Pirsa Kurdî li Tirkiyê di navbera çarçoveya ewlehiyê û mafê danasînê de

Mehmûd Badilî

Pirsa Kurdî li Tirkiyê ne hema wisa dosyayek ewlehiyê ye û qet nabe ku bi awayekî  wekî kêferateke çekdarî di navbera dewletê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de were kurtkirin. Ew di bingeha xwe de, pirsa miletekî ye ku li ser axa xwe ya dîrokî dijî, pirsa hebûn û dîrokê ye, ku di nava sînorê dewletek nûjen de li ser têgîna yekalî, yekal, yeknetew anku yeknasiya nasnameya yekneteweyî hatiye avakirin. vêca  ji vê yekê pirsgirêk dest pê dike: Gelo ev mijar divê wekî “pirsgirêka terorê” were pênasekirin, yan jî wekî “pirsa maf û danasînê ya neteweyî” di nava dewleteke piralî de, anku firehneteweyî û demokratî de?

Kurd li ser xaka xwe miletê herî resen in, xwedî dîrokek kevn, dûr û dirêj in, hejmarên nefermî diyar dikin ku Kurd di Tirkiyê de bi milyonan in, anku behtirî 25 milyonan hene, neteweya herî mezin li welatê Tirkiyê weku hatiye binavkirin Kurd in. Her çend wek hemwelatî mafên medenî yên bingehîn hene, lê îro gotûbêj li ser mafên miletkî diqewime: Danasîna destûrî ya nasnameya Kurdî, cihê zimanê Kurdî di perwerdehiya fermî de, desthilatdariya herêma bakurê Kurdistanê, û garantiya beşdariya siyasî ku wek herdem nekeve ber meqesa ewlehiyê û sînor jê re neyên danîn.

Di dehsalên borî de, bi gelemperî dosya Kurdî di çarçoveya ewlehiyê de hate birêvebirin, bi taybetî di bin siya kêferata bi Partiya Karkerên Kurdistanê re. Ev çarçove nerînek da pêş ku pêşî divê çek bên radestkirin û tundûtûjî bi dawî bibe, pişt re dibe ku gotûbêjên siyasî were kirin. Lê ev nêzîkatî, ta çi radeyê ji aliyê dewletê ve tê fêmkirin, ku pirsa herî kûr û bingehîn ta nuha nedaye çareserkirin: Dê çawa têgîna hemwelatîyê bi awayekî nû were pênasekirin ku pirnasîbûn têde cih bigire anku firehejmariya neteweyî û çandî? Gelo dewleta Tirkiyê amadebûn li cem heye ku destûreke nû dahîne?

Di van çend salên dawî de, raporên parlamenter û daxuyanîyên siyasî derketine ku behsa “Destpêkek Nû” dikin û dibêjin ku “Bandora hêza siyasetê ji hêza çekan bêhtir e”, wek ku di hin daxuyanîyên Ebdelah Ocalan de hatiye gotin. Lê peyvên erênî bi xwe tîna pirsa Kurdî naşkînin heger veguhertineke bingehîn neye çesipandin. Pîvana berpirsyarî û rastîn ya her guherînê di gavên eşkere, kar û pratîkê de ye:

Ma dê çarçoveya destûrî were guherandin da ku danasîn bi firehijmariya neteweyî bê kirin?

Ma dê zimanê Kurdî yê dayikê di perwerdehiya fermî de cih bigire?

Ma dê desthilatdariya herêma bakurê Kurdistanê bi awayekî destûrî û domdar dûrî şert û mercên ewlehiya dewletê were çareserkirin?

Dema ku pirsa Kurdî bi tenê di çarçoveya ewlehiyê de tê kurtkirin, ev tê wê wateyê ku hîna wê wek kêşeyeka kontrolkirin û zordestkirinê dibîne; Lê dema ku wê wekî pirsa siyasî bide danasîn dê derî li ber lihevhatinek dîrokî were vekirin ku li ser bingehên hevparî, dadmendî û beşdarbûnê ava dibe. Mafên tekan e, her çendî giring bin, nikarin cihê danasîna nasnameya miletekî bigirin gava ku ew beşekî sereke ji tevna niştimanî be.

Di heman demê de, em di wê baweriyê de ne ku her pêşniyarek sînorên dewleta niştimanî biguherîne an jî dozê bi awayekî radîkal pêşniyar bike, dikare mitersiyan di nava beşekî mezin ji civaka Tirkiyê de çê bike. Ji ber vê yekê, nêzîkatîya realistîk divê li ser du bingehan raweste: dewleteke niştimanî, nenavendî, fidralî, firehejmar û demokratî, û di heman demê de firehkirina têgîna wê li gorî destûreke nû da ku pirnasîbûnê di nav xwe de bigire.

Îro pirsa Kurdî li Tirkiyê li ser çarterêyeke giring bang dike: Yan wê di çerxa rêvebirina kêşeyê de bimîne bi navê “ewlehîyê”, yan jî wê ber bi rêya çareseriyî ve were veguhertin ku peymana civakî li ser bingehên danasîn, dadmendî û hevbeşîyê ji nû ve bê avakirin. Di navbera van herdu vebijarkan de tê diyarkirin ka gelo daxuyanîyên dawî bi rastî destpêkek nû ne, yan tenê di nava gotebêja siyasî ya kevn de veguhastin û berhemdana peyvan dûbare dibe.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

SEÎD YÛSIF

sala1977ê de min li zanîngeha Şamê di beşê Felsefê de xwe tomar kir di wan salên xwendinê de min Ehmedê Huseynî naskir

Di wê demê de kampên zankoyê yên leşkerî hebûn em jî weke şagirtên zanîngehê bi wan neçar bûn

Xweş tê bîra min ku ez û Ehmed…

Ji encama ​êrîşeke dronî ya rêjîma Îranê li ser kampên sivîl yên penaberên Rojhelatê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê, pêşmergeyek bi navê Xezal Mewlan ya 19 salî bi giranî birîndar bû, tevî ragihandina agirbestê di navbera Amerîka û Israelê de ji aliyekî û rêjîma Îranê de ji aliyekî dîtir ve.

Lê bi mixabinî…

EBDILBAQȊ ELȊ

 

Bi dehȇn salan e, ku kurdȇn li Sȗriya di bin rejîmên li pey hev de, nemaze rejîma Bees, rastî kampanyayȇn şer ȗ zordestiya sîstematîk hatine ku ji înkarkirin û dûrxistinê bigire heta șerȇ siyasî ȗ aborî, jilewra damezrandina yekemîn partiya siyasî ya kurdî li Sûriyê di sala 1957’an de, bȗ…

Hişyarê Emerê Le,ilê

Buhiştî tu ji bo dilê min jînî
Nêrgiz û sînem û gul û beybûnî

Çi bêjim ez nikarim pesnê te de
Tu elendî ronî û hem mizgînî

Hemî zarav li hemberî te lalin
Tu tacî ser serê min hem evînî

Ji çavê te gelek nama dixwînim
Tu peyama evînêyî tu…