Lêborîn a Erdoxan Têborîn e?

Mihemed Hesko
(Birasoz)
 
Penabirin bo
bikaranîna peyva bibore an daxwaza lêborînê dikim di civaka Rohilata Navîn de
gelek kêm tê bikaranîn, ji ber ku hîn nebûye beşek ji çanda civakê, tevî ku bikaranîna
vê peyvê nîşana şaristanî û hesta berpirsyaretiyê ye, jiber ku mirov hestdike
ku şaştiyek derheqê yê din de kiriye û divê dilê wî/wê xweşbike, û ji bo li
hevkirin û li hev hatinê encam bide, pena dibe bo daxwaza lêborînê ji wî/wê
dike.
Di warê siyasî (polîtîk)`ê de jî, lêborîn an daxwaza lêborînê di navbera serokan û karbidestên dewletan de jî dema di derheqê hevdu şaştiyan dikin lê borînê ji hevdu dixwazin û ew peyv  tê bikaranîn,û ya herî dawî ku babeta gotara me ye,lêborîna Serokê Tirkiyê,Receb Teyib Erdoxan e ku derbarê êxistina firoka Rûsiya yê ji aliyê hêzên tirkiyayê ve di sala borî de, ji serokê Rûsiya Pûtîn kiriye, û asayî kirina pêwendiyan digel Îsraîlê, piştî derketina wî ji Pevgihîna Aboriya Davosê piştî wî û Serokê Îsraîlê Pêrêz avêtin ber hev ku bo lehengekî îslamî di çavên misilman û îslamiyan de.Pirsyar ew e, çima niha ev lêborîn û ne di dema qewimîna bûyerê de?tevî ku wê demê Rûsiya bi fermî ji Tirkiyê daxwaz kir ku daxwaza lêborînê bike?lê Erdoxan got, me mafê xwe bikaraniye,û emê ticarî daxwaza lêborînê ji tu kesî nekin.
 
Ji bo bersivdana vê pirsyarê, divê em bi çavekî vekirî û rexnegerî sêrî guhertinên ku di deverê de qewimîne bikin û guhertinên girîngtir jî yên ku werin kirin e, herwiha şikestîxwarên Erdoxan li ser asta navxweyî, herêmî û navdewletî bi nirxînin.Û wek serok wezîrê Birîtanya yê Wîniston Tişirşêl dibêje:“Di siyasetê de dijmin an hevalê neguherok tinene, lê berjewendiyên neguherok hene“.Erê Erdoxan jî vê yekê baş dizane, kesekî pozbilinde, biragmatiyê û bê prensîbe, wek kurd dibêjin ketiye çavên xwe, û ji roja bin rojê de, bi çavê şûngirê îslaman sêrî xwe dike û xewna wî ew bû ku împeretoriya Osmanî bi vejîne, ew jî bi awayê şûnkaran çi li Sûriyê,Felestîn û Rohilata Navîn bi giştî, û hemû hewlên wî, di wê çarçoveyê de ne.
 
Di nerîna min de, eger Erdoxan neketiba bin fişareke ne tenê metisîdar,lê belê gefeke bi saw, ne tenê li ser wî lê belê li ser cugrafiya Tirkiyê bi xwe, ew ji ya xwe ne dihat xwar, ew jî ji ber du gefan e, ya yekem guhertinînên dirametîkiyên ku li Bşûrê Biçûkê(Roavayê) Kurdistanê diqewimin ku roj bi roj şervanên Kurd li Roavayê Kurdistanê bi alîkariya lojistiya dewletên ku bi dostên Tirkiyê tên nasîn destkeftiyan bi destdixînin,tevî hemû bizavên Erdoxan yên bo dûrxistina kurdan ji hevkêşeya leşkerî û piştre bê nirxkirina wan di hevkêşeya siyasî de û ji her destkeftiyekê di Sûriya pêşerojê de bêne bê parkirin.
 
Gefa duyem, rewşa Başûrê Kurdistanê ye ku roj bi roj bi armanca serxwebûnê daxwaza rêfrandomê têkirin, û hêdî hêdî ev mafê rewa yê gelê Kurd li ser asta cîhanî dibe xwedî alîgir, dost û heval, û ji aliyê dewletan bi taybet Yekîtiya Ewrupa û Emerîka yê ve, vê yekê kir ku Erdoxan van herdu pêngavan bavêje.
 
Erdoxan şagirtê dibistana hizir û têgeha împeratoriye, herwiha neviyê çanda êrîşber ya dagîrkeriyê ye, û li cem wî û hemû karbidestên Tirkiyê û dagîrkerên Kurdistanê, prensîba herî pîroz û hêla sor, mafnedana Kurda ye û daqurtandina Kuristanê ye ku divê hemû tişt bo wê berjewendiyê werin kirin, yekîtiya axa dewletên wane, û yek jê axa Tirkiyê ye- ya ku ticarî ne axa wan bû- lewira Erdoxan amade ye sed têborînan li hember dewletên ku niha piştgêriya Kurdan dikin li herdu Başûran bike, jiber ku ew hatiye dorpêçkirin û baş dizane ku ji ber debengiya nebeşdarbûna Tirkiyê di piroseya rizgarkirina Iraqê de, Başûrê Kurdistanê bo Herêmeke Federal, û ji ber ku şaştî dubare neb, û Kurd li Roavayê Kurdistanê nebin xwedî desthilat û herêmeke dina Kurdî dirust nebe, ew amadeye ne tenê lêborîn û têborîna pêşkêş bike, lê belê amadeye ta serdanan jî bo Şamê,Tehran, Mosko û Telebîbê jî bike, ev reftarên han ne dûrin ji neviyên hizira dagîrkeriyê, wek pêşiyên me gotine:“Aş digere bi avê, law dike karê bavê“.
 
Kurdino…dijmin ji her çar aliyan ve û bi hemû hêz û karînên xwe kar ji bo dubarekirina Saykis-Bîko û Rêkeftina Cezairê dikin, û dikin ku dîsa sedsaleke din me jêrbarê xwe bikin.Gelo ji bo beravêtina dek pîlanên dijminan, emê armanca pakrewanan û hêviyên dayîk û zarokên wan pêkbînin?Vaye ji dagîrkeran Erdoxan bi lêborînê destpêkir,lê li ku têborînên wî yê rawestin kes nizan e!?
Çarşem- 30-6-2016 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…