Kamran Simo Hedilî
lerza nehînî
di valahiyê de
lerizand darjîna min îro
siya reşkorî
dirêjî wêrekiya dil bû
tofana erdhejî
bedena min hejand
di asîmanê dengan de tefî şadronî
têhna dil
sar dikin hêstirên Malsa
di çavan de girî roj
çepera paristinê
hildiweşînî melûlî
çiyayê min
pişta xwe didayê
herifî
şirîkê pêsîrên dayê Elî
rabe
bikene
ken li te tê şêrîno
awirên feriştê giyangir
di awirên te de
nîgarên reşspî
hizirên tarî
nîşanî stêrika min kirin
cîhan
di mêjî de wêran kir
hêrsê xwe
di hêrsa min de jibîr kir
di çavên min de
fûrî xweşkenê te
bi lerzdengê Hogir
min
bêhna kujerê xwe hîs kir
rengê sibehan û dinya
di hişê min de kor kir
rabe
bikene
ken li te tê şêrîno
çirûskên mirî
li hatina min nebarîn e
biçûkê xwîşk û biran
ramanên baskşikestî
Mîran dibînin
rabe careke din
di temenê Mîran de
min sêwî neke
firmêsk
diherikin şûnpiyên te
min neke sêwiyê
li kolanan bi cih hiştî
ewrên hêvîbir bigire
nehêle bibihûrin
neke lorî
dergûşa te
di dilê min de bihejînin
dergûşa aramgeha dawî
neke
herşev fanosên
di destên stêran de bitefînim
çira beyanê pêxim
bi çûkan
strana sibê bidime xwendin
şevê bifirînim
rojê bînim
awir
li kenê te digerin
rabe
bikene
ken li te tê şêrîno
di destpêka vê Newrozê de
di çavên te de melavan im
hêstir
di dorê de dilerizin
bextê bêbextiyê
li xerîbistana xopan
dîl hatime girtin
volkanê nivistî
kela nava min e
di devê min de
lal in peyv
koçberiya xewa dawî
gulnewroz kizirand
baskên bîranînan qûsand
bîranînên
bi qasî çûkan zindî
bi qasî evîna min veşartî
bi qasî dilfirtona min a payîzî
rabe
fersendeke din
bide min
de tiştên qederê
cara pêşî nedayî
vê carê
jê bistînim
û
bidime te
rabe
bikene
ken li te tê şêrîno
03.03.2015