Hadî Elbehra Di Agahiyek Rojnamevanî de Destpêkirina Beşê Kurdî Ragihand

Bi daxwaza geşepêdana karê niştimanperwerî yê hevbeş û bihêzkirina yekîtiya gelê sûrî, ji bo ku hevbendî zimanê gelê sûrî bitevayî be û gelê sûrî bi zimanê wê biaxive,  nivîsgeha ragihandinê ya hevbendiya niştimanî ya sûrî, beşek taybet bi zimanê kurdî vekir, ev gaveke dine ji bo pêşxistina hemerengiya resen ya ku Sûriyian ji sedên salan ve parastiye.

Ev gavên çaksazî û geşepêdanê yên ku em bi rastî kar jê re dikin, wê guhertinekê li ser xakê pêk bînin û hêviyên gelê têkoşer di sûrya paşerojê de geşbikin û welatek li ser dadmendiyê ava bibe, hemû kes têde wek hev bin bêcûdahî di erk û mafên wan de .
Ji lewra em ji tevaya gelê Sûrî dixwazin ku li ser riya dîmoqrasiyê xwe bihêz bikin û nakokiyan ji bîr bikin û berê xwe bidin hevkariyê, da em bighên asta qurbaniyên gelê xwe yê hêja, û sûrya bibe keleha zanyarî û pêşketin û avakirinê  û gerek e wilo bibe.  
Hadî Elbehra
Serokê Hevbendiya niştimanî ya sûrî
14 Tebaxa 2014z
Jêder: malpera Hevbendî

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…