Derwêşê Şingalê

Mizgîn Hesko

Yek…didu
Heftê û sê ferman
Û Şingala min

Di çerxê bîst û yekê de
Hîna jî….
Qelenê kurdîniya xwe
Bacên pêdariya xwe
Buhayê mêrxasî û lehengiya xwe
Can û xwîn dide.
Yek…didu
Û heftê û çar enfal
Û Şingal
Hîna jî..
Bazê di hêlîna çiyê de
Baskên azadiyê diferidîne
Şingal
Hîna jî …
Li ber dergihên tunekirinê
Hebûna xwe
Xetîreyên di zeyta zeytûnê de
Pîroz …pîroz
Vêdxîne
Çiradankên
Ku ji xwîna Derwêşê Avdî
Dagirtî…li Laleşê
Ronahiyê da didî
Ji kilçîvê Edûla milî
Çavên keç û xortan
 Çavên   Yaran…avîndaran
rengo…rengo
direngizîne
Edûlê….hîna jî
Cil û bergên Derwêşê xwe
Yê birîndar û bê mired
Bi hêsrên mêkewan
Û zelaliya kahniya spî
Işqê…
Li xwe  helal û pîroz dike
Li ber mezarê
Şerfedîn….xerzê gelî
Lavajan dike
Û mizgîniyê dide Kurdistanê
Ol ji bo Xwedan
Neştuman yan neman
Ol ji bo Yezdan
Kurdistan yan neman.

Yek…didu
Û Edûla milî
Hîn jî li ber serê
Derwêşê xwe yê Şingalê
Hêsran dibarînê
Hîn jî…
Lênûska hezê
Belav dikî
Lavaj û beytên
Şerfedîn û Cezîrî
Bi ser hisreta xaka dilî
Dixwînê
Gazindên çerxa felekê…
lê lê Edûlê por kurê …nemayê
û lo …lo…delalo
Derwêşê min
hela rabe
û ji gulçîçekên deşta Şingalê
ji laleyên  xunav girtî
yên ku li ser bedena yarê
sehare sibêdyan xilmaş
qefdeke gulgulîn
berhev bike
û gora nemirên bê mirad
bixemilîne.
Ev e çendîn babelîsk in
Û hîn jî tu…
Buhayê işqê didî
Ev e çendîn dem û dewran zîvirîn
Û Edûlê
Hîna jî bê çare
Birînên te
Birîndaro
Xerîbo
Derman dikî
Lo Derwêşê min
Bila lêvên te zîz nebin
Ta dawiyê
Ta xirêna mirinê
Ew ê li ber serê te
Ji biskên porê xwe yê zîrîn
Kom û kolozê bendewariyê
Bi dilsozî birêsê
Lo…lo delalo
Ta vê gave
Û Edûlê
Li ber sere te
Di şepêlên bendemanê de
Şeyda…
Bê te
Mirinê dipejirînê
Delalo…
Hela çavên xwe yên mêşinî veke
Bejn û bala te ya badayî
Di darbestan de
Hil nayê
Wiha jî
Çar demsal kulîl
Li ser kirasê bûkaniya Edûla milî
Ya zaza
Ya soran
Û behdînî
Buhar vemidandî
Hela rab e
Û kirîvên xwînê
Vexwendi zemawendê bike
Rahêje tûrikê
Feqhê gerhok
Û li her çar aliyên dilî
Felsefeya evîniyê
Ragihîne
Lo Derwêşê min
Lo..delalo
Birîndaro
Bê mirado.

7.gelawêja 2014

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…