Ezbenî!… Kobanî!


Konê Reş


Ezbenî! Vê sibehê piştî min nûçe sehkirin û wêneyên kuştiyan li Kobanî dît, tenahî û aramiya min ji hev belawela bû, spîbûna dilê min bi reşahiyê ve hat lewitandin û xemgîniyê konê xwe di ser min û Qamişloka min re vegirt..

Ezbenî! Çima tu evqasî xemgînî?! Nizanim.. Tu dibê qey vê sibehê min tiştekî xwe winda kiriye.. Ez bûme mîna hîmekî kevirî, ku rih û can têde nemaye.. Tu dibê qey, ez xatir ji Qamişloka xwe dixwazim û pişta xwe didim dost û yarên xwe..

Ezbenî! Tu dibê qey, vê sibehê min qehwe venexwariye, tevî ku min du fincan vexwarine û ew gul û çîçekên xemgîn di hewşa xwe de avdane..!

Ezbenî! Ez Kobanî pîroz dikim, ew jî ket rêza bajarê Bedlîsa şex Şehabedîn û melle Selîm, rêza Ameda şewitî û şêx Seîdê Pîran, rêza Dêrsimê û şêx Elî Riza..

Qamişlo  26/06/2015

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…

Qado Şêrîn

 

Dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim.

Helbet nehemû kilasîk tên xwendin, wek dema me ya aniha. Berê jî gelek helbestvan hebûn, wek aniha, lê hindik mezin bûn û man û hey man, nimûne gelek in, lê gelek jî hema ku mirin winda bûn. Aniha jî gelek xwe dikin…

Şîlan Doskî

 

Şerekê gengaz di navbera Îran û Îsraîlê de ne tenê pirsên jeopolîtîk derdixe holê. Lê ew rasterast bandorê li mîlyonan mirovan dike. Bi taybetî Kurdên li her çar aliyên Kurdistanê dijîn: Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakur di bin metirsiyê de ne.

Şerekî bi vî rengî wê ji bo wan…