Dikarim Bibêjim; Romannivîsekî Kurd im!


Konê Reş

  Berî çend rojan, piştî ku erêkirina mezintirîn weşanxaneya kurdî bi çapkirina du romanên min, ji min re hat, nû dikarim bibêjim ku; ez romannivîskî kurd im. Bûyerên van her du romanan: (Li ser Peravê Çemê Ceqceq) û (Serxet û Binxet), li dor kêf û şahî, kul û xemên welat û welatiyên min digerin. Ev erêkirin bêtir min dehif dide ku ez li projeyê xwe yên nîvco bigerim û ez kêfxweş kirime.
Digel ku di van rojan de, ez di kutahiya xelaskirina pirtûkek dîrokî de dixebitim.

Ev pirtûk jî, li dor hoz, eşîr û kesayetiyên Cizîrê yên kevin bi tevayî ye. Her wiha ta niha, min 60 xelek ji pirtûkekê bi navê (Ji Evîna Rojên Kevin), nivîsandiye û hêj berdewam im di nivîsandina xelekên mayî de… Ev pirtûk jî, li ser zîlana rojên zaroktiyê li gund, danûstandinên min, serboriya pêvajoya jiyana min bi dost û hevalan re û dizîvire.
  Nivîsandin ne henek û tinaz in, ne yariyeke ku mirov sebra xwe pê bîne û çax û deme xwe pê re derbas bike. Nivîsandin berpirsyarî ye.. Nivîsandin name ye.. Nivîsandin ji îro û sibe re ye, nexasim ku nivîsandin li dor veşartokên min û jiyana weltiyên min yên Beriya Mêrdînê be..
  Bi nivîsandina van her du romanan û pirtûkên min yên mayî re, dihisim ku ez ê karibim di rojên ayind de romanên berkêtîtir, pêşketîtir û tekûztir ji xwendevanên xwe raxînim ber çavan.  .
Bi hêvî me ku di demeke nêzîk de, ev her du romanên min di nav destê xwendevanên zimanê kurdî de bin.
  Belê Ezbenî! Ji encamê ked û westandina xwe,  a ku xelkên min ji wan raziye, dikarim bibêjim ku ez romannivîsekî kurd im!.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…