Gotar

Rêbertiya Rastgo

Mislim Şêx Hesen

Di kurahiyên dîrokê de diyar dibe ku rêbertiyên rastgo û vekirî, yên ku bi xelk û hemwelatiyên xwe re rast in, karîne bi wê rastiyê gel û welatên xwe bigihînin astên herî bilind û pêşketî. Lê gava ku rêveber an berpirsyar guh nede nêrîn û pêşniyarên civakê û gel, û wan paşguh bike, wê demê ew projeyê an rêberî, dûr an nêzîk, hilweşe.

Pêwîst û girîng e ku rêveber û berpirsyar liv û bizava xwe nêzî daxwaz û hêviyên civakê û gel bikin, da ku bingehek xurt di navbera rêveberiyê û gel de were ava kirin. Avabûna welatekî bi rêkûpêk û şaristanî, berî her tiştî, hewce dike ku rêveberiya desthilatdar berjewendî û daxwazên civakê û gel biparêze, û têkildariya di navbera her du aliyan de li ser bingehek rast û xurt were ava kirin, da ku ew rêveberî karibe projeyên xwe bi şêwazekî serkeftî bidomîne.

Ji vê yekê diyar dibe ku rêberiyên serkeftî ew in ku bi hemwelatiyên xwe re zelal û rastgo bin; ligel êş û azarên wan bimînin, nirxê mezin bidin nêrîn û pêşniyarên gel, û her tiştî ligel wan parve bikin. Bi vî awayî têkiliyên bingehîn û bi hêz ava dibin û şaristaniyên herî baş li ser wan bingehan têne avakirin.

Ev pergal dikare ji aliyê hemû partî, çarçoveyên siyasî û rêveberiyên kurd ve ji wê sûd werbigire. Divê ev çanda qenc bibe sermayek ji gelê kurd re. Ji ber ku gava yekem bo pêşketinê ew e ku em çawa bi hemwelatî û civaka xwe re guhdarî bikin û ligel wan bimînin.

Lewra jî pêwîst e destpêka avakirinê li gorî prensîbên rast û berjewendiyên xelkê be, da ku gelê kurd, ku di dîrokê de gelek caran rastî stemkarî û binpêkirina mafên xwe ji aliyê dewletên dagirker ve hatiye, careke din neçar nebin ku hêvî bikin ew rojên zehmet û dijwar vegerin.

 11/ 3/ 2026

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Tava hêviyê

Ezîz Xemcivîn Were, Çav li ber te raxistî ne, pirsê li pêjna te dikin. Bi kilçîv tîpên navê te li pertûka mijankan…

Şeva Bêbextiyê

Rewan Oso *Têbînî: Nivîskarê bi evê çîrokê di mehrecana kurteçîroka kurdî de (xula yazdemîn) li Qamişlo 14.10.2026 xelata sêyem wergirt... Nebêjin, nikare…