Qederêêêêê….te çi hanî serê me!

Di rojeke, ku em bi hewceyî dilovaniyê wê bûn, te negot ҫima ez
diya van ji dest wan dibin! Te bi wê yekê nekir,  te ez bi hezarên kîlometran ji bav û xûşk û
birayan  dûr de avêtin, û va ye heyştdeh
sal in, ku te bi hesreta dîtina wan hêştim. Te bi vê jî nekir, te diya min bir,
te bavê û her du bira ji min istandin , bê ku nerîna dawî li wan binerim, û
bêjim: Bavo! Birano! Oxir be, û silavên min bighênin diya min,  tu bi vê jî têrnebû, û te pilana xwe gerand,
û îro te xûşka min Ferîde jî bir, bê ku tu keysekê bidî min, ku carekê xwe
bajêim hemêza wê, wek ku dema ez zarok û biҫûk bûm, min rihetiya xwe di hemêza
wê de didît. Min bi te ҫi kirî, ku vê sitema giran bi ser min de biherikînî?
Qederê tu ҫiqas sitemkarî!!
 Erê Ferîdecan! Tu ne tenê xûşka min bû, tu dê bû jî. Temenê min bûye şêst û ҫar sal, û hîn jî nikanim ji bîra bikim, ku di nav destên te de mezin bûm, tu li kêlek diya me diyeke din bû, nemaze ji bo min, ez ê ku biҫûkê birayên te bûm, nikanim ji bîra bikim, ku te ez hildidam ser pişta xwe, li kolanên gund digerandim, nikanim ji bîra bikim, ku te lûsekî germ di dilê xwe de ji min re ava kiribû, min tu diêşand, tu diwestand,lê rûyê te her tim li ken bû, tu ji min nedixeyidî.
Ez bendewarê wê rojê bûm, ku vegerim, û carekê, tevî vî temenê xwe, xwe bavêjim hemêza te, te bîhn kim, bîhna diya me ji te dihat. Tu ҫû yî, û te ew bîhn ji bi xwe re bir.
Ferîdecan! Tika ye tu cefayên xwe li min helal bikî.
Qederêêê…tika ye, tika ye, tika ye, wê bi dilovaniya xweda hemêz bike, cihê wê li kêlek û dê û bav û her du birayên min, di buhiştê de amade bike.
Birayê te Heyder

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…