Ezbenî! Dergehên me ji xewnên nû û hevalên nû re vekirî ne.. Lê qet em riçin, gîha û zexeliya ku di devê deriyê me de, di nav gul û kulîlkên me de şîn tên, jibîr nakin..
Ezbenî! Gul û kulîlk, ji kêrên birrînê direvin. Lê ku kêr mîna kêrên gelac û Bekoyan bin, pêwiste em bi wan re bike, ji ber ku tu zerera wan nîne, rojên wan kurt in û dahola wan vala ye..
Ji ber ku mîna gîhayê di hewşa me de ne, tu carî nikarin bibin mîna dara di hewşa te de.. Tevî wilo jî, bi wan re bi gurnije û bikene, li wan guhdarî bike û baweriya wan bîne ku ew rastin..
Bilive pêş Ezbenî! Li paş ne zîvire.. Jiyan bê rawestandine û her dem dar şipya ne û şipya dimir in..
Va payîz bi lez û bez êrîş dike, kirasê daran ji wan dike û rastiya wan şanî me dide.. Dibe sibe an dusibe baran bibare û tev serpêhatî bibin dengvedan, tevlî xuşxuşa ava çemên ku berê xwe didin deryayê bibin. Hingê tê ji riçin û gîhayê di hewşa xwe de bibehite, bê çawa bûye xwelî û di nav lingên te de kom bûye..
Ezbenî! Razana rastiyê di quncikên tarî de dirêj nake. Lehî û şapa ku ji çiya tê xwarê, wê zû bi zû razanê ji xew şiyar dike..! Çax û demê xwe bi gelac û Bekoyan re derbas meke, pişta xwe bide wan û were em bi hev re bahozekê bi afirînin.. Va yekîtî di asmanê welatê me de şiyar dibe..
Konê Reş, Qamişlo, 24.10.2014