«ZIMANÊ KURDÎ DI NAVBERA HÊVÎ Û ARÎEYAN» DE … xelek (14)

Deham Ebdulfettah
Pêşgira “bi”di navbera Bêje û Bibêje de ……!
  Li gelek herêmên welêt raweya fermanî ji karê “gotin”bi şêweyê “bêje”tê xebitandin , li hin herêman jî bi şêweyê “bibêje”tê xebitandin . Derbarî duristî û neduristiya van her dû şêweyan jî gelek caran gotebêj , di nav rewşenbîran de germ dibe . Di vê pêvajoyê de pirs ev e : Gelo , li gora rêzikên rêzimanî , kîjan şêwe rastir û duristir e ?!

          Em dizanin ku kar , ji hêla bêjesaziya teşeyê (formê) ve , dibin (3) beş :
-Karên xwerû (sade) .
-Karên dariştî (xurdezad) .
-Karên lêkdayî (hevbend) .
Raweya fermanî ji van her sê beşên karan ne wekî hev tê sazkirin  .
– Karên xwerû :
Karên xwerû ew kar in , ên ku teşeya (forma) wan ji bêjeyeke rût (bê zêdebûn) û watedar pêk tê ,wek (çûn , dan , ketin , xwestin…) .
Raweya fermanî ji karên xwerû li gora vê rêzika jêrîn pêk tê:
[Pêşgira (bi) + binyata dema nuha + paşkoka kesîn (e , in)]
Binyata karên dema nuha jî , bi van pêngavan saz dibe :
1-Kar di dema nuha de :
-Çûn : Ez diçim
-Dan : Tu didî
-Ketin : Ew dikeve
-Xwestin : Em dixwazin
2- Avêtina pêşgira dema nuha (di) û paşkoka kesîn (im ,î ,e , in) :
– Ez di- ç – im = … ç … (binyat)
– Tu di – d – î = … . d… . = :
– Ew di – kev – e = … kev … =
– Em di – xwaz – in = … xwaz … =
Vêca raweya fermanî ya wan karên mînakan , li gora rêzika  jorîn ev e :
-Bi + ç + (e , in) = biçe , biçin
-Bi + d + (e , in) = bide , bidin
-Bi + kev + (e , in) = bikeve , bikevin
-Bi + xwaz + (e , in) = bixwaze , bixwazin
Karê (gotin) jî karekî xwerû ye , lê karekî dûreh e . Anku dema borî ji jêdera xwe “gotin”bikar tê :
– Min got , te got……
Lê dema nûha û paşeroj , ji reha (koka) jêdereke winda , bi wateya “gotin”, wek (bêjtin , bêjan…) bikar tê :
– Ez dibêjim , ez ê bibêjim … .
Li vê gorê , raweya fermanî ji karê “gotin”dê bi vî şêweyî pêk bê :
– Gotin : Ez di – bêj – im = … bêj

Raweya fermanî :
(Bi + bêj + e /in = bibêje , bibêjin )
Bi vê yekê em dikarin tekez bikin , ku raweya fermanî ya rast û rewa , ji karê (gotin) (bibêje) ye û raweya (bêje) bi şêweyekî gelêrî jê sivik bûye  .
Hinek birader dibêjin , ji ber ku dengê tîpa (b) di  pêşgira (bi) û (b) ya karê (bêje) de , dûbare dibe (bi + bêje ) bo sivikbûnê (bi) tê avêtin û raweya fermanî dibe ( . .bêje . .) , li şûna (bibêje) . Bi dîtina min , ev nêrîn ne cîgirtî ye . Ji ber ku karê “birrîn”û “barîn”jî bi tîpa (b) destpê dibin , lê fermaniya wan , li gora rêzikê , bi şêweyê “bibirre , bibare”hatiye û nebûye “birre , bare”, anku pêşgira (bi) nehatiye avêtin… .!
2- Karên Dariştî :
Karên dariştî ew kar in , ên ku ji pêşgir û karekî xwerû pêk tên , wek (daketin  , rabûn , vekirin… .) . Raweya fermanî , ya van karên dariştî bêyî pêşgira fermanî (bi) pêk tê . Anku , li gora vê rêzika jêrîn pêk tê :
– [Binyata dema nuha + paşkoka kesîn (e , in)] .
Li vê gorê , (rabûn , vekirin ) :
-Rab + e , in = rabe , rabin
-Vek + e , in = veke , vekin
-… .
3- Karên lêkdayî :
Karên lêkdayî jî ew kar in , ên ku bêjesaziya forma wan ji bêjeyeke watedar an pirtir , b .jeyek . û karekî xwerû pêk tê , wek (avdan , serjêkirin…)  .
Raweya fermanî ji karên lêkdayî bi dû şêweyan pêk hatiye :
1-    Bêyî pêşgira fermanî (bi) :
-Avdan : Avde , avdin
-Guhdan : Guhde , guhdin
-Serjêkirin : Serjêke , serjêkin  .
Melayê Cizîrî dibêje : [1]
” Guhde awazê neyê weqtê sema tên muxbeçe
Fehmê razê ger dikî , çawa dinalin çeng û saz”.

2- Bi alîkariya pêşgira fermanî (bi) :
– Avdan : Avbide , avbidin
– Guhdan : Guhbide , guhbidin
– Serjêkirin : Serjêbike , serjêbikin
– Derkirin : Derbike , derbikin  .
Li dûmahiya mijarê em careke dî jî tekez dikin ku raweya “bibêje”ew a rast û resen e û ya (bêje”bi şêweyekî gelêrî jê sivik bûye .
Xanî dibêje : [2]
” Bû keyf neşêm çi ez bibêjim[3]
dêwane bibim duran birêjim “.

Zêder (Veqetandek) û Nîşandekên Verêsê (tewangê)!

Zêder , navlêkirina Seyda Reşîdê Kurd e . Ev nav lêkdayî ye , ji (zê + der) pêk hatiye
û bi wateya ku zayenda navan ji hev cuda dike , anku navdêrên nêrza û yên mêza ji hev derdixe . Gotina “Veqetandek”jî navlêkirina Celadet Bedirxan e- Ew jî bi wateya ku navên corecor , ji hêla zayend û jimarê , ji hev vediqetîne-
Çawa nav , ji hêla pendî û nependiyê- dibin dû beş zêder jî  , bi wê gorê dibin dû beş :
1-Zêderên navên pendî (zêderên pendî)
2-Zêderên navên nependî ( zêderên nependî)
a – Zêderên pendî (veqetandekên nas) ew zêder in , ên ku digihêjin navên pendî , zayend û jimara wan destnîşan dikin- Zêderên pendî jî ev in , “ê , a , ên”
Ê : Ev zêder digihêje navên pendî yên yekjimarên nêrza :
– Hevalê te bira min e –
– Pismamê  te hevalê min e –
A : Ev zêder jî digihêje navên pendî yên yekjimarê mêza :

– Keça Zînê xwendekar e
– Ev dara sêvan hişk bûye
ên : Ev zêder digihêje navên komjimara her dû zayendan (nêr û mê)  , wek :
-Kulîlkên daran dibişkivin
-Dostên  me herî hûn in
Berçav e ku ev  zêder , ji bilî ku zayend û jimara navan destnîşan dikin , dibin alavên palvedanê[4] , navên palvedêr û berpal bi hev ve girêdidin :
-Welatê me ji hemû welatan şîrîntir e-
-Zeviya Temo avdayî ye:
Nav û hevalnavan (rengdêran) jî bi hev ve girêdidin :
-Zarokên piçûk perwaneyên zêrîn in –
-Kulîlkên rengîn xemla buharê ne
Hin caran zêderên pendî di hevokê de dûbare dibin , hingê zêdera pêşî wekî ku ew e (wek xwe) dimîne , ya dûwem , li gora watedariya hevokê , bi dû şêweyan berçav dibe:
1-    Bi teşeya zêdera yekem û wekî wê jî navê Pêşîn , ji nav cor û celebên wî destnîşan dike û rewşekê (çi baş , çi xirab) bi ser wî navî ve berdide , wek :
-Birayê min ê  piçûk xwendekar e
-Hevala we ya zîrek nexweş e

Di mînaka yekem de , ji nav birayan birayê piçûk hat veqetandin ku ew xwendekar e- Di mînaka duwem de xuşka min a nexweş zîrek e-
2- Zêdera dûwem bo rewş û pesindanê tenê tê xebitandin ,  , hingê bi şêweyî “î”tê nivîsîn – Ev teşe “î”jî ne durist e ku bibe veqetandek , anku navekî ji celebên wî veqetîne :
– Ey Xwedayê min î dilovan !
Di vê mînakê de , Xweda her yek e , tu cor , celeb , heval û mînak jêre nînin- Lê ku me bigota : (Ey Xwedayê min ê dilovan ) ,gerek xudayinî dîtir jî hebin- Ev jî ne durist e ku bê gotin-
Wilo jî :
-Ey dayika min î  diltenk !
-Hey bavê min î  têkoşer !
Çiku min bavek û dayek tenê hene – Mebesta min jî , pesindana wan e , ne veqetandin û danasîna wan e .
– Rastnivîsa zêdera dûwem wateya hevokê , ya herî rast û durist berçav dike- Anku , eger zêdera duwem bi navê berî xwe ve bê nivîsîn wateyekê dide hevokê , lê ku cuda bê nivîsîn , hingê wateyeke dîtir dide hevokê ,  wekî ku em bibêjin : Dû mirov bi navê Bedirxan hene , Bedirxanê bapîr (mezin) û Bedirxanê nevî (piçûk) .
Li vê gorê ku em bibêjin : (Kurê Bedirxan ê mezin pendeyar e) , bêyî ku em cihê zêdera “ê”destnîşan bikin , hingê em ê tûşî vê pirsê bibin :
Gelo di wê mînaka çûyî de , yê mezin   kî ye ?!
Bedirxan e  , yan kur e ?!
Destnîşankirina cihê zêdera dûwem , wateya hevokê zelal dike û dide zanîn  , ka yê mezin kî ye!- Anku , eger em zêdera dûwem “ê”bi navê Bedirxan ve binivîsin , hingê , yê mezin wê Bedirxan be :
– Kurê Bedirxanê mezin—-
Lê ku ew zêder serbixwe (cuda) bê nivîsîn , hingê wê zêder li “kur”vegereû rewşa “mezinayê) jî wê pê ve girêdayî be , anku yê mezin wê ew be :
Kurê Bedirxan ê mezin—-
Cudahiya di navbera her dû wateyan de jî ev e:
-Kurê Bedirxanê mezin (Bedirxan mezin e)
-Kurê mezin , ê Bedirxan (kur mezin e)
Ev jî dide zanîn , çendî rastnivîsa kurdî bandorê li rastiya wateya wê dike –
-Ji hêla rêzimanî ve jî , eger zêdera dûbare serbixwe bê nivîsîn , dibe cînavê pêwendî- Anku cihê navekî dî digire- Navê avêtî jî , ew navê pêşîn bixwe ye , lê ji bo ku dûbare nebe hatiye avêtin :
-Birayê min ê piçûk xwendekar e
-Xuşka te ya mezin mamoste ye
-Hevalên me yên gundî dilsoz in
Di van her sê mînakan de , cînavên pêwend “ê  , a , ên “, cihê van navan (bira , xuşk , heval) girtiye- Çiku , reseniya wan hevokan ev bû :
-Birayê min (birayê) piçûk xwendekar e
-Xuşka te (xuşka) mezin mamoste ye –
-Hevalên me (hevalên) gundî dilsoz in
Bi egera ku ji pêvajoya hevokan wateyên wan tên zanîn , ew her sê nav hatine avêtin û zêderên wan cihên wan girtine û bûne cînav  .
– Nîşandekên verêsê (tewangê) , yên navên pendî jî , herî ev in , (î , ê , an) :
Î : Digihêje navên berverês yên nêrzayên yekjimar
-Mala mêvanî li Hewlêrê ye
Ê : Digihêje navên berverês ên mêzayên yekjimar :
-Dibistana Zînê  dûrî mala wêye –
An: Digihêje navên berverês ên komjimara her dû zayendan (nêr û mê):
-Konê Koçeran ji mûyê bizinan e

b- Zêderên Nependî :
Navên nependî , di rêzimanê de navên nenas in- Nîşandekên navên nependî , (ek , in) in- Ev nîşandek digihêjin navên pendî û wan dikin nependî :
-Ev mirov hat dibistanê
(mirovek  hat dibistanê) – nependî
-Ev mirov hatin dibistanê
( Mirovin hatin dibistanê) – nependî
Berçav e ku ev her dû nîşandek (ek , in) bi dû
erkên rêzimanî radibin :
1-    Dibin nîşandekên navên nependî (nenas) , weku wan mînakên derbasbûyî  .
2-    Jimara navên nependî destnîşan dikin :
Ek : Bo navên nependî , yên yekjimar bikar tê :
-Mirovek hat mala me (yek mirov)
-Mêvanek hat mala me (yek mêvan)
In: Bo navên nependî yên komjimar bikar tê :
-Mirovin hatin mala me ( geleg mirov)
-Mêvanin hatin mala me ( gelek mêvan)
Berçav e ku di van her dû mînakan de nîşandekên (ek , in) jimara navên nependî tenê diyar dikin , lê zayenda wan navan bi zêderan (veqetandekan) tên nasîn- Zêderên navên nependî jî , ev in :
Î : Bo navên nependî , yên nêrzayên yekjimar bikar tê :
-Pêjna mêvanekî biyanî tê-
-Hevalekî min koçber bûye-
E : Bo navên nependî , yên mêzayên yekjimar bikar tê :
– Reşo mehîneke boz kirriye
– Sîmav keçeke zîrek e
(Î: E) : Bo navên nependî , yên komjimara her dû zayendan (wek navên yek jimar bikar tên) :
“Δ: (nêrza) : Min hespinî baş firotin
– Mirovinî dost hatin cem me –
“E”: (mêza) :
– Fatê mirîşkine qelew firotin
– Min darine sêvan çandin –

Zêderên nependî yên dûbare :
zêderên nependî jî , weku yên pendî , di hevokan de dûbare dibin û rewşa navên zêdera pêşîn destnîşan dikin :
Î : – Mamosta şagirtekî xwe zîrek xelat kir
– Fatê dîkekî sor î qelew firot
E : – Sosinê hevaleke xwe jêhatî xelat kir
– şevnemê Keçeke bedew î jîr e
Zêdera nependî li pey navên nependî yên komjimar jî bikar tê :
Nêrza :
– Hevalinî min î (în) qenc penaber bûn
-Şivaninî[5] mêrxas î (in) zana hene
Mêza :
– Keçine xwenda (yîn) jêhatî li vir in
– Sêvine sor î (în) zer tên firotin[6]
Diyar e ku ev zêdera nependî , ya dûwem erkê alava pêwendî “û”dibîne û bi wê rolê radibe- Anku , rewşekê dispêre rewşekê û her dû rewşan bi navê rewşdar ve girêdide , wek nimûne :
– Min guleke sorî î bînxweş çinî
= ( Min guleke sor û bînxweş çinî)
– Sosin keçeke bejinbilind î bedew e
= (Sosin keçeke bejinbilind û bedew e )
Lê carinan jî zêdera nependî rewşekê dispêre navê berî xwe , bêyî ku rola (û) ya pêwendî bibîne :
– Min hevalekî xwe sozdar dît
– Mehîneke Reşo beza heye

Mîr Celadet Bedirxan derbarî zêdera navên komjimara nependî dibêje :
&& Herçî “e”ya ” hespine sor”  , ev “e”di eslê Xwe de “en”bû û “n” jê ketiye û li şûna “hespinen sor”îro  dibêjin “hespine sor”[7]– Anku , reseniya “n”di van gotinan de “Bizinine , hespine , mehînine”, “en” bû , lê bi dirêjahiya demê re “n”hatiye avêtin û maye “i”, wek nimûne :
Şêweyê Resen                Şêweyê sivikbûyî
– Bizininen Fatê mirin    bizinine —Fatê mirin
– Hespinen Şêrko hene   hespine—- Şêrko hene
– Mehînen Reşo hebûn   mehînine— Reşo hebûn

Di raweya verêsê (tewangê) de jî navên nependî , ew jî wek navên pendî , bi heman nîşandekan tên tewandin- Nîşandekên verêsa navên nependî ev in , ( Î , ê , an) :
Î : Digihêje navên nêrzayên yekjimar :
-Dengê mirovekî biyanî tê min
-Ev şopa lawirekî ye –
Ê : Digihêje navên mêzayên yekjimar :
– Pirtûkekê bide min
-Ez ê pênûsekê bidim te
An :Digihêje navên komjimarên her dû zayendan (nêr û mê) :
-Ez û hevalinan , em ê herin seyrangehê
-Dostinan ez vexwendime ahengê
-Min li mala mirovinan , xwe veşartibû .

 

[1] – Dîwana Cizîrî (Şirovekirina Zivingî)- Bergê yekem. Rû .(266). Heleb (1987).
[2] – Ehmedê Xanî : Mem û Zîn – |irovekirina Emînê Osman. Çapa yekem- Bexda (1990)- Rû (64) .
[3] – Neşêm : Nikarim .
[4]– Palvedan :    – Palvd.r : (Mudaf)
– Berpal : (Mudaf
[5]– Li hin her.minan bi ş.wey. (şivanine), bo nêr û mê tê bihîstin wek ( Hespine, bizinine)
[6]– Hin caran zêdera dûbare ya komjimarê (î) bi şêweyê”în” jî bikar tê. Dibe ku “î”  ji (în) sivik bûbe !
[7]– Celadet Bedirxan : Bingehên Gramera Kurdmancî Stokholm- (Nûdem)- 1994- Rû (52).

Navên nependî , di rêzimanê de navên nenas in- Nîşandekên navên nependî , (ek , in) in- Ev nîşandek digihêjin navên pendî û wan dikin nependî :          -Ev mirov hat dibistanê           (mirov  hat dibistanê) – nependî          -Ev mirov hatin dibistanê          ( Mirov hatin dibistanê) – nependîBerçav e ku ev her dû nîşandek (ek , in) bi dû erkên rêzimanî radibin :1-    Dibin nîşandekên navên nependî (nenas) , weku wan mînakên derbasbûyî  .2-    Jimara navên nependî destnîşan dikin :Ek : Bo navên nependî , yên yekjimar bikar tê :-Mirov hat mala me (yek mirov)-Mêvan hat mala me (yek mêvan)In: Bo navên nependî yên komjimar bikar tê :-Mirov hatin mala me ( geleg mirov)-Mêvan hatin mala me ( gelek mêvan)Berçav e ku di van her dû mînakan de nîşandekên (ek , in) jimara navên nependî tenê diyar dikin , lê zayenda wan navan bi zêderan (veqetandekan) tên nasîn- Zêderên navên nependî jî , ev in :Î : Bo navên nependî , yên nêrzayên yekjimar bikar tê :-Pêjna mêvanek biyanî tê–Hevalek min koçber bûye-E : Bo navên nependî , yên mêzayên yekjimar bikar tê :          – Reşo mehînek boz kirriye          – Sîmav keçek zîrek e(Î: E) : Bo navên nependî , yên komjimara her dû zayendan (wek navên yek jimar bikar tên) :”Δ: (nêrza) : Min hespin baş firotin           – Mirovin dost hatin cem me -“E”: (mêza) : – Fatê mirîşkin qelew firotin           – Min darin sêvan çandin –

Zêder , navlêkirina Seyda Reşîdê Kurd e . Ev nav lêkdayî ye , ji (zê + der) pêk hatiye  û bi wateya ku zayenda navan ji hev cuda dike , anku navdêrên nêrza û yên mêza ji hev derdixe . Gotina “Veqetandek”jî navlêkirina Celadet Bedirxan e- Ew jî bi wateya ku navên corecor , ji hêla zayend û jimarê , ji hev vediqetîne-Çawa nav , ji hêla pendî û nependiyê- dibin dû beş zêder jî  , bi wê gorê dibin dû beş :1-Zêderên navên pendî (zêderên pendî)2-Zêderên navên nependî ( zêderên nependî)a – (veqetandekên nas) ew zêder in , ên ku digihêjin navên pendî , zayend û jimara wan destnîşan dikin- Zêderên pendî jî ev in , “ê , a , ên”Ê : Ev zêder digihêje navên pendî yên yekjimarên nêrza :          – Heval te bira min e –          – Pismam  te heval min e -A : Ev zêder jî digihêje navên pendî yên yekjimarê mêza :

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…