Tîror nikare vîna jiyanê bişkîne

Salar Salih/Hesekê

Bîstê avdarê, êvara cejna newrozê, şahî li taxa miftî lidarketin, kêfa zarok û dayikan, kêfa gêncan keç û lawan, bi destê tîroristan binpê bû, dîsa taxa miftî qelenê azadiyê ji xwîn û laşê zarokên xwe giranbuha da, piştî ku cara yekem di 16 meha avdarê sala 2013 an avêjtokên hawin li ser malên sivîlan li taxa miftî ketin û di encamê de du welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û pênc birîndarbûn ku hemû ji malbatekê bûn, lê vê carê komkujî mestir bû, bi destên tîroristên rêxistina Da`işê yên nijadperest û şovînîzim, tenê çend kêlîk bûn hiştin ku ken û kêf û şahî bibin agir û girî û xwîn.

Beriya ku şahî dest pê bibe, Da`işê gef li miletê kurd kiribû ku wê şahiyên newrozê bike armanc ji êrîşên xwe re, li tevî ku ev agahî li nik her kesekî hebûn , lê nişteciyên vê taxê beşdarî ahengê bûn, bi coşek mezin ber bi qada ahengê ve diçûn ji bo ku agirê newrozê geş bikin, li dora pertewa newrozê giroverek çêkirin , sema û dîlan dikirin, ewqas ji jiyanê hezdikirin, ji newrozê hezdikirin, hemûyan silav li hev dikirin û newroz li hev pîroz dikirin bi kêf û şadî, lê mixabin newroz bê gorî di ser miletê kurd re derbas nabe, her sal divê ku qurbaniyên Newrozê hebin, destê tîrorê yê qirêj derbasî nava ahengê bû û kenên zarokan dizî, lîrlîrên dayikan temirandin, sema qîz û xortan belawela kirin, parçe kirin, xwekujekî laşê xwe yê bombekirî di nava ahengê de teqand, û xwekujekî dîtir bi turumpêlekê bombekirî derbasî nava ahengê bû, bi dehan pakrewan û birîndar, fermêskên dayikan dibariyan, li ser kezebên xwe yên şewitî li ser berxên xwe yên serjêkirî, dayikên me dikirin hewar hewar, Helebça diwem e, taxa Miftî li Hesekê bi xwîna şehîdên newrozê xemilî.
Şîniyên taxa Miftî bi merdbûna xwe hemû birîndar veguhêstin bo xistexaneyên bajêr, û bi coşek mezin hemû pêkhatiyên Hesekê çi kurd û çi ereb û çi xiristiyan, berî dan xistexaneyan daku xwînê bidin û çi pêdiviyên dîtir, jiyana gellek birîndaran bi saya serê welatiyên Hesekê hat rizgarkirin ji metirsiya mirinê, di vê rojê de hat xuyanêkirin bê çiqasî pêwendî di navbera hemû pêkhateyên Hesekê de xurte, û çiqasî şîniyên vî bajarî pabendin bi pêkvejiyanê û biratiyê li dijî tîrorê û tunûtîjiyê, li tev ku komên tîrorêst hewildidin ku vê pêkvejiyana aştiyane têkbidin, û bajarê me yê sibehî bişewitînin, lê hîn nişteciyên bajarê Hesekê hewildidin ku bajarê xwe biparêzin ji êrîşên tîroristan, û ew pabendin bi xak û bajarê xwe ve.

Birîna me kûr e, komkujiyek bêhempa bû, Helebça diwem bû, kesên ku sax jî man û ji komkujiyê filitîn,ew jî dibêjin ku em nîv mirî ne, em bixwe nizanin çawa hîn em sax in, lê cardî xelkên vê taxê birînên xwe derman kirin û bi moralekî bilind şehîdên xwe binaxkirin, û li birîndarên xwe xwedî derketin, dîsa jî wê jiyana xwe ya rojane berdewam bikin, û ew dibêjin ku tîror û gefên rêxistina Da`işê ya faşizim nikarin vîna jiyanê li nik me bişkînin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…