Peyamek ji bo Berpirsiyar û Hevalên (PKK)ê!

 Ev 22 sal çê bûye ko bi hesreta dîtina Bavê xwe ye…
Wêneyek Şemala hêviyên wî gûr dike…
Peyamekê Tixûbên bîrîyên min bezand…
Merheba Şîlan,
Ez Miraz im. Kurê Emîrhan(Hevalê Kendal) Min wêneyekî Bavê xwe li dev Hunermend( …)dît.
Min çîrok jê re got û  wî got:
Ev wêneyê me li Tiflîs-Gurcistanê girtibû û ev ya di wêneyê de Şîlan e.

Ew dê her tiştî li ser Bavê te bizanibe û ..
Pirsên wî Beraşê dilê min li ser êk dizivirîne
*Miraz:
Şîlan, li ser Bavê min bipeyive. Min pir bêriya wî kirî ye. Tenê hêviyek di dilê min de ye. Dixwazim Bavê xwe bibînim. Ez dixwazim bizanim li kû ye?  Eger li kû be jî ez dê bo dîtina wî biçim, yekî çawa bû û …?
Di nava Pêlên agirê hiziran de nizanim  çawa bersivê bidim!?
Bi Heftî û Mehan pirsên wî li ser Bavê wî ne…min soz dabû ko pê re alîkar bim
Lê dilê min nagire li gor ko berê min ji Heval  L.X  û Heval A.F bihîstibû ko şehîd ketiye.
Nikarim jê re binivîsim ko Bavê wî  Şehîd bûye…Ji neçariyê bo demekê min Facebooka xwe girt.
Piştî çend mehan neçar mame ko rastiyê jê re bibêjim, rastiya ko pê pir êşiyam.
Li gor gotinên hevalekî wan dema ew ji Sînorê Ermenistanê berev  Azerbaycanê derbas bûne, ew ketine kemînekê û Hevalê Kendal li wir şehîd ketiye.
Çendîn caran ligel hevalên ko wê demê bi wan re bû û niha li çiyayên Kurdistanê Qendîl û Şingalê dimînin bi telefonê peyvîm û çîroka Miraz hemû ji wan  re got.
Lê çi kes bi diristî nizane ka li kîjan deverê şehîd ketiye, ne kes dizane Mezelê wî li kû ye û ne kesê bi çavê xwe dîtiye û ….
Daxwaza min ji hemû heval û berpirsên PKK heye her kes agahiyekê li ser Hevalê Kendal dizane bila têkeliyê bi malbata wî re deynin.
Eger Şehîd ketiye an jî girtî ye bila Bersivekê bidin Malbata wî bi taybetî lawê wî.
Ya ez dizanim di nava her Partiyekê de lîsteyên şehîd û girtiyan hene.
Ji bo bidestve înana van lîsteyan bi kê an kîjan dezgeha PPKê ve  Peywendiyê bikin?
Îro ji bo cara dawiyê bi Hevalekî wî li Dêrikê-Rojavayê Kurdistanê bi Telefonê peyvîm û min daxwaza bersivekê bi belge jê kir lê ji min re got nizane û tu ji hevalan bipirse û ….
Li ser hevalê Kendal ev Salek e li agahiyan digerim. Her kes tiştekî dibêje…
Bi hêvî me hemû hevalên ko rêz li min digirin cihê Like (layik) kirinê peyam û wêneyê Heval Kendal di Malper û kom, di facebookên xwe de parve bikin belkî kesek xebereke xêrê bide me.
Ligel rêz û silavên Kurdewarî
Şîlan Doskî
…………………………………………………………………………………………………
Wêne: Ev wêne sala 1999 an hatiye girtin û Kurê Hevalê Kendal ji min re şandî ye. Wêneyên ko dema min sefera Gurcistanê kiribû û bi kamera xwe ji hevalan re girti bûn min li vir parve nekirin ji ber parastina riha hinek hevalan ko nuha li Tirkiyê dimînin an jî hatin û çûna wê derê dikin.

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…

Qado Şêrîn

 

Dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim.

Helbet nehemû kilasîk tên xwendin, wek dema me ya aniha. Berê jî gelek helbestvan hebûn, wek aniha, lê hindik mezin bûn û man û hey man, nimûne gelek in, lê gelek jî hema ku mirin winda bûn. Aniha jî gelek xwe dikin…

Şîlan Doskî

 

Şerekê gengaz di navbera Îran û Îsraîlê de ne tenê pirsên jeopolîtîk derdixe holê. Lê ew rasterast bandorê li mîlyonan mirovan dike. Bi taybetî Kurdên li her çar aliyên Kurdistanê dijîn: Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakur di bin metirsiyê de ne.

Şerekî bi vî rengî wê ji bo wan…