Lerzandinek Havînî

Reşad Şeref

Wê şeva havînê dema ezmûnên giştî yên dibistanê bû, ba ne dilivî, bajar tev kerbû. Ez ji derveyî malê bûm, li rexê din yê kolanê li bin darekî têlê rûniştî bûm. Pirtûkek di destê minde bû, min xwe amadedikir ji bo mijara dawî ya ezmûne yê. Libên pêşiyan xwe diavêtin li ser deverên tazî ji laşê min, carna aletirîk divemirî û vêdiket moralê min şêlo dikir, bi taybetî roja çûyî min di ezmûnê de xoleyên xirab bi dest xistibû. Ji kêmbûna xewê ez li ser masê diponijîm. Zêrevan pirê caran ez agahdar dikirim û digot: Ma qey te berxik birîne şevînê tu wusa xeware yî!

Cîranê me yê rexê çepê tolek hebû bi navê Toto, wextê min dixwend, ew çend gavekî ji min dûrdiket û mexel dihat. Dema min mijarek ji pirtûka xwe ezber dikir, min jêre digot. Ewê nûz..nûzek nerm dikir, heçko mirov bêje: Ez li ber ketim.
Lê wê şeva dawiyê ji ezmûnê, Toto dereng mabû. Xîz..xîzek ji deriyê cîranê me dihat min dizanî xermûşkên wêne. Terqînî bi derî ket, ew derket kolanê, çavê wê bi lakînê ket. Hinek av jê vexwar , zimanê xwe li dora devê xwe alist, paşê xwe veweşand.

 Pirça wê diçilvilî te digot qey ji germavê derketî ye!
Min banglêkir, qet guh neda min. Bîst gavekî xwe ji min dûrkir, geh mexel dihat, geh radibû û li ser xwere li ezmên dinerî. Min ji xwere texmîn kir: Yan cara pêşî ye stêrkên li ezmana dibûne, yan saloxên baranek havînî di sîngê ezmênde dixwîne, yan nexwe ji min silbû ye!
Ez ji cihê xwe ne livîm. Bêhnek çû, min dît ko tolek biyan bi lez ji dûrve tê, car..caran li şûnxweve dinêre, gehişt dama darê têlê li sîka xwe nerî, xwe veweşand. Toto jê agahdarbû bi lez çû pêşwaziya wî, devê xwe xist guhê wêde tiştek jêre got, min deng nekir. Paşê min guhê xwe vekir ev guftugo dinavbera wande çêbû:
– Şev baş Toto!
– Şev baş Şoşo..bi xêr hatî!
– Taxa we pir dûre, bêhna min çikiya, lê nexeme min bêriya te kirye. Qey salê carekî ez dikarim werim mêvandariya te.
– Bi xêr hatî, ez hezdikim heroj te bibûnim
– Bi zorê, min xwe li ser dîwêr re çekkir. Vê gavê xudanê min zanibe ez hatîme vê derê, wê sê rojan min bê av û bê xwarin bihêle.
Toto pozê xwe hildabû jor guhdarî dikir. Şoşo nemerdî nekir gut: Mirç û maçek li devê wêda. Wekî tu guldanek ji gulavê bi serde berde, çeng û perên wê sistbûn. Devê xwe avête bineguha wê û bêyî ko fersenda revê bidyê..xwe çkkire ser pişta wê.
Toto bû piçek û dilerizî!
– Tu çima dilerizî, Şoşo got?
– Ez ditirsim. Bi vê mêvandariya te çend piçûk wê bên kuştin û ezê werim darvekirin.
– Mane, em heywanin divê tovê me jibo dadweriya jiyanê li dinê bimîne.
– Xudanê te filehe û yê min musilmane.
– Toto mala te ne ava, tu çi dibêjî?
– Ma tu nizanî her heywanek li ser xudanê xwe tê pîvan!
Tolê biyan riya xwe girt û tûj di tariya şevê de wendabû.
Min çîroka wan nivîsî û vegeriyam mal.
 
Reşad Şeref
 
Sewêdî

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…

Qado Şêrîn

 

Dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim.

Helbet nehemû kilasîk tên xwendin, wek dema me ya aniha. Berê jî gelek helbestvan hebûn, wek aniha, lê hindik mezin bûn û man û hey man, nimûne gelek in, lê gelek jî hema ku mirin winda bûn. Aniha jî gelek xwe dikin…

Şîlan Doskî

 

Şerekê gengaz di navbera Îran û Îsraîlê de ne tenê pirsên jeopolîtîk derdixe holê. Lê ew rasterast bandorê li mîlyonan mirovan dike. Bi taybetî Kurdên li her çar aliyên Kurdistanê dijîn: Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakur di bin metirsiyê de ne.

Şerekî bi vî rengî wê ji bo wan…