Dîwanek Nû bi Navê (Soja Dil)

  Konê Reş

Di van rojên dawî de dîwanek nû, bi pênûsek nû ketiye ber destê xwendevanên zimanê kurdî de. Dîwan, navê wê: (Soja Dil) e. Helbestvana dîwanê, navê wê: (Canda Hemo) ye. Piştî ku min helbestên dîwanê xwendin ez bi vê encamê derketim; dîwana Soja Dil bi zimanekê kurdî yê resen hatiye nivîsamdin, hevok bi zelalî bi dûv hev de rêz dibin..  Helbestvanê hewildaye tev his û hestê xwe yê evîndarî, kurdperwerî û civakî di rêka helbestên dîwanê de derîne.. Di hina de bi serketiye û di hina de likumiye.. Di baweriya min de likumandina wê, ne kêmaniye.. Çiko, ev dîwan gava wê a pêşiye.. Bi tenê besî wê ye ku wê ev dîwana xwe bi zimanê kurdî nivîsandiye, tevî ku di zimanê erebî de ew baş serwexte..

Roja îro pêdiviya me bi wan kesan heye, ewên ku; bi zimanê kurdî dinivîsin, nexasim jin, ji ber ku jin nîvê civaka me ye.
Sebaretî me kurdên Rojava, ji sala 1947an de zimanê me qedexe ye.. Roja îro, li gor vê teknelojiya nû ku berdest bûye, êdî nema em karin zimanê xwe wek berê biparêzin. Ev zimanê ku ji sala 1923an de toşî talan û diziyê bûye..
Vêca dema ku keçek wek Canda Hemo his û hestên xwe bi zimanê kurdî deyne, hêja ye spasiyê, hêja ye navtêdanê.. Di vê biwarê de gotinek Mîr Celadet Bedirxan bi xurtî li dergehê hişê min dixîne: (Xorto! Te dît ko bazekî kevroşkek girtiye, mebêje ma girtina kevroşkê jî tişteke. Lê bêje te xezalek girtiye, ji bona ko baz li xezalê bigere û bide pey wê.
Xorto! Min got heke tu nikarî çêkî, lê bawer bike, ewle be ko te dil hebe tu ê bikarî jî. Herçî ko dixwaze dikare jî…)
Zimanê me dîroka me ye.. Zimanê me hebûna me ye.. Zimanê me berdewamiya me ye.. Ez ji dil spasiya helbestvana hêja (Canda Hemo) dikim, dîwana wê pîroz dikim û hêviya berdewamiyê jê dikim.
Dîwana (Soja Dil), ji 54 rûpelan pêk tê, 33 helbestên di navbera kilasîk û serbest de, di nav rûpelên xwe de kom dike.

Qamişlo, 24.06.2014

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mislim Şêx Hesen – Kobanî

Ziman ne tenê amûrek ragihandinê ye di jiyana mirovan de, ew di heman demê de stûnek bingehîn e ku nasnameya kesane û neteweyî li ser wê ava dibe. Di çarçoveya lêkolînên zanistî yên civaknasî û zimannasiyê de, ziman wekî pergalekî sembolîk û semantîk tê nirxandin ku rê…

Hozan Yûsiv
 

Ev gotar bi taybetî balê dikişîne ser statuya zimanê kurdî li Sûriyê di ronahiya geşedanên siyasî yên dawî de.

Pirsek heye ku pir caran di nîqaşan de derdikeve pêş:

“Heke Kurd zimanê xwe dixwazin, çima bi erebî dinivîsin û têkiliyê dikin?”

Di nihêrîna pêşîn de, ev weku pirsgirêkek zimannasî…

Riyad el-Salih el-Husên

Weger ji Erebî

Bessam Mer’ê

 

Me her tișt heye;

Milyonek nan ji bo milyonek birsî

Milyonek ramûsan

Ji bo Milyonek evîndar

Milyonek xanî

Ji bo Milyonek derbederan

Milyonek pertûk

Ji bo Milyonek şagirt

Milyonek nivîn

Ji bo Milyonek…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.

Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê…