Penaberî, Şerma Mirovatiyê!

 Rozad Elî

Peyamnêrên TV û aceansên nûçeyan rewşa xirab a penaberan û dijwariyên ku li nava pêlên deryan, li ser rê û li ber sînoran dibînin, zindî diweşînîn. Dîmenên wan penaberên ku ji rojhilata Navîn berve Ewrupa diçin hikariyên mezin li raya navdewletî dikin û wê dihejînin. Ew wêne û dîmenên şanî didin ku bi çi dijwariyê û bi çi şêweyên çavşikestî ew penaber xwe li metirsiyan dixin û bi ser nepenî û mirinê de diçin. Bi hezaran zarok, mêr, jin di nava avê de noq dibin û li ser rêkan û li ber sînorên reş jiyana xwe ji dest didin.

Ew dîmenên zor kambax dihêlin ku gelek dewletên Ewrupî, nemaze jî Almaniya, sînorên xwe ji wan re vekin, wan ewle bikin û zû mafê penaberiyê bidin wan.
Li gora serhejmarên nêzîk rastiyê, li havîna îsal, rojê 1400 penaber di Tirkiyê re derbas Yûnanistanê dibe, dora 2600 penaber jî ji Yûnanistanê derbas sînorê Hungarya dibe û bêtirî %60 ji wan penaberan Sûrî ne. 
Pirsa giring ew e, ta kengî goçên penaberan, Kurd jî di nav de, wê ji Rojhilata Navîn, nemaze ji Sûryê bi van hejmarên mezin ji welatên xwe bar bikin, mişext bibin û berve welatên biyanî biçin?. Ta kengî dewletên Rojavaya wê sîng û sînorên xwe ji wan re vekin û wan li ba xwe bi ci bikin?. Bê guman ji hemêzkirina penabertiyeke wilo mezin re rade û taximên kanînê hene, rojekê were ew dewletên Ewrupî yên dewlemend, wê biwestin û penaberan pêşwaz nekin, dewletên Ewrupî ên xizan jî wê deriyên xwe li ber lehiya wan bigirin û bernedin. Ji niha de gelek gotin û axaftinên tonbiton ji berpirsyarên dewletên Ewrupî li derbarê qeyrana penaberan têne kirin, ew dibêjin: Piraniya penaberên ku ji Rojhilata Navîn tên Ereb û Misilman in, û ji ber şerên ku li herêmê rabûne direvin, loma jî gerek e dewletên Ereb ên dewlemend û misliman wek Siûdiyê, Qeter, Kiwêt, Îmarat û HWD, wan pêşwaz bikin û pirsgirêkên wan ên bingehîn çareser bikin?. Wek hemî çavdêr dibêjin û xelk dizane, ku ew dewletên Erebî bi xwe jî sedemên yekser in ji qeyranê Sûryê, Îraqê, Lîbya re.. destêwerdana wan li nava wan her sê dewletan, piştgiriya wan ji rêxistinên Îslamî yên tundrew re, û dankirina wan bi çek, peran û mirovan jî, rewşê li wan dewletên qeyranbar kavil dike, ew gihandine deraqekî pir xirab û hîştine jî ku li dewleteke mîna Sûriyê bêtirî nîvê xelkê wê bibin mişext û penaber.
Eger raya navdewletî û komkara Erebî, birastî dixwazin çaresriyeke bingehîn ji pirsa penaberan re bibînin, gerek e hemî cureyên alîkariyan û ewlehiyê ji mişextiyan re peyda bikin, û rojekê pêşde şer li Sûryê, Îraqê, Libiya, Yemen… rawestînin û çareseriyên aştiyane ji pirsgirêkên wan re bibînin daku ew penaber rojekê pêşde li mal û welatê xwe vegerin.
Piştî nêzîka pênc salan ji şerê navxweyî, rewşa gelê Sûryê gihîştiye warekî pir xerap. Rikberiya Sûrî li gel destên ku di paş wan de, û sazûmana Beis jî ketine ber berpirsiyareke dîrokî, li wan ferz bûye, ku di warê pêkanîna goftûgoyan de pir nerm bin. Pir giring û pêwîst e ku hemî aliyên qeyrana Sûryê li hev rûnin û danûstandinên bi berhem û encam bikin. Yanê jî agirê şer wê tevahiya nexşeya siyasî li Rojhilata Navîn bide ber xwe, û di serî de malabtên destlatdar li hemî dewletên Kendavê, ku wek destwerdar û berpirsiyar ji gurkirina şer re tên dîtin, wê weran bibin, werin rûxandin û dewletên wan jî wek Sûryê û Îraqê wê wêran û talan bibin. 
………………………………………………

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…