî, berztirîn rêz û rawaz bo şehîdan , yekdengî û yekdestiya me ye .. yekîtiya me ye, her bijî şehîd… bijî yekîtî… her bijin. 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Kurd li Sûriya ne pêleke awarte ya penaberan an jî komeke li ser sînorên welat ku ji nişka ve ketine hundir, lê ew bûbûn -û hîn jî- beşekî resen ya tevna civakî û erdnîgarî ku bi sedsalan berî damezrandina dewleta Sûrî ya nûjen hatibû avakirin. Û ew ne mêvanên demkî…

Tewfîq Sînan

Di hemû cîhanê de kêşe, alozî û astengî di derbarê standardkirina zimanekî zelal û resen hebû û bi hezara pozberî di evî derbarî de peyda dibû, ji ber ku zimanekî zelal bi tena xwe tune ye û ew jî ji sedema ku pêkvejiyanî jîwera heyî bû û heta dema niha…

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...