Ji Weşanên Sîtavê Du Berhemên Nû

Weşanên Sîtavê vê carê bi du berhêmên perwerdê yên giranbiha derket pêşberî xwendevanên xwe. Berhema yekem a perwerdehiya zinamê kurdî  ye. Berhema bi navê Dergûşa Nasnameyê ji aliyê Heyder Diljen, Azad J. Erdem, Remzî Kerîm û Mahmût Lewendî ve hatiye amadekirin. Berhem li ser pênc beşên bingehîn; wêje, dîrok, ol, penaberî û cografyaya Kurdistanê pêk hatiye. Ev behrem li dewleta Swêdê di dibistanên kurdî yên fermî de ji bo şagirtên lîseyê wekî pirtûka perwerdê tê bikaranîn. Di pirtûkê de weneyeki gişti ye dîrok, edebiyat, cografya, ziman, pedagojî û çanda kurdî heye. Di pirtûkê de rêbaza zanistî li ber çav hatiye girtin û wek metod, di pêvajoya hînbûnê de li ser çalakbûna şagirtan hatiye avakirin. Ev pirtûk ji pirtûkên perwerdehiya kurdî yên heyî gelek cuda ye. Mirov dikare bibêje ku ev pirtûk ansîklopediyeke biçûk a kurdî ye.  
Mijarên naveroka pirtûkê serdanpê bi wêneyan hatine dewlemendkirin. Pirtûka ku bi kaxiza kûşe hatiye amadekirin 125 rûpel e. Ev pirtûk dê valahiyeke mezin a perwerdehiya kurdî dagire.
Pirtûka duyem ya Qahir Bateyî ye. Pirtûka bi navê Kurtçe Konûşma Kilavuzu (Rêbera Axivtina Kurdî) bi kurdî û tirkî hatiye amadekirin. Pirtûk ji bo wan kesan e ku bi kurdî nizanin an jî hindik dizanin. Di pirtûkê de axivtinên rojane, ango diyalogên wekî li bijîk, li dan û standinê, li diransaz, li bazarê, li otêlê, li rêwîtiyê û hwd esas hatine girtin. Kesên ku bixwazin kurdî hîn bibin, an jî kurdiya xwe pêş bixin dikarin ji vê pirtûkê sûdeke mezin wergirin. Pirtûk bi ebateke biçûk ku mirov dikare bi xwe re bigerîne hatiye amadekirin. Tevî diyalogên rojane, di dawiya pirtûkê de ferhengogeke berfireh hatiye dayîn. Ev jî dewlemendiyeke din dide pirtûkê. Pirtûk ji 304 rûpelan pêk tê.
Weşanên Sîtavê di navbera 8-16’ê meha Kewçêrê li Fûara Pirtûkan a Stenbolê li Salona 2’yem, di standa 605/D yê de li benda pirtûkheza ye. 
            Wesanên Sîtavê

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…