Ezbenî!

Konê Reş

 

Ezbenî! Carna tu neçar
dibî dergehê mala xwe ji ber bahozê bigre, da ku xewnên te yên kevin bi xwe re
nebe. Û tu bi aramî di mala xwe de razê. Û carana.. Pêwîste tu dergehê mala
xwe, pencereyên mala xwe ji bahozê re veke..

   Erê ezbenî!,
Bela bahoz derbasî mala te bibe, firax û miraxên te li hev xîne, bîranînên te
tev bide. Û berê pencereyên mala te biguherîne..  Carna jî pêwîste ku tu bang li bahozê bike da
ku berê asoyê nerînên te biguherîne.

   Raweste
ezbenî! Te aghadar bikim. Gelek caran bahoz giring in, pêwîstiya mirov bi hin
volqanên temirandî heye, ku careke din ew volqan gurr bibin..

   Ezbenî!
Carna tebitbûn û bedengî, westandin û perîşaniye.. Ma tu ji lavlav û
rawestandina di rêzê de ne westiyayî..? Ew rêz û sekinandina li hêviya Sultan..
Û Sultan te nas nakî.. Hayê wî ji rawestandina te, xuzkirina te.. Gilî û
gazinên te nîne.. Reva te ji ber, bala wî nakşîne. Bi tenê jêre giringe ku
pişta te lêbe û tu dûrî wî here.

   Ezbenî! Carna
kursî ji rûniştna rûniştvanan diwestin! Çima kursî nameşin û ji xwe re li
cihekî bilindtir nagerin..?! Xwezî kursî biaxifyana. Bawer nekin ez bê hêvî
bibim, hêviyên min mezin in. Rojekê wê kursî biaxifin, lê ne bi zimanê ku îro
em pê diaxifin..

   Ezbenî!
Carna tu neçar dibî ku di bajarê Kerran re bimeşe.. Hingî devê xwe bigre.. Ne
bistirê û ne bike hawar.. Kî bi te dikene bela bikene..

 

Konê Reş, Qamişlo, 05.9.2014

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…