Bi daxwaza geşepêdana karê niştimanperwerî yê hevbeş û bihêzkirina yekîtiya gelê sûrî, ji bo ku hevbendî zimanê gelê sûrî bitevayî be û gelê sûrî bi zimanê wê biaxive, nivîsgeha ragihandinê ya hevbendiya niştimanî ya sûrî, beşek taybet bi zimanê kurdî vekir, ev gaveke dine ji bo pêşxistina hemerengiya resen ya ku Sûriyian ji sedên salan ve parastiye.
Ev gavên çaksazî û geşepêdanê yên ku em bi rastî kar jê re dikin, wê guhertinekê li ser xakê pêk bînin û hêviyên gelê têkoşer di sûrya paşerojê de geşbikin û welatek li ser dadmendiyê ava bibe, hemû kes têde wek hev bin bêcûdahî di erk û mafên wan de .
Ji lewra em ji tevaya gelê Sûrî dixwazin ku li ser riya dîmoqrasiyê xwe bihêz bikin û nakokiyan ji bîr bikin û berê xwe bidin hevkariyê, da em bighên asta qurbaniyên gelê xwe yê hêja, û sûrya bibe keleha zanyarî û pêşketin û avakirinê û gerek e wilo bibe.
Hadî Elbehra
Serokê Hevbendiya niştimanî ya sûrî
14 Tebaxa 2014z
Jêder: malpera Hevbendî
Hadî Elbehra
Serokê Hevbendiya niştimanî ya sûrî
14 Tebaxa 2014z
Jêder: malpera Hevbendî