Rewşa Me Zindiyan Bi Ciwan Nebî re

Hekîm Ehmed

Tim di hişê me de bû ku afirandin bi azarkêşiya jiyanê geş dibe, êş û bobelat heybereke ciyewaz û bêhempa peyda dike, ji ber wê dema kurdekî digot ez helbestevan im, bi navên Helebçe, enfal û Mihabadê dest pê dikir, navên mezin ên serok û pêşrewan, pakrewan û lehengan tevlî hevokan dikirin bi awayê ku mirov don, xwê û biharan li xwarinê bike.

Bi rastî wefadarî pêwistiyek e, lê carina ku heyber dimîne çend durişmên siyasî û çend navên gewre, mirov xemgîn dibe ku nav lêbike helbest an afirandin. Dîroka vê êşê di wêjeya Kurdî de kevn e, ji ber ku ristên bi navê Şînî mijareke sereke bûn di berhemên kilasîk, di gelek dîwanan de bireke taybet girtine.
Helbet, em jî gihane demekê em karin bêjin ku bûyera gewre ne tim heybereke gewre berhem dide, lê ji aliyekî din ve, wêje dimîne wêneya dem û jiyanê, ev di wêjeyên gelan de tekez bûye, belê berhemên wêjeyê di bobelat û cengan de pir dibin, tevî ku asta wan ne yeksane ye.
Em li çend salên dawiyê li Sûriyê vegerin, em wê himbizbûna berheman nabînin, bi taybet di nav nivîskarên Kurd de yên ku çend rêxistinên wan hatine ragihandin, tevî ku eger em navên xwe çap bikin  yên ku nav li me dibe helbestevan û nivîskar wê çend pirtûk derkevin, tev rêzgirtinê ji pirtûkên ku derketine.
Ciwan Nebî, ciwanekî ku guleyek di vê qadê de teqand, kesek ne kuşt, lê cihekî kûr di dîwarê helbesta kurdî de kola, ew bi xwe, di pirtûka xwe (Weke Gulleyeke Ku Te Nekuje)  de vê mijarê tîne ziman û zehmetiya ku tu di bobelatê de bijî û li ser binivîse diyar dike, Ciwan li ser zarokekî ji qurbaniyan dipirse: (-Tu dikarî binivîsî? -Ka tu ê çawa bixwînî?).
Ger tu nivîser an xwêner, mirovekî hestevan bî (- Tu yê ku xwîn nedîtî – ji pêvî şûna stirîkî di tiliyên xwe de), tê li ser zarokekî ku topbûn e barana wî, çi binivîsî û çi bixwînî?  Ciwan zane ku (Baran di helbestê de naziktir dibare), wilo jî ew heybereke awarte li ser hestên me çap dike.
Di (Weke Gulleyeke Ku Te Nekuje) de Tu bi kude biçî wê gule li dûv te bê, wê ceng xwe li te bigelicîne û çarenûsa te zeft bike tevî ku axêver ne yê cengê ye, lê bi hemû hişkiya xwe ceng wî hişk û har dike, (– Dara ku ramûsanên me vedişartin – pelên wê bi guleyan diweşin),
(– Û tu li bajar dinihêrî – ne çivîkek li ser dareke tiwan dideyne – ne tiwek li ser dilê te). Li cihekî din qîr dike: (– Û gulle qul dikin bêdengiya min – strana min dikujin).
Di vê qerebalexê de, Ciwan naxwaze jiyana cengê bifelsifîne, bi qasî ku ew nêçîra çelengiyê bike, kêliyên helbestê yên veşartî bidest bixe, ev dihêle ku bi çêja hestesazekî bipiste: (- Ceng sibehan radiweste – tu dikarî li Şoban guhdarî bikî) û rê dide zarokê di hundirê xwe de ku kesayetî û pêkhateyên cengê bide nasîn: (- Balafir çivîkên cengê ne, ji serma wilo mezin bûne) û ( Leşker mirovek e, sîka wî ji wî mestir e) û carina yasayeke cengê bi derbirîneke helbestî kifş dike: (– Jiyan tev di cengê de hotêlek e), yan di nava helbestê de biryarekê dide: (Kî bimre ew helbestevan e). Li cihekî din serkêşiya helbestên xwe dike, xwepêşandanekê li dijî cengê derdikeve û durişma xwe ya herî xweş dibêje: (– Birûxin doşka – bijîn piskilêtên zaroktiya me).
Li ber vê êşê, li pêş cenga ku ciwan wê reş, girtî, tarî û zuha dibîne, gunehê helbestevan tenê ku dîdevanek e, mirovekî bi çav û guh û hest e, ew dîdevanê di pirtûkê de weke qurbaniyê herî bi êş diyar dibe, ji ber ku êşên hemû welatê xwe dibîne, ew cuda ye ji kesên din ku di pirtûkê de pesindayî ne weke leşker, kujer, evîndar, penaber, zarok, bav û dayik.
Dîdevan j ber vî gunehê giran ji hêla guleyan ve seza bûne ku ew nekuştine, wilo wê bi zindîbûna xwe her roj bimrin (– Çi ji wilo hişktir, li vî welatê goristan) û ji ber ku (Tu birayên xwe li paş doşkayan dibînî) û (bi aliyan de diterqin term), divê her zindiyek li cengê weke Ciwan bi bawerî bibêje: (– Ez jî şehîd im – cihê min li rêza nûçeyan nema bû).
Belê, eger gule te nekuje, jiyan di rastiya xwe de dibe dubarekirina mirinê. Ev e çarenûsa hevbeş di navbera afrêner û xwênerê (Weke Gulleyeke Ku Te Nekuje) de. Bêguman dîdevanê di van helbestan de bi qedera xwe qayil dibe, lê li pêşiya dîmenên bobelatê û bi dubarebûna mirina xwe, dibe çavdêrekî xwedî ezmûn ku radije pirsên mezin û bi zimanê xwêner li nav çavê ceng û hebûnê dixe yan jî weke ciwan dibêje bi cengê de dipijiqe, bi van rojan de: (Bimrim, tu ê çi li ser in binivîsî?), (Ma kujerê zarokan, li çavên zarokên xwe dinihêrî?) û (– Bajarê dûûûr, teng – wê çawa karîbe rahêje barê cengê?).
Di helbestê de, tevî mijar ewqas girêdayî civakê ye, Ciwan ne ew helbestevanê ku bi pabendiyeke hişk xwe girêbide yan eza xwe di bin stûbarî û erkê de bitewîne, mijara cengê ne weke xwegirêdanekê hatiye, lê ew bandoriya derdorê di wjdana afrêner de ye, ji ber vê em tabetiya nivîskar û derbirînên wî bi gelek şêweyan dibînin weke dîtina bi çavên zarokan (Zarokan naskiribû ku balafir şekirên cejnan belav nakin) ger di quncikên dîmenê yên veşartî de (Niha ger ceng destpê bike, û te hîna kurtikekî xwe yê nû nekiriye) guhestina êşê bi şêweyê nuktê ku azarkêşiya veşartî eşkere dike û xwêner azad dihêle bikene yan bigrî (Di cengê de, dibe dengê telefona te, bêhtir ji dengê guleyan te bitirsîne), beşdariya bajar bi hemû hêlên xwe (Qehwexane, hotêl, goristan, dadgeh, derî, dar..) û gelek derbirînên din weke hevokên navane ku wateyên helbestê weke rêzikekê yan prensîpekê pêşkêş dikin û hevokên pirsyarkî ku bi hestan bar dibin..
Di (Weke Gulleyeke Ku Te Nekuje) de, mirov dikare xwe bibîne, xwe binase, hestên xwe yên pijiyayî bi çavine hestyar di qaqilê helbesteke kurdî nûjen de bixwîne.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…

Dildar Aştî
Li rê bûm
Peyv zîpik bûn
Li laşê di tayê de dipengizîn…
Min şopa tajangên sert
Li nav qolincên oxirê di şopand
Bi êşê hestiyar dibûm…
Ê din hebûn
Bi dîlanê mijûl bûn
Bi halanê…
Min qûnaxa di navbera dijberan
de dipîvand…
Li ser pêlên Leylanê
Min pirsa xwe bi saw dişand…
Ka çendî,
Ez nêzîkî agirê rastiyê me ?!..
Çendî dûrî,
Çirava xiniziyê me ?!..

Li wêderê
Şewatê bê mihrevanî
Deşta min…

Ehmed Tahir

Dil ji min bir,şêrîn yarê
Dême sorê,reng hinarê
Pora zêrîn,çen bi xalê
Xecxecoka di buharê
Şêrîn yarê
Reng buharê
Dil ji min bir
Di vê salê

Sibhan rebê ev gul dayî
Rû ji rengê sipî sayî
Agir di dil wê dadayî
Şalê herîr mil badayî
Çem û kanî
Gula xanî
Dil ji min bir
Hêlîn danî

Find û çira di vê malê
Gul û nêrgiz pir delalê
Mi dil daye…